ÊLIH - Keça girtiyê bi navê Mehmet Emîn Çam ê ku ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê Şîmel Çamê got: "Li gorî agahiyên bijîşk îro nirxê gurçika wî gelekî zêde bûye. Zêdebûna nirxan dilê bandorê li dikî dike."
Mehmet Emîn Çam (73) ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê ya Êlihê tê girtin û di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, di 16'ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Çam ê ku tedawiya wî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê dewam dike, rewşa wî giran e.
Keça wî Şîmel Çamê der barê rewşa dawî ya bavê xwe de agahî da û diyar kir ku bavê wê birine hucreya hikumxwaran. Şîmel Çamê anî ziman ku bavê wê hê jî di rewşeke xeternak de ye û got: "Li gorî agahiyên bijîşk îro nirxê gurçika wî gelekî zêde bûye. Zêdebûna nirxan dilê bandorê li dikî dike. Rewşa wî ya tenduristiyê giran e."
NEHIŞTIN KELEMÇE BÊ VEKIRIN
Şîmel Çamê bilêv kir ku hê jî 2 demarên dilê bavê wê girtî ne û wiha domand: "Di qawîşa ku ew tê de ye 2 nivîn hene, di navbera nivînan de sarinceke biçûk heye. Min rewşa wî pirsî, got leşkeran destûr nedaye doktoran kelemçe bên vekirin. Ew bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyên giran û bi awayekî kelemçekirî birine qawîşa hikumxwaran."