ENQERE - Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Kenan Maçoglu, diyar kir ku li 41 bajaran ji bo ewlehiya sindoqan û hilbijartinê bi xêristin in û wiha got: "Em dê li bajarên din jî bi partiyên mûxalif re sindoqan biparêzin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ewlehiya sindoxan xebatên xwe berdewam dike. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Kenan Maçoglu, diyar kir ku ji bo roja 24'ê Hezîranê sindoqan biparêzin bi lez û bez xebatên xwe berdewam dike û li 41 bajaran ji bo ewlehiya sindoqan û hilbijartinê bi xêristin in. Maçoglu, anî ziman ku li bajar û navçeyên ku xwe lê bi rêxistin kirine maseyên kirîzê ava kirine û wiha got: "Di her komîsyonekê de herî kêm hiqûqnasek heye. Hem li navçe û bajaran û hem jî li navenda Giştî ya HDP'ê maseya krîzê hatiye avakirin. Hemû îhlal û geşedanên li bajaran pêk bê dê li vir bê şopandin. Li gel bajarên herêmê li 41 bajaran me parêzer bi rêxistin kirine. Me li hemû navçeyan parêzer peywirdar kirine. Parêzer roja hilbijartinê piştî serê sibê dengê xwe bidin dê ji bo ewlehiya sindoqan bi maseya krîzê re di nava dan û stendinê de be. Ger ku li kijan sindoqê endamê me yê lijneya sindoqê û muşahid binpêkirinekê bibhîze dê bi lez biçe mudaxale bike. Parêzerên peywirdar dê roja hilbijartinê dibistan bi dibistan bigere. Hem namzetên me yên parlamenteriyê û hem jî parêzer dê bi hevre li dibistanan bigerin."
EM DÊ BI HEVRE BIXEBITIN
Maçoglu, da zanîn ku li herêmên din dê bi hevre bixebitin û wiha got: "Em dê li bajarên din jî bi partiyên muxalif re tev bigerin. Bi taybetî li bajarên wekî herêma Anatoluya Navîn û Karadenizê li gel platform û înîsiyatifên ku sindoqan û dengan biparezin re bi hevre bixebitin.
Maçoglu, herî dawî bang li hemû peywirdar, hilbijêr û berpirsiyaran kir ku biçin ser sindoqan, sindoqan biparezin û hestiyar tev bigerin.
Bajarên ku HDP di parastina sindoqan de bi rêxistin wiha ne: “Edene, Semsûr, Enqere, Agirî, Antalya, Erdexan, Aydin, Balikkesir, Êlih, Çewlîg, Bedlis, Bursa, Çanakkale, Denîzlî, Amed, Xerpêt, Erzirom, Eskişehir, Colemêrg, Hatay, Îdir, Stenbol, Îzmir, Mereş, Mûş, Qers, Qeyserî, Konya, Kocaelî, Meletî, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Sakarya, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Şirnex, Osmaniye, Edîrne.”
MA / Berivan Altan