ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê, polîsan dîmenên endamên PKK'ê yên ku bi îdiaya "teslîm bûne" di bin navê "Ciwanên Şirnexî û siberoja ewle" de nîşan dan û "îtirafkarî" li wan ferz kirin. Malbatan destnîşan kir ku dê gilî bikin.
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Hezex, Cizîr û Silopiyayê bi hevkariya Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî û Midûriyeta Polîsan a Bajêr semînerên bi sernavê "Ciwanên şirnexî û siberoja ewle" li dibistanan semîner tên lidarxistin. Semîner li dibistanan ji aliyê sê wezîfedarên ewlehiyê ve tên dayîn.
Destûr nayê dayîn rêvebirên dibistanê bikevin semînerê û di van semîneran de vîdeoyên kesên ku di pevçûnan de bi îdiaya "teslîm bûne" û yên ku bûne "îtirafkar" nîşanî xwendekaran didin. Di semînerên ku li Lîseya Anadoluyê ya Cumhûriyetê ya Şirnexê, Lîseya Ciwankariyê, Lîseya Şirnexê, Lîseya Pîşe û Teknîkî ya Şirnexê, Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Îbn-î Sîna, Lîseya Anadoluyê ya Îdilê hatin lidarxistin de, hat hînkirin ku di ser kesekî bi navê "Dilşad" ê tev li PKK'ê bûye û paşê teslîm bûye tê vegotin. Hat diyarkirin ku gotinên kesê bi navê "Dilşad" bi awayekî vîdeoyî li dibistanan rê xwendekaran tê dayîn.
'SÎXURTÎ' TÊ FERZKIRIN
Hat diyarkirin ku di semînerê de îdiayên kesê bi navê “Dilşad” wekî sînevîzyon ji xwendekaran re hatine nîşandan û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine xwendin û pêvajoya tevlibûnê hatiye nîşandan. Di tevahiya semînerê de ji zarokan hatiye pirsîn ku “Tu têkiliya we bi siyasetê re heye yan jî bi vîdeoya ku me nîşan da heye yan na? Piştî ku sînevîzyon ji xwendekaran re hatiye nîşandan, polîsan ji xwendekaran re gotiye "Heke hûn rastî rewşeke wiha bên yan jî kesên wiha li derdora we hebin serî li midûriyeta polîsan bidin."
DÊ GILÎ BIKIN
Hat hînbûn ku di semînera ku li Lîseya Anadoluyê ya Îdilê hatiye dayîn de xwendekaran bi gotinên "Heke hûn tev li rêxistina terorê bibin, hûn ê bimirin an jî bên kuştin" gef lê hatine xwarin. Xwendekaran ev rewş bi malbatên xwe re parve kirin. Malbatên ku em bi wan re axivîn, diyar kirin ku semînera navborî bêyî agahiya wan hatiye lidarxistin û zarokên wan ji aliyê derûnî ve zirar dîtine û dê giliyê vê yekê bikin.
Rêvebirên dibistanê yên ku me hevdîtin bi wan re kir jî gotin ku semînerên hatine kirin armanca wan xwendekaran bikin" îtirafkar" an jî fikra siyasî ya malbatên wan bê hînkirin û bên teşhîrkirin.