Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da

  • rojane
  • 14:21 6 Nîsan 2025
  • |
img

MÊRDÎN - Têkildarî midûrê emniyetê û amirên polîsan ên li Nisêbînê mal û milkê xelkê talan kirin biryara beraetê hatibû dayin û cezayê polîsan hatibû daxistin. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku ji dozê nehatine agahdarkirin û bi hinceta biryar li dijî qanûnê ye serî li îstînafê da. 

 
Di 14’ê Adara 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ji ber giliyeke têkildarî dizî û talana di dema qedexeyan de hatiye kirin, lêpirsîn dabû destpêkirin. Di sala 2019’an de jî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê doz hate vekirin. Di dozê de Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Kadîr Şen, Cîgirê Midûrê Emniyetê Ahmet Tugcu, Amirê Şaxa TEM’ê Unal Uyar, polîsên bi navên Mahmût Oztekîn û Muslum Bozkurt, xwediyê fîrmaya ku karûbarê hilweşandinê dabûnê Mahmût Çomoglû, xebatkarê fîrmayê Arîf Kara û kesê bi navê  Abdulkerîm Sezîşlî ku tê gotin di navbera polîs û welatiyan de navbeynkarî kiriye bi awayekî negirtî hatin darizandin. Dadgehê, di 15’ê Cotmeha 2024’an de jî biryara xwe ya têkildarî bersûcan û hinceta wê aşkera kir. Dadgehê di biryara xwe de ji bo polîsên bi navên Mahmût Oztekîn û Muslum Bozkurt û xebatkarê fîrmayê Arîf Kara de ji ber sûcê “Bertîl wergirtiye û daye” 4 sal cezayê hefsê da û bi rêjeya 1/6 ev ceza daxist û kir 3 sal û 4 meh. Lê belê ji bo Midûrê Emniyeta Navçeyê yê demê Kadîr Şen û cîgirê wî Ahmet Tugcu û Amirê Şaxa TEM’ê Unal Uyar ji sûcê “Wergirtina bertîlê û peywira xwe ya venêrînê binpê kirine” biryara beraetê da. Dadgehê, ji ber ku xwediyê fîrmayê Mahmût Çomoglû miriye biryar da ku doza wî betal bibe. Ji bo Abdulkerîm Sezîşlî biryara beraetê da. 
 
BI WESFA ‘JI BER SÛC ZIRAR GIHIŞTIYÊ’ SERLÊDAN KIR 
 
Dadgehê, di hinceta birayara xwe de got: “Ji ber ku cezayê li bersûcan hatiye birîn dê di pêşerojê de bandoreke neyînî li ser bike, cezayê wan hatiye daxistin û ev biryar adilane û li gorî qanûnan e.” Lê belê Wezareta Karên Hundir têkildarî vê biryarê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê da. Wezerata Karên Hundir bi wesfa “Ji ber sûc zirar gihiştiyê” serlêdan kir. Wezaretê, di serlêdana xwe de li dijî biryarê îtîraz kir û got ku “ji ber wezaret ji dosyayê nehatiye agahdarkirin” xwest biryar were betalkirin. Wezaretê, di daxwaznameyê de wiha got: “Ji ber sûcê bersûcan kiriye, zirar gihiştiye saziya me.” Wezaretê got ku daxistina cezayê bersûcan “li dijî qanûnê” ye. 
 
Wezaretê, di daxwaznameyê de destnîşank ir ku cezayê li bersûc Oztekîn û Bozkurt hatiye birîn li dijî usûl û qanûnan e û xwest ku piştî lêkolîna îstînafê di sînorê herî jor de ceza lê were birîn. Wezaretê xwest ku biryara beraetê ya der heqê Tugcu, Şen û Uyar, Oztekîn û Bozkurt de were betalkirin. 
 
MAZBATAYA TEBLÎXATÊ
 
6’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê jî serlêdan nirxand û got ku tu mazbatayên teblîxatê yên ku Wezareta Karên Hundir ji dosyayê agahdar bike, nehatine peydakirin. Îstînafê, xwest ku heke agahî û belgeyên ku wezaret ji dosyayê hatiye agahdarkirin hebin li dosyayê bên zêdekirin.  Îstînafê xwest ku kêmasiyên usûlî ji hêla dadgeha herêmî ve bên temamkirin û dosya ji îstînafê bê şandin. Îstînafê got ku ev biryar bi piraniya dengan hatiye dayin. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn
13:13 Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin
12:42 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê t>
11:35 Ji bo xwendekarên girtî daxwaza ‘qedexeya siyasî’
11:05 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Îdianameya Rahîme Karvarê: Bazirganiya fihûş û tiryakê ne hêjayî nûçeyê ne
10:38 Şahid got ku bersûc nas nake!
10:33 Wezaret bi hinceta 'belgeyên winda' biryara bultena sor bi cih nayne
09:57 Qeyûm gelek zarok ji kreşê avêt
09:48 Ciwanên HDK’î: Ji bo bang civakî bibe em ê pêşengtiyê bikin
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê