ANTALYA - Girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayîk ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li pey provokasyonan e û banga piştgiriyê kir.
Hê jî bi sedan girtiyên nexweş li benda berdanê ne. Yek ji van jî girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik (34) e ku ji sedî 76 astengdar e. Ayik ê ku bi 13 hevalên xwe re di sala 2015’an de dema li Îzmîrê kovara Ozgur Halkê belav dikir hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ve bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin.
Ayik ku sala 2018'an ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê li Girtîgeha Antalyayê hate berdan, Çileya 2021'an careke din hate girtin û li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hate bicihkirin.
Ayik ê ku ji ber nexweşiya Crohn ê du caran emeliyat bû (nexweşiya rûvî ya înflamatuvar ku tê de parçeyên pergala sincirandinê îltihab dibe) û beşek ji zikê wî jê bû, di sala 2006'an de ji ber qezayekê çavê wî yê rastê kor bû û çavê wî yê çepê jî 32 derece miyop e. Her wiha di guhê wî yê çepê de ji sedî 30 û di guhê wî yê rastê de jî ji sedî 50 hindik dibihîze.
Tevî ku ji sedî 76 astengdar e jî nayê berdan.
'BILA SERDANA GIRTÎGEHÊ BIKIN'
Ayik di axaftina xwe ya heftane ya bi telefonê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi dayika xwe Hulya Ayuk re parve kir û wiha got: "Tê texmînkirin ku pêvajo dê li derve erênî bi pêş bikeve, lê ev du meh in pêvajoya li hundir xirab e. Zextê li me dikin. Pêşî hinek hevalên me li cihekî kom kirin, piştre gotin ew ê girtî û hikumxwaran ji hev cihê bikin, niha jî dibêjin em ê we belav bikin. Gotin em ê hejmara we ji sê heta şeş kesan zêde bikin. 6 kes çawa dikarin di nava vê qirêjiyê de bimînin? Di hundir de li provokasyonan digerin. Ev hefteyeke her roj bi ser odeyan de digirin û êrîş dikin. Li zimanê provokatîf digerin û bi kar tînin. Dixwazin çi bikin? Siyasetmedar, parêzer û parêzvanên mafan divê biçin serdana girtîgehê, tiştên ku me jiyane bibînin û bi raya giştî re par ve bikin. Li vir li dijî pêvajoyê tevdigerin. Dixwazin mafên me ji destê me bigirin. Qedexeyan ferz dikin. Hûn çi qedexe dikin, hûn dixwazin çi bikin? Girtiyên nexweş bi rêk û pêk ranakin nexweşxaneyê yan jî dereng radikin. Hûn çima kapasîteyê zêde dikin? Helwesta wan a li hemberî me guherî. Ev hefteyeke bi rengekî cuda nêzî me dibin. Kengî li derve tiştek hebe, ewelî berê xwe didin me. Heta 2-3 hefte berê her hefte nûnerê me bi midûr re diciviya. Vê hefteyê nahêlin ew wî bibîne. Ji ber vê yekê tiştên ku ez dibêjim bi hemû raya giştî re parve bikin. Wezareta Dadê li dijî pêvajoyê giştînameyek weşandiye? Ji ber ku bi gotina 'li vê derê giştînameyeke nû heye' zextê li me dikin. Eger giştîname nebe, rêveberî hewl dide pêvajoyê provoke bike û sabote bike. Bila heyeteke derve were û vê mijarê bi me û rêveberiya girtîgehê re nîqaş bike. Daxwaza me ev e."
'DIVÊ TAHLIYE BIKIN'
Dayik Hulya Ayik diyar kir ku nêzîkatiyên bi vî rengî di pêvajoyeke bi vî rengî de provokasyon e û xwest, di dema herî nêz de dawî li binpêkirina mafan were. Hûlya Ayik da xuyakirin ku divê hemû girtiyên nexweş demildest werin berdan ku tedawiya wan bi rengekî baş bê kirin.
MA / Hamdullah Yagiz Kesen