Newroza Xelfetiyê: Ev agir heta Kurd azad dibin dê her geş be

RIHA - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê de axivî û got: “Ev agir heta ku Kurd azad dibin dê her geş be.” 

Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên navçeyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyên ku bi cilûbergên xwe yên Kurdî hatin qadê, demek a dirêj li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyê ji ewil gel silav kirin. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Adalet Çay di pîrozbahiyê de axivî û got: “Li bajarê Rêbertiyê Newroza her kesî pîroz be. Newroza Rêber Apo pîroz be. Bila ev Newroz bibe wesîleya aştiyê. Werin em bi destên hev bigirin û destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Heta mirinê em bi Rêbertiya xwe re ne. Newroza we pîroz be.” 
 
Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin jî axivîn û Newroz li gel pîroz kirin. 
 
'HETA KUR KURD AZAD DIBIN DÊ EV AGIR HER GEŞ BE’ 
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û wiha got: “Bi kesên agirê Newrozê zindî hiştin, yên watedar kirin re me xwe gihand van rojan û me ev roj pîroz kir. Xaka Mezopotamyayê şahidiya gelek tiştên nû kir. Ev xak, ew xake ku cara ewil mirovan hestên xwe li kaxizê nivîsandin. Her wiha qralên zalim dît lê her tim berxwedêrên tu caran serî netewandin hebûn. Bi şewitandina qesra Dehaq re gelê Kurd bi sedan sala ye agirê Newrozê vêdixe. Ev agir heta ku Kurd azad dibin dê her geş be. Ev agir dê her tim ji me re bibe hêvî. Navê Newrozê li Kurdistanê bû berxwedan. Agirê Newrozê ji gelê Kurd re bû roj. Roja me bi banga 27’ê Sibatê re pêşniyara jiyaneke nû dike. Gelê Kurd axa mirinê li ser xwe diavêje û her tim dîrok zindî hişt.” 
 
'EV WELAT DIKARE DEMOKRATÎK BIBE’ 
 
Çîgdem Kiliçgun uçar, anî ziman ku li Xelfetiyê gel bi hev re dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di îradeya vê pêkvejiyanê de rola birêz Ocalan gelek mezin e. Bi banga 27’ê Sibatê re em derbasî pêvajoyeke nû bûn. Di bangê de, rêbazeke ku gel bi hev re dijîn û jin di navenda siyaseta demokratîk de cih digirin, heye. Her kes dikare bi nasnameya xwe re bê gel hev. Ev welat dikare demokratîk bibe. Gelo em amade ne ku vê bangê li Xelfetiyê bicih bînin? Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dê bi Newrozê re mezintir bibe. Divê Rêveberiya Xweser ne tenê li Sûriye û Rojava, divê li her çar aliyên cîhanê belav bibe. Çavên gelan ronî bin. Dê Sûriye nebe welatekî yekperest, dê her kes bi zimanê xwe, bi reng û baweriya xwe bijî. Bi sed Newrozên em ê li dar bixin re em ê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê vebêjin.” 
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sakîne Arat ku li Amedê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got: “Sakîne Arat bi salan ji bo çareseriyê têkoşiya. Heft zarokên xwe winda kir lê tu caran hêviya xwe winda nekir. Em soza pêşerojeke azad didin wan kesên hêviya xwe her tim geş dihêlin.” 
 
Pîrozbahî, bi axaftina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan domiya. 
 

Sernavên din

20/03/2025
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir