AMED - Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal diyar kir ku divê qanûnên rê didin tayînirina qeyûman bên sererastkirin û rayeya hilbijartina şaredaran dewrî meclisên şaredariyan bên kirin.
Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat (GABB) li Amedê Komcivîna xwe ya salane li Çand Amedê li dar xist. Hevşaredaran piştî civînê li ber Çand Amedê daxuyanî çapemeniyê.
Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal daxuyanî xwend. Neslîhan Şedal diyar kir ku pêvajoya hatiye destpêkirin gelek girîng e û wiha got: “Em dixwazin bibêjin ku me diyalogên ku di siyaseta Tirkiyeyê de dest pê kirin e bi qîmet dîtin. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya diyalogê ku hatiye destpêkirin bibe sedema bidawîkirina şer, pêkanîna aştî û demokrasiyê. Em bi hev re dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku em amade ne alîkarê vê pêvajoyê bin. Em bawer dikin ku di vê pêvajoya ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê de girîng e, divê hemû alî bi baldarî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ev hem pêwistiya demokrasiyê ye, hem jî hêviya gelan e. Hêvî û îradeya gelan tê binpêkirin û qeyûman dişînin ser îradeyê. Bi qeyûman îradeya gel paşguh dikin.”
‘EM Ê XWEDÎ LI VÎNA GEL DERKEVIN’
Bi domdarî Neslîhan Şedal got ku hewceye desthilatdar vîna gel nas bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Astengkirin û tayînkirina qeyûman baweriya civakê ya ji bo hilbijartinê jî kêm dike û baweriya ji demokrasiyê asteng dike. Destwerdana li ser îradeya gel bi rêya kompasên dadwerî tê kirin. Ev yek jî ji bilî têkbirina hêviyên civakê ti encamekê din nade. Tirkiye heke bixwaze bibe welatek demokratîk, divê herî kêm îradeya gel ango biryara ku ji hilbijartinê derketiye, rêzê jê re bigire. Divê mafê hilbijartinê û kesên ray didin were misogerkirin. Ev berpirsiyariya desthilatê ya qanûna bingehîn e. Rêzgirtina ji îradeya gel re, şertê bingehîn ê aştî û edaletê ye.”
DIVÊ HEVŞAREDAR VEGERIN SER KARÊ XWE
Neslîhan Şedalê daxuyand ku divê hevşaredarên ji wezîfeya xwe hatine dûrxistin dîsa vegerin ser karê xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Em wek Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrrojhilat, daxwaz dikin ku xalên girêdayî Qanûna Şaredariyan a bi hejmara 5393’yan ku destûrê dide qeyûman were guhertin û heke hevşaredar, şaredar ji wezîfeyê were dûrxistin jî divê cîgirên serokê şaredariyan û ji meclisên şaredariyan kesek were bijartin. Her wiha em daxwaz dikin ku polîtîkaya danîna qeyûman demildest bên rawestandin, rêveberên hilbijartî vegerin ser karên xwe, hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan yên girtî werin berdan û demokrasîya herêmî bêtir were xurtkirin.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.