Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin

AMED - Agirê ewil ê Newroza 2025’an li navçeya Licê hat vêxistin. Di axaftinan de hat gotin ku dê bi agirê berxwedanê ku li Licê hat pêxistin bersivê bidin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 

Agirê Newroza îsal ku bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, li navçeya Licê ya Amedê hat vêxistin. Parlamenterên DEM Partî, DBP’ê, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Welatî bi kincên herêmê beşdarî Newrozê bûn, bênavber govend gerandin û dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jiyan jiyan azadî’ berz kirin. 
 
Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Sadik Tosun axivî û Newroz li hemû kesî û bi taybet jî Îmraliyê pîroz kir. Piştre Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û diyar kir ku ev sed sal in bi înkar û asîmîlasyonê tê xwestin gelê Kurd bê tunekirin û wiha got: "Bersiva ku 50 sal berê li Licê hatiye dayîn nêzî azadiyê ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan rê li ber me vekir. Em bejna xwe li ber banga wî ya jiyana azad û avakirina civaka demokratîk ditewînin. Newroza te pîroz be birêz Ocalan."
 
'TÊKOŞÎN WÊ AZADIYA OCALAN MISOGER BIKE'
 
Gurbuz diyar kir ku têkoşîn wê bibe misogeriya azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Di her şert û mercî de Kurdan înkar dikin. Dijminatiya li Kurdan, nebûna Kurdan bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayê. Êdî bes e ji dijminatî û înkara Kurdan re. Em destê aştiyê dirêj dikin. Divê dewleta Tirk vê bibîne û bersivê bide. Em zimanê xwe, çanda xwe û îradeya xwe xwedî derdekevin. Birêz Ocalan banga doza civaka demokratîk kir. PKK'ê bersiv da û agirbest îlan kir. Em li benda çi ne? Êdî bes e. Em ji bo gelê Kurd jiyaneke azad dixwazin. Newroza îsal Newroza aştî û azadiyê ye." 
 
'HEMÛ KESÎ DENGÊ OCALAN BIHÎST'
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: "Ji bo gelê Kurd,cejn ne tenê xwe nûkirina xwezayê ye, di heman demê de berxwedana têkoşînê ye. Gelê Kurd ê di Newrozê de bedena xwe da ber agir, çalakiyan lidar dixe û têdikoşe. Kemal Kûrkût qetil kirin. Wê rojê, Newroz ji bo me dîsa bû sedema berxwedanê. Em Newroza Kemal Kûrkût û malbata wî pîroz dikin. Em ti carî hevalên xwe û şehîdên xwe ji bîr nakin. Me ji vê Newrozê re got Newroza azadiyê. Em ê tu caran heval û şehîdên xwe ji bîr nekin. Divê di vê Newrozê de banga Rêbertiya azad birêz Ocalan baş bê fêmkirin. Di vê bangê de Rêberê Gelan got, ‘Ji bo Kurdan serdemeke nû destpê dike’. Em vê Newrozê bi kelecana pêvajoya nû pêşwazî dikin. Qufilkirina ku ji bo dengê Rêber Apo dernekeve hatiye ferzkirin, nema ye. Dengê wî gihîşt hemû cîhanê. Hemû kesî denge birêz Ocalan bihîst.” 
 
PÊŞENGIYA CIWANAN
 
Kaganarslan got ku divê dewlet di vê pêvajoyê de gav biavêje, her tim ciwanan pêşengiya têkoşînê kirin û wiha got: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet, em ciwan ji bo aştiyeke bi rûmetî li ber xwe didin. Eger ciwan di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin, em ê karibin jiyaneke bi rûmet bijîn. Eger ciwan pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin, ti hêz nikare li pêşiya wê bisekine. Ciwanên Kurd daketin kolanan û li dijî qeyûm li ber xwe dan. Niha dema çalakiyan e. Me got, 'Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Em ciwan in, em ê bi aştiyeke bi rûmet xwerexnedayîna xwe bidin gelê xwe. Eger pêwîstî bi berxwedan û têkoşîna aştiyê hebe, em ê dîsa têbikoşin, em ê dîsa li ber xwe bidin. Em li vir in, xeta me zelal e. Baweriya me bi ciwanên me, partiya me û banga civaka demokratîk heye. Newroza Rêbertiya azad pîroz be.”
 
'ÎSAL BIRÊZ OCALAN AGIR VÊXIST'
 
Di dawiyê de wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş got ku îsal Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de agirê Newrozê li Îmraliyê vêxistiiye û wiha got: “Em ê bersivê bidin birêz Ocalan ê ku di 27 'ê Sibatê de agirê Newrozê vêxist, bi agirê Newrozê yê berxwedêran em ê bersivê bidin. Em ê agirê Newrozê ji bo birêz Ocalan, ji bo Rojava, ji bo Rojhilat û hemû Kurdistanê pêxînin. Newroz ji bo me her tim tê wateya vejînê, tê wateya berxwedana li dijî zilmê. Di ruhê Newrozê azadiya jinê nayê tepisandin, dest danîna ser zarokan, talankirina xwezayê nîne. Em ê bi ruhê Newrozê agirê xwe yê li dijî vê zilm û şerê taybet gur bikin. Em ê agirê xwe ji bo civaka demokratîk, ji bo aştî û azadiyê pêbixin."
 
‘SERKEFTIN NÊZ E’
 
Bêrîtan Guneş da xuyakirin ku ev rojên dîrokî ne û wiha got: "Tovên beriya 46 salan li navçeya Licê hatin çandin, îro li Rojava şîn dibin. Îro Rojava hêviya dayik, jin, zarok û gelan e. Birêz Ocalan ku ew felsefe, ew bawerî, ew paradîgmaya ji bo gelên Rojhilata Navîn nivîsî, îro civaka demokratîk û aştiyê ava dike. Em di rastiya Rojava de dibînin. Ev 50 sal in Licê gelek zehmetî dîtine. Di her malbatê de êşeke mezin heye. Ciwan dizanin ku di salên 90 'î de Newroz çawa tê pîrozkirin. Piştî van êş û zehmetiyan em niha dibêjin serkeftin nêz e. Birêz Ocalan dibêje, ‘Newroz jiyaneke nû ye , jiyana azad e’. Divê her roj bibe Newroz.”
 
‘DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN BANGA SED SALÊ’
 
Bêrîtan Guneş diyar kir ku li Rojava bi pêşengiya jinê jiyaneke nû hatiye avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna girtiyan û yên ku ji bo vê axê canê xwe dan, ev jiyan ava kirin. Piştî banga 27’ê Sibatê li cîhanê, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn gelek tişt guherîn. Em niha li ber ronesanseke mezin in. Ev ronesans wê hembêzkirina paradîgmaya birêz Ocalan û berxwedanê nîşan bide. Em ê bi têkoşîneke mezin jiyana azad biafirînin. Bi banga birêz Ocalan re em ê ji bo hemû gelan jiyaneke nû amade bikin. Divê piştgiriyê bidin banga sed salê."
 
DAYIKAN AGIRÊ NEWROZÊ PÊXISTIN
 
Piştî axaftinan dayikan yekemîn agirê Newrozê yê îsal bi coşeke mezin pêxistin. Li hemberî hewldana polîsan a tepisandina dengan, pîrozbahiya ku li qadê gelek caran dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Bi stranên Koma Ven ê ji Navenda Çanda Mezopotamyayê ve got, dewam dike.
 
 
 
 

Sernavên din

20/03/2025
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir