Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye

img

ENQERE - Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan bi wêrekî û berpirsyariyeke mezin pedal a destpêkê zivirand. Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye.”

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, di civîna koma heftane ya partiya xwe ya li meclisê de axivî.
 
Bakirhan bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Di rojên pêş de ji Wanê heta Amedê, ji Îzmîrê heta Stenbolê em ê li her cihî Newrozên azadiyê bi coş û kelecaneke mezin pîroz bikin. Ji ber ku ev Newroz di rastiyê de Newroza milyonan Kurdan e ku ji cîhanê re dibêjin 'Em li vir in'. Newrozeke ku ne tenê raya giştî ya Tirkiyeyê di heman demê de wê nîşanî raya giştî ya cîhanê bide ku bi milyonan Kurd di vê pêvajoya ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk dikin de çawa li ser piyan e."
 
MEŞALE WÊ BIBE BANG
 
Bakirhan axaftina xwe wiha domand: "Meşaleya ku wê rêya me ronî bike , 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' e. Banga civaka demokratîk a di serdema pêş de wê mîna agirê Newrozê ronîkirina wê bidome. Bi rojan e tu dişopînin. Ji Mahabatê heta Kirmaşanê, ji Silêmaniyeyê heta Hewlêrê, ji Kobanê heta hemû deverên erdnîgariya Kurd, Banga Sedsalê tê destekkirin. Milyonên ku wan valahiyan tijî dikin, diyar dikin ku ew li pişt Banga Sedsalê disekinin. Îradeya me ye, dibêjin, ew me temsîl dike. Ji ber vê yekê, em ê bi gotin, çalakî û xebatên xwe yên di dema pêş de bikin re nîşan bidin ku em çiqasî destekê didin banga vê sedsalê."
 
DIVÊ ENQERE BAŞ BIXWÎNE!
 
Min qala qebûlkirina 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ji aliyê milyonan ve kir, lê belê bi ya min divê Enqere vê yekê rast bixwîne, baş bixwîne û desteka ji bo vê bangê hatiye dayîn fêm bike. Desteka ku bi milyonan ji vê bangê re tê dayin, wê di vê meha Remezanê de jî demokratîkbûna vî welatî bi înşaleh pêk bîne. Ev Newroz wê di têkiliyên Kurd û Tirkan de bibe xala werçerxê. Ev Newroz dê ji bo 85 milyonan bibe çirayek hêviyê. Eger em bikarin vê pêvajoyê bi ser bixin, ne tenê ji bo 85 mîlyon, ji bo pêşeroja zarokên nehatine dinê jî wê bibe ronahî û çirayeke hêviyê.
 
JI NÊZ VE LI TEVAHIYA HERÊMÊ ELEQEDAR DIKE
 
Rojhilata Navîn careke din di merheleyek pir dîrokî re derbas dibe. Geşedanên li Sûriyê ne tenê ji bo gelên Sûriyê, ji bo Tirkiyê û hemû herêmê fikarên mezin in. Bi peymana di navbera rêveberiya xweser a li Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya li Şamê re hat morkirin, deriyê pêşketinên girîng ên li Sûriyeyê vebû. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, wekhev û adîl ku statuya gelan lê tê naskirin, firsendeke mezin derketiye holê. Peymana li Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk hatiye îmzekirin.
 
DESTÛRA BINGEHÎN A DEMKÎ NÊZÎKATIYEKE ŞAŞ E
 
Birêz Erdogan got ku ew li ser rêkeftina navbera QSD’ê û hikûmeta demkî li Şamê erênî ye. Lê belê beriya îmzeya vê peymanê ziwa bibe, destûra bingehîn a derbasbûnê ket meriyetê ku gelan û baweriyan ji nedîtî ve tê. Di 13 'ê Sibatê de wekî ku we şopand, destûra demkî ya Sûriyeyê hate ragihandin. Ev yek hewldaneke ku potansiyela fetisandina Sûriyeyê di nava tarîtiyeke nû de heye. Ev destûra bingehîn a demkî xwedî nêzîkatiyeke welê ye ku perspektîfên aştiyê yên herêmî xera dike. 15 roj berê, ev peyva hikûmeta demkî hîn jî dimîne, ji ber ku ji bo mayîndebibe, divê demokratîk be, tevlîhev be, adil be. Pêwîste siyaseteke wekhevîparêz bimeşîne, ne siyaseta kuştinê. Divê neyê koçberkirin. Ji bo vê jî em dibêjin demkî, heta ku karektera demokratîk a vê rejîmê diyar bibe wê di çavê gelan de demkî bidome. Hikûmeta demkî ya li Şamê, di nava 15 rojan de komîsyona amadekirina destûra bingehîn a demkî ava kir. Maşallah, çawa dixebitin. Ev 10 sal in em nikarin li vî welatî makeqanûna demokratîk jî çêbikin. Di 15 rojan de komîsyon ava kir, pêşnûmeyek amade kir û ji raya giştî re eşkere kir. Bi kîjan dînamîkên ku pê re hevdîtin kirin, dema ku hev dîtin, kesî qet nizanîbû.
 
KURD WÊ XWE LI KU BIBÎNIN?
 
Bi Kurd, Elewî, Asûrî-Suryaniyan û Durzî re hevdîtin nehat kirin. Jinên Rojava ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, bi wan re hevdîtin nehatin kirin, lê belê pêşnûmeya destûra bingehîn a demkî ya Sûriyeyê ji raya giştî re hat ragihandin. Ma destûreke wiha dibe gelo ev destûr dikare tevlîhev be ? Ev destûra Sûriyê ye; ma em dikarin bibêjin ku hemû cudahiyan bi hemû rengê xwe yê demokratîk vedihewîne? Navê welat jî lê kirin, di nava 15 rojên xebatê de. Bi mantiqeke mezhebî, yekperestî ku ev sedsal e ji bo herêmê bûye sedema pirsgirêkan re Komara Ereb a Sûriyeyê bi nav kirin. Niha, eger di serî de bibêjin Komara Ereban a Sûriyeyê, Kurd wê xwe li ku dera vê komarê bibînin?
 
EM VÊ DESTÛRA BINGEHÎN NAS NAKIN
 
Em dê pirsa berdewam bikin. Li şûna vê yekê, diviyabû yekperestî ku bûye sedem ew erdnîgarî sed sal in di nava pevçûn û şer de bijî, divê nexistana meriyetê. Wan ew wekî destûreke demkî ya pênc salan mixabin rê li ber nearamiyeke nû, aloziyên nû û provakasyonên nû vekir. Em vê destûra bingehîn nas nakin. Divê ti kes ji bîr neke ku feraseta ku gelan û baweriyan tine dihesibîne, êdî nebaş e. Na, yên ku dihejmêrin winda dikin. Ji Sûriyeyê heta Tirkiye û Rojhilata Navîn Elewî mîsogeriya civaka demokratîk in. Tişta ku birêz Ocalan wek Civaka Demokratîk bi nav dike ev e; di rastiyê de bangeke ku mafên Elewiyan li jiyana wan misoger dike ye. Ji ber vê yekê em dibêjin civaka demokratîk.
 
ALTERNATÎFEKE DIN NÎNE
 
Ji Sûriyeyeke demokratîk, laîk û azad ku Elewî, Xiristiyan, Kurd, Durzî lê dijîn, hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê dijîn xwedî îradeya xwe ne, ti vebijêrk eke din nîne. Ji bilî destûreke bingehîn a demokratîk, laîk û azadîparêz, ti rêyeke ku karibe binixumîne nîne û vebijêrk jî nîne. Ji ber vê sedemê ez dixwazim bang li rayedarên Sûriyeyê bikim ku ev destûra ku jê re demkî tê gotin xwedî cewhereke demokratîk û ruhekî tevlîhev be, mîna vê hikûmeta antî demokratîk û demkî be.
 
SABOTAJEKE LI DIJÎ AŞTIYÊ YE
 
Di dema ku danûstandinên di navbera rêveberiya Şamê ya demkî û Rêveberiya Xweser de li Sûriyê dewam dikin, hûnê heqê wê bidin, erê gelek aliyên me hene ku em rexne bikin, lê bi taybet piştî destpêkirina vê pêvajoya nîqaşê, em hewl didin ku 24 saetan bi meclisa xwe ya jinan, hemû sazî û desteyên xwe yên partiyê re aştiyê bi rêxistin bikin. Em hewl didin hêviya aştiyê mezin bikin. Dema me hewl dida vê bikin, dema me hê hewl dida bernameya xwe ya serdanê li korîdorên parlamentoyê bi cih bînin, malbatek ji 9 kesan ku 7 jê zarok in, li Kobanê bi hovane hatin qetilkirin. Û bi taybet di meha Remezanê de û dema ku mirov ji bo paşîvê radibin. Em vê komkujiyê şermezar dikin, em vê komkujiyê qebûl nakin. Dema em dixwazin hêviya aştiyê mezin bikin jî hinek kes komkujiyên xwe didomînin. Ev komkujî nayê qebûlkirin. Ev komkujî provokasyon û sabotajeke li dijî aştiyê û vê pêvajoyê ye.
 
ABDULLAH OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ
 
Di hevdîtinên me yên bi birêz Ocalan re birêz Ocalan jî bal kişandibû ser provakasyonan. Hişmendiya ku ev komkujî pêk anî hêviyên aştiyê qetil kir. Hêviya aştiyê sabote kir. Ev êrîş bi ti awayî êrîşeke ji rêzê ye, em wiha nanirxînin. Peyama xerakirina hewldanên aştiyê ye. Birêz Erdogan çend roj berê gotibû ku em dê bala xwe bidin her provakasyoneke ku dibe di vê pêvajoyê de were û em ê hemû tedbîrên pêwîst bistînin Serokê îdarê vê dibêje, Birêz Serokkomar vê dibêje. Niha em ji Birêz Erdogan dipirsin: Eger ne sabotekirin be, qetilkirina malbateke ji 9 kesan ku 7 jê zarok in, li Kobanê çi ye? Heke ne provakasyon be çi ye? Em careke din vê êrîşê bi tûndî şermezar û lanet dikin. Em ê dest ji kesên ku ev êrîş pêk anîne bernedin. Heta ku dernexin holê, heta ku yên ev êrîş pêk anîne derxînin pêşberî dadgeriyê, em ê têbikoşin.
 
ME PEYAM BI BERFIREHÎ JI 50 HEZAR KESÎ RE VEGOT
 
Hevalên hêja, ji bo rêya aştiyê ava bikin me bi gelek derdorên civakê, bi taybetî bi partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û baweriyan re civîn pêk anîn. Me civîn li dar xistin. Bi rojeva çareseriya demokratîk re hemû desteyên me, bi taybetî jî hevalên me yên jin kedeke mezin didin. Weke partî em di berfirehkirina banga aştî û çareseriya demokratîk de dewam dikin. Em bi gelên xwe û kedkarên xwe re li her dera Tirkiyeyê li hev dicivin û hewl didin pêdiviyên siyaseta demokratîk bi cih bînin. Me li 139 navendên cuda civînên gel pêk anîn. 50 hezar heval û hevrêyên me tevlî van civînan bûn. Me peyama birêz Ocalan bi berfirehî ji van 50 hezar kesî re vegot û me bi hev re nîqaş kir. Li cîhanê mînakeke din nîne ku karibe bi 50 hezar kesî re aştiyê ji civakê re vebêje. Em her tim modelek in, em her tim pêşeng in, em ê bi 50 hezar kesî re aştiyê ji civakê re vebêjin. Weke ku hûn ji nexşeyê jî dibînin, me li hemû bajarên ku di bin rengê mor de bûn civîn li dar xistin. Em çûn ji 4’an 3 erdnîgariya Tirkiyeyê. Em ê yên mayî jî temam bikin û biçin wan deran jî bi hev re aştî û civaka demokratîk vebêjin.
 
GEL BAWERIYA XWE BI BIRÊZ OCALAN TÎNE
 
Daxwazên gel hene, fikarên wan hene, fikarên wan ên rewa hene. Dema em ewqas samîmî ne, mirov tên qetilkirin. Hêvîdarim ji bo çareserkirina van fikaran em ê di nava hewldaneke xurttir û rêxistinbûyî de bin. Tevî van hemû fikaran jî di van hevdîtinan de tiştek zelal bû. Gel baweriya xwe bi birêz Ocalan tînin, bi banga wî bawer in, ji wî bawer dikin. Di civînan de got ku ew ê banga Birêz Ocalan ji bo wî bikin pasîf. Temînata herî mezin a aştiyê banga Birêz Ocalan bû.
 
DORA KÊ YE?
 
Belê, eşkere bû ku di hemû serdan û civînan de me çi dît. Gelê me aştî, edalet û azadiyê dixwaze. Zemîn amade ye, îrade amade ye, hêvî heye. Em jî amade ne. Rê diyar e, 27 'ê Sibatê banga sedsalê ye û di heman demê de derbasbûna demokrasiyê ye. Ji bo ku em vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin divê em pedal berdewam bikin. Birêz Ocalan bi cesaret û berpirsyariyek mezin pedala yekemîn zivirand. Niha dora hikûmetê ye, dewlet e, divê pedalê bizivirînin. De haydê, pedalê bizivîrinin. 
 
DIVÊ 85 MILYON KES XWEDÎ DERKEVIN
 
Çareserî û aştiya li Tirkiyeyê wê ne tenê bi kêrî Kurdan, ji tevahiya Tirkiyeyê re bê. 85 milyon qezenc bike. Demokrasî pêşeroj e. Ev zemîna ku kirê û sermaye lê dewlemend e, teqawît û karker perîşan in, wê tine bibin. Em ê wekhev bin, em ê bira bin, têkoşîn wê biqede. Ji ber vê yekê pêwîste 85 mîlyon mirov vê bangê xwedî derdikevin. Çareseriya li Tirkiyeyê wê ji bo her kesî bibe serketinek. Hem wê Tirkiyeyê hem li cîhana nû hem jî li Rojhilata Navîn bike hêzeke mezin. Li vir van rojên dawî em bi hev re dişopînin. 
 
 

Sernavên din

08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket