NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebadî ragihand ku wê di 26'ê Nîsanê de Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Kurd were lidarxistin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand ku Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Kurd ku ev demeke dirêj e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê gotûbêjkirin dê di 26'ê Nîsanê de were lidarxistin
Ebdî li ser hesabê xwe yê X de got, "Em bi kêfxweşî ji gelê xwe re radigihînin ku wê 'Konferansa Neteweyî ya Kurd a Rojava' di 26'ê Nîsanê de bê lidarxistin."
Ebdî destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurd pêwîstiyek e û got, "Em hêvîdar in wê hemû alî pêwîstiyên vê berpirsyariya neteweyî bi cih bînin. Em vê firsendê ji hemû aliyên ku tevkarî li avakirina vê pêvajoyê kirine re spas dikin û di xebatên konferansê de serketinê ji wan re dixwazin."