Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin

RIHA - Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 300 hezar kes ji bo vegera Efrînê amadekariyan dikin û wiha got: "Em dizanin ku ji bo vê yekê wê komîteyek bê avakirin. Em dê di demek nêz de pêvajoyê bişopînin."

Peymana ku ji 8 xalan pêk hatî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û rêveberiya demî ya Şamê de di 10'ê Adarê de wek serdemek nû li Sûriyeyê hate binavkirin. Di peymanê de xala; "Misogerkirina vegera hemû Sûriyeyiyên koçberbûyî li bajar û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyê ve" cih digire û ev ji bo gelê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku erdên wan hatine dagirkirin bû hêviyek mezin.
 
Efrîn ku sala 2018 'an kete destê Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter, ji wê demê û vir ve bi gelek sûcên li dijî mirovahiyê yên weke komkujî, talan, revandin û destavêtinê kete rojevê. Gelê Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê yên neçar man qadên xwe yên jiyanê biterikînin, niha li benda roja ku vegerê ne.
 
KELECANA VEGERÊ
 
Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku hemû gelên Rêveberiya Xweser bi coşeke mezin lihevhatinê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku bi taybet gelên ji warên xwe hatine koçberkirin peyman ê pêşwazî dikin. Şêxo diyar kir ku gelan ji bo vegera wan li benda pêngava ku ji aliyê rêveberiyê ve hatiye avêtin e.
 
DÊ KOMÎTEYEK  BÊ AVAKIRIN
 
Îbrahîm Şêxo wiha got: "Em nizanin rewşa amadekariyan çi ye. Em dizanin ku ji bo vê yekê wê komîteyek bê avakirin. Li gorî ku me bihîst, Tirkiye û hêzên wê yên dagirker li Efrînê û komên çekdar ên girêdayî rejîma heyî ya Şamê civînek li dar xistin. Di vê civînê de du mijar hatin zelalkirin. Yek jî ew e ku komên paramîlîter ên Tirk girêdayî Artêşa Sûriyeyê ne. Ya din jî vekişandina komên çekdar ji herêmên sivîl ku gund û navenda bajêr jî di nav de ne. Çalakiyên van koman li herêma Efrînê hê jî dewam dikin. Mijarên ku nehatine zelalkirin hene. Tirkiyeyê gavên pêwîst neavêt, lê belê amadekariyên ji bo vegerê bi hemû leza xwe dewam dikin. Bi peymana nû re berpirsyariyên vê yekê xistin stuyê rejîma nû."
 
'GELÊ EFRÎNÊ BI ÇIYAYÊ KURDAN VE GIRÊDAYÎ YE'
 
İbrahim Şêxo da zanîn ku ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 300 hezar mirov li benda vegera axa xwe ne û wiha dewam kir: "Piştî dagirkirina Til Rifat-Şehba, bi qasî 85-90 hezar gelê Efrînê neçar man ji vir koç bikin. Li gelek cihan bi taybetî li Helebê kesên ji Efrînê hene. Em difikirin ku zêdetirî 300 hezar kes vegerin. Bi mehan e em li benda erêkirina rêziknameya qanûnî ya têkildarî vegerê ne. Ji aliyekî ve em li benda Rêveberiya Xweser man, li aliyê din jî bêguman em li benda pêngavên rêveberiya heyî man. Em niha hem di asta neteweyî hem jî di asta navneteweyî de li benda misogeriyê ne. Di vê wateyê de em dibînin ku gavek hatiye avêtin.
Lê belê em ê di demeke nêz de vê pêvajoyê di warê mafên mirovan û hiqûqî de bişopînin. Divê baş were zanîn ku ne tenê gel ji Efrînê koç kir, Efrîn jî hate talankirin. Em dizanin ku yên piştre li wir bi cih bûne jî dema ji wir derketine malên Kurdan talan kirine. Em dikarin bibêjin ku tenê dîwarên di malên Kurdên Efrînê de mane, wê îro li wan vegerin. Mafê her mirovî heye ku li ser axa xwe bijî. Gelê Efrînê mîna kokên darên zeytûnê bi çiyayên Kurdan ve girêdayî ye. Her wiha em hêvî dikin ku Newroza 2025'an bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe Newroza azadiyê. "
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

20/03/2025
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin