Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e

img

WAN - Pîrozbahiyên Newrozê yên ku beriya 34 salan li Wanê dest pê kirin, tevî hemû astengî û qedexeyan jî roj bi roj mezin bûn û heta îro dewam kirin. Di çarçoveya peyama Abdullah Ocalan a “Ez rêzê li vîna ku 14 şaredarî girtin digirim" de wê îsal jî bi hezaran kes li derdora Kela Wanê kom bibin.

Wan yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku tevî şert û mercên hewayê yên xirab her sal Newrozê bi girseyî pîroz dike. Îsal jî wê bi beşdariya sed hezaran kesî li Parka Newrozê ya li derdora Kela Wanê bê pîrozkirin. Tê payîn ku Newroza îsal bigihêje girseyên dîrokî.
 
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peyama "Ez rêzê li vîna ku ji 14 şaredariyan 14 girtin dikim" ji gelê Wanê re şand, wê ji bo gelê Wanê bibe çavkaniya têkoşîn û berxwedanê. Gelê Wanê di tevahiya salê de bi daketina kolanan bersiv da hemû zextan. Gelê Wanê yê ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de li hemberî desteserkirina vînê ya ku piştî hilbijartinê derket holê, ji niha ve peyama dagirtina qada Newrozê dide.
 
Piştî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji aliyê dadgehê ve hat cezakirin, gelê Wanê ku ji ber serdegirtina şaredariyê ya di 15'ê Sibatê de ku bi sedan kes birîndar bûn, nêzî 500 kes hatin binçavkirin û zêdetirî 50 kes hatin girtin, bêzar bû, biryara tayînkirina qeyûm bi rojan li kolanan protesto kir.
 
Newroza ku di sala 1991’ê de dest pê kir û 34 sal in li Wanê tê pîrozkirin, her sal bi girseyî dibe yek ji pîrozbahiyên herî bi heybet li Kurdistanê. Dîroka Newroza Wanê jî wekî dîroka berxwedanê di rûpelan de cihê xwe girtiye.
 
Newroz îsal jî di 19'ê Adarê de li Parka Newrozê ya li kêleka Kela Wanê tê pîrozkirin.
 
Newrozên ku ji salên 90'î ve li Wanê tê pîrozkirin;
 
GEL LI DIJÎ SALONAN DERKET
 
Gel bi xwe pêşengiya hemû pîrozbahiyên Newrozê yên li Wanê kir ku êrişên girseyî û herî dijwar lê hatin kirin. Di sala 1991’ê de yekemîn mudaxeleya gel a li ser çawaniya pîrozkirina Newrozê pêk hat. Pîrozbahiya Newrozê ya Partiya Kedê ya Gelan (HEP) ya bi pêxistina mûman li salona xwaringeha kirêkirî bû sedema bertekên mezin. Gel bi pêxistina agir li gelek taxên bajar û gundan bertek nîşan da. Roja piştî Newrozê bi sedan kes hatin ber avahiya partiyê û nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê pîrozbahî ne li salonan li qadan û kolanan bê lidarxistin.  
 
LI GUND Û TAXAN PÎROZBAHÎ
 
Li ser vê berteka gel biryar hat girtin ku Newroza 1991’ê li kolan, tax û gundan bê pîrozkirin. Li ser vê yekê hem Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte û hem jî Walîtiya Wanê diyar kirin ku bi awayekî teqez destûr nayê dayîn ku pîrozbahî bên kirin û dê mudaxeleyî pîrozbahiyan bê kirin. Gelê ku guh neda vê biryara qedexeyê, şeva Newrozê li derdora bajêr agir pêxist. Newroz li tax û gundan li derdora agirê hat vêxistin hat pîrozkirin.
 
LI KELA WANÊ AGIRÊ EWIL
 
Xala herî bilind a pîrozbahiya sala 1991'ê li Kela Wanê ya ku îro bi sed hezaran kes li der û dorê kom dibin pêk hat. Di demeke ku li gelek deverên bajêr pîrozbahî û mudaxile didomîn de, li cihê herî bilind a Keleha Wanê agir hat pêxistin. Agirê ku hema hema ji her quncikek bajêr dihat dîtin, pîrozbahiyê ber bi rengekî pir cuda ve bir. Agirê li kelê hat pêxistin encax piştî saetan bi mudaxaleyê hat vemirandin.
 
NEWROZA BERXWEDAN Û HÊRSÊ
 
Pîrozbahiyên ku di sala 1991'ê de li Wanê hatin lidarxistin, ji bo sala 1992'yan gaveke girîng bû. Bi taybet qetilkirina bi dehan kesan di pîrozbahiyên li Cizîra Şirnexê û Nisêbîna Mêrdînê de hatin qetilkirin, pîrozbahiya li Wanê veguherî Newroza hêrs û berxwedanê. Di sibeha 21'ê Adarê de bi hezaran kes ji çar aliyên bajêr hatin ber avahiya HEP'ê û diyar kirin ku ew ê li kolanan pîrozbahiyê bikin. Piştî ku girse li kuçeyan kom bû mudaxeleya polîs û leşkeran pêk hat. Di mudaxaleyan de kesek mir, bi sedan kes jî birîndar bûn. Ew roj belkî wekî roja ku herî zêde binçavkirin û girtin li Wanê pêk hatin, ket nava dîrokê. Li gorî daneyên ne fermî 700 kes hatin binçavkirin û 300 kes jî hatin girtin.
 
LI HER DERÎ AGIR
 
Di sala 1993'yan de gelê Wanê li dijî binçavkirin û girtinên biryar da ku li gelek deverên bajêr pîrozbahiyê li dar bixe. Wekî pîrozbahiyên din ên Newrozê, pîrozbahiya Newroza îsal jî li hemû taxên bajêr, li kolan û gundan bi pêxistina agir hat lidarxistin. Di sala 1994’an de li dijî komkujiyan biryara “her kes li mala xwe pîroz bike” hat dayîn. Di roja Newrozê de hema bêje li ber her malê agir hat pêxistin û li gundan bi pêxistina agir li ser banan şahî dihatin lidarxistin. Di salên 1995-96 û 1997’an de her kesî li şûna ku li kolanan Newrozê pîroz bike, li cihên lê bûn pîroz kir.
 
WALÎTÎ: EM BI HEV RE PÎROZ BIKIN
 
Di sala 1998’an de li bajêr di pîrozbahiyên Newrozê de guhertinek çêbû. Beriya 21’ê Adarê welatî hatin ber avahiya Partiya Demokrasiyê a Gel (HADEP) û banga pîrozbahiya girseyî ya Newrozê kirin. Li ser vê yekê Komîteya Amadekar hat avakirin û serî li walîtîyê hat dayîn. Piştî serlêdanê Walîtiya Wanê ji endamên Komîteya Amadekar re pêşniyaz kir ku bi hev re Newrozê pîroz bikin. Rayedarên dewletê bi vê pêşniyazê re wê Newrozê wekî "Nevrûzê" pîroz bikira û bi pîrozbahiyan bigihîştana berjewendiyên xwe. Gel li dijî vê pêşniyazê derket. Gel jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev pîrozbahî wê li dijî ruhê Newrozê bin.
 
Piştî ku ev pêşniyaz nehat qebûlkirin, walîtiyê daxuyand ku wê pîrozbahî neyê qebûlkirin. Li ser vê yekê gel danê sibehê herikî ber avahiya HADEP'ê. Polîsan mudaxeleyî girseya ku li kolanê agir pêxist kir. Piştî mudaxaleyê hema bêje li hemû kolanên bajêr agir hat pêxistin, jinek birîndar bû û bi sedan kes hatin binçavkirin û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku heta sibehê dom kirin de bi sedan kes birîndar bûn. 
 
CIWANAN BI KINCÊN XWE AGIR PÊXIST
 
Newroza sala 1999’an ji pîrozbahiyê wêdetir, berdewama çalakiyên bi mehan bû ku ji ber teslîmgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Tirkiyeyê bi komployeke navneteweyî domiya. Rojek beriya Newrozê komîteya amadekar daxuyaniyek da û pîrozbahî ji însiyatîfa gel re hişt. Di sibeha Newrozê de bi sedan kes li hemû kuçe û kolanên ber bi avahiya HADEP'ê ve hatin girtin dest bi çalakiyê kirin. Li Kolana Sanatê piştî saet 8'an cil û bergên xwe ji xwe kirin û agirê Newrozê pêxistin û hemû esnafê bajêr derabeyên xwe girtin û tevlî çalakiyê bûn. Di mudaxaleya çalakiya li kolanê de bi dehan kes birîndar bûn.
 
10 SAET BERIYA NEWROZÊ
 
Yekemîn Newroza Wanê ya ku bi "destûr" hat pîrozkirin, di sala 2000'î de bû û ev Newroz ket nava rûpelên dîrokê. Serlêdana destûrê ya ku di bin serokatiya HADEP'ê de hat kirin ji aliyê walîtiyê ve hat qebûlkirin. Lê belê 3 roj beriya pîrozbahiyê walîtiyê ragihandibû ku destûr hatiye betalkirin û wê nehêle Newroz bê pîrozkirin. Walîtiyê ji bo sedema betalkirina destûrê jî ev tişt anîn ziman: “Newroz ne li gorî edetên tirkan e." Piştî ku gel û rêveberên HADEP'ê diyar kirin ku ew ê tevî her tiştî Newrozê pîroz bikin, Walî, Fermandarê Garnîzonê û Midûrê Polîsan bi endamên partiyê re hatin cem hev û 15 saet beriya pîrozbahiyê destûr dan şahiyê. Endamên partiyê 10 saet beriya pîrozbahiyê hatin agahdarkirin ku wê pîrozbahî li derdora Kela Wanê ya 10 kîlometre dûrî bajêr bê lidarxistin.
  
Endamên komîteyê û endamên partiyê yên sibeha Newrozê saet di 05:00 de çûn qadê, dîtin ku qad ji aliyê bi sedan leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Piştî ku ji bo dikê qaseya kamyonê hat avakirin, ji bo xebitandina pergala deng hat ferqkirin ku cihekî ceryan jê bê kişandin tune ye. Lê ceryan ji maleke 500 metreyî dûr hat kişandin. 
 
Di pîrozbahiya Newroza Wanê ya sala 2001'ê de cara ewil platformek hat avakirin û hunermendek cara ewil konser da. Heta sala 2007’an li heman qadê bi beşdariya sed hezaran kesî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahiya Newroza 2008’an ji aliyê walîtiyê ve nehat qebûlkirin. Bi rastî jî walîtiyê dixwest bibîne ku gel li hemberî qedexeyê çawa tevbigere. Newroza ku dihat plankirin di pêşengiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de were pîrozkirin, bi biryara Walîtiya Wanê ya ku ji derveyî dîroka 21'ê Adarê destûr nayê dayîn, pîrozbahî dest pê kir. Rêveberiya DTP'ê diyar kir ku ew ê vê biryarê bi cih neynin û piştî hevdîtinên rojên pêş de encamek negirtine, ew ê di 22'ê Adarê de li Kolana Cûmhûriyetê ya ku cihê herî qelebalix ê navenda bajêr Newrozê pîroz bikin.
 
HEGA MIDÛRÊ POLÎSAN
 
Bi daxuyaniyên Waliyê Wanê re rageşî zêde bûn û Midûrê Midûriyeta Polîsan a  Wanê yê wê demê Salîh Kesmez rojek beriya pîrozbahiyê daxuyanî da û got: "Ji bo bûyerên civakî çekên me yên nû hene. Hûn ê sibê van çekan bibînin." Ev yek bû sedema bertekan.
 
HER KUÇE BÛ QADA NEWROZÊ
 
Di sibeha 22’yê Adarê de hema bêje ji hemû taxên bajêr jin, ciwan û mezin bi hezaran kes ber bi kolana ku dê Newroz lê were pîrozkirin ve herikîn. Dema ku di saetên pêş de hejmara girseya li hev kom bû ji deh hezaran derbas bû, walîtî û polîs dîsa bi endamên DTP'ê re hatin cem hev û xwestin girse belav bibe. Lê belê dema ku muzakere li avahiya Walîtiyê dewam dikir, polîsan mudaxaleyî girseya li ber DTP'ê kom bûn kir. Piştî vê civîn bi dawî bû û DTP'iyên hatin ber partiyê bi peyama "Hemû kuçeyên Wanê qadên NEwrozê ne" dan û agir hatin vêxistin û govend hatin gerandin. PIştî vê careke din mudaxileyî girseyê hat kirin. 
 
2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Di vê mudaxeleya polîsan de bi dehan jinên ku cil û bergên rengîn ên Newrozê li xwe kiribûn ji aliyê polîsan ve li ser hev hatin komkirin û bi daran hatin derbkirin. Vê îşkenceya li ser jinan bajar rakir ser pêyan. Dema ku bûyer hat bihîstin hema li hemû tax û kolanên bajêr agir hat pêxistin. Piştre jî di encama êrişên li hemberî girseya li ber avahiya DTP'ê kom bûbû de welatiyê bi navê Zekî Erinç jiyana xwe ji dest da û 130 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran Ramazan Dag piştî hefteyekê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
50 HEZAR KES TEVLÎ CENAZE BÛN
 
Çalakiyên ku di 22 û 23’yê Adarê de berdewam kirin, di 24’ê Adarê de bi merasîma cenazeyê Zekî Erinç gihişt asta bilind. Erinç ê ku cenazeyê wî ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin, bi merasîmeke bi beşdariya 50 hezar kesî hat definkirin û piştî definkirinê bi deh hezaran kes dîsa ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Dema polîsan mudaxeleyî meşê kir gelek kes birîndar bûn.
 
Di sala 2009’an de Newroza ku beriya hilbijartinên herêmî hat pîrozkirin, li bajêr bi coşeke referandûmê hat pîrozkirin. Di sala 2010'an de bi dirûşmeya ""Serokatiya Azad, Nasnameya Azad, Xweseriya Azad", di sala 2011'an de bi kampanyay "Ji bo jiyaneke birûmet an azadî an azadî", di sala 2012'an de bi dirûşmeya "Naskirina nasnameya kurd", mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê", "statuya siyasî" û "pêkanîna mafê rêxistinkirinê yê kurdan" û bi dirûlmeya "Êdî bes e, an azadî an azadî" hat pîrozkirin. 
 
BANGA DÎROKÎ YA ABDULLAH OCALAN
 
Newroza 2013’an di encama berxwedana Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehê de bi destpêkirina pêvajoyeke nû hat silavkirin. Manîfestoya Ocalan di Newroza 2013’an de ku bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu” hat pîrozkirin, mohra xwe li pîrozbahiyê xist. Ocalan bi daxuyaniya xwe ya dîrokî ya di Newrozê de diyar kir ku serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kiriye. Newroza 2014’an ku di demeke ku pêvajoya diyalogê berdewam dikir de bi dirûşmeya “Rêbertiya azad, Kurdistana azad” hat pîrozkirin, bi sed hezaran kes beşdar bûn.
 
Newroza 2015’an a ku li Kobanê di serdema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û Peymana Dolmabahçeyê hatibû îmzekirin de bi dirûşmeya “Êdî Bes e, ji Reber Apo re Azadî" hat pîrozkirin. Dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî” ketin nava rûpelên dîrokê. Wan jî yek ji wan bajaran bû ku di sala 2016’an de ku qedexeyên derketina derve li bajarên Kurdistanê didomiyan, pîrozbahiya Newrozê lê hat qedexekirin. Lê li gel hemû astengî û êrişan jî gel agirê Newrozê li kolanan vêxist.  Di sala 2017’an de Newroz di hawirdora Rewşa Awarte (OHAL) de hat pêşwazîkirin ku di heman demê de pevçûna AKP-cemaetê jî rû dabû û piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê hat îlankirin. Bertekên li dijî pêkanînên dijdemokratîk ên ji ber Rewşa Awarte derketin, di Newrozê de derketin holê. Di Newroza 2018’an de bertekên li dijî êrişên li ser Efrînê zêde bûn.
 
Newroza 2019’an a li Wanê bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, li hemû girtîgehan belav bû. Bi sed hezaran kes beşdarî Newroza ku bi dirûşmeya "Em ê teqez bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin" hat lidarxistin.
 
Ji ber belavbûna koronayê (Covid-19) ku cîhanê hejand, di sala 2020'î de qadên Newrozê vala man. Lê tevî vê yekê jî gel li tax û gundan şahî li dar xist.
 
Di sala 2021’ê de li derdora Kela Wanê careke din şahiya bi sed hezaran hat lidarxistin. Newroza ku di demeke ku dosyeya girtina HDP'ê destpê kiribû de hat pêşwazîkirin, li qadê bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xw ebidin, azad bibin" deng veda.
 
Di sala 2022’yan de her cure astengiyên ku bi rojan berê dest pê kiribûn û berfa ku rojek beriya pîrozbahiyê bariya, bi bandor bûn. Di berbanga sibeha Newrozê de ji ber barîna berfê rê hatin girtin, loê gel guh neda vê yekê û herikî qada Newrozê. Pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşmeya "Dema serkeftinê ye" hat organîzekirin, tevî hewaya sar û barîna berfê heta saetên êvarê dewam kir.
 
Dîsa di sala 2023’yan de Newroz di bin siya erdheja mezin a li Tirkiye û Kurdistanê pêk hat de hat pîrozkirin. Wan jî yek ji navnîşanên bi heybet ên pîrozbahiya Newrozê bû ku bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem azad" hat pîrozkirin. Tevî baranê û hemû astengiyan jî Newroza Wanê ya ku bi sed hezaran kes beşdar bûn veguherî "beyannameya îradeyê".
 
Keleha Wanê ya ku şahîdê pîrozbahiyên Newrozê yên dîrokî û bi heybet e, di sala 2024'an de careke din bi sed hezaran kesî pêşwazî kir. Ji ber ku pîrozbahî bi hilbijartinên herêmî re û bi tevlîbûna gel a zêde, ji bo gelê Wanê veguherî Newroza referandûmê. Gel bi dirûşmeya ji 14'an 14 hev kom bû û encamên hilbijartinê eşkere kir.
 
Newroza Wanê ya ku 34 sal in tevî hemû astengiyan tê pîrozkirin, diyar dike ku wê îsal bi sed hezaran kes piştgiriyê bidin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
 
MA / Adnan Bîlen

Sernavên din

08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket