STENBOL - Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de 92 kes hatin binçavkirin.
Îro di danê sibehê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên beriya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de, polîsan tundî li hinek welatiyan kirin. Serdegirtin di çarçoveya 3 lêpirsînên cuda de hate kirin û 92 kes hatin binçavkirin.
Hin kesên hatine binçavkirin ev in: Hevserokê BEKSAV’ê Ahmet Uçar, Ayşenûr Demîr, ji Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksu, solîsta Grup Vardiyayê Rûşa Sabyr, ji ESP’ê Aydin Kiliçdere, Alî Haydar Saygili, Cemre Nayir û Nurgul Ucî, Gerînendeya Giştî ya Weşana Kovara Onsozê Songul Yucel, nûnerê Platforma Yekitiya Têkoşînê Muhammed Hîzmetçî, Eylul Devrîm Altepe ya SGDF'î, endamê MYK’a ESP’ê yê berê Alî Haydar Saygili û endamê PM’a ESP’ê Huseyîn Îldan.
Di heman demê de ji Partîzan, TOP, Sekna Şoreşger a Proleter û Kaldiraçê jî gelek kes hatine binçavkirin.