STENBOL - Dema rewşa endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kir, krîtîk e, gelek kes li ber nexweşxaneyê li hev civiyan.
Rewşa tenduristiyê ya endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Alîkarê Serokê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil pê re rû da, krîtîk e. Onder anîn Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li navçeya Şişlî ya Stenbolê.
Li ber nexweşxaneyê Şandeya DEM Partiyê û Parlamentera Stenbolê Pervîn Buldun, Ozgur Faik Erol, yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, parlamenterên DEM Partiyê, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş û her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka, sazî û rêxistinan hatin cem hev.
Hat ragihandin ku rewşa tendirûstiyê ya Onder krîtîk e. Çavkaniyan diyar kir ku ji bilî agahiyên ku rewş krîtîk e, ti agahî li ber destê wan nîne.
Waliyê Stenbolê Davût Gul, Midûrê Tenduristiyê yê Stenbolê, hekîmê giştî yê nexweşxaneyê û rektorê zanîngehê jî li nexweşxaneyê disekinin.