STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku weke gava ewil a demokratîkbûnê divê TMK were rakirin û got: “Nêzî 2 hezar girtiyên nexweş hene. Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan.”
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî. Eren Keskîn, diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke girîng e û got: “Li her çar parçeyên Kurdistanê meseleyeke mezin e. Lê li cihê em lê dijîn, bi taybet jî ji sala 1984’an heta niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, cînayetên kiryarnediyar hatin jiyîn, gund hatin şewitandin û êşên giran hatin kişandin. Mixabin di vê pêvajoyê de tenê êşên aliyekî hatin dîtin. Name û banga Abdullah Ocalan tê wateya ‘Em vê pêvajoyê bi dawî bikin û li ser çareseriyeke aştiyane biaxivin’ e. Weke parastvanên mafan me her tim çareseriyeke aştiyane parast û dê biparêzin.”
'DIVÊ LI SER ÇARESERIYEKE AŞTIYANE WERE AXAFTIN’
Bi domdarî Eren Keskîn anî ziman ku banga Abdullah Ocalan gelek watedar e û wiha got: “Di vê qonaxê de êdî divê li ser çareseriya aştiyane were axaftin. Bi rastî jî pêdiviya vê erdnîgariyê bi aştiyê heye. Li gorî min di piştperdeya wan metnan de hevdîtinên pir dirêj hene. Dema em li tevahiya pêvajoyên çareseriyan ên li welatên din dinihêrin, wiha bûye. Weke mînak IRA’yê demekî nêz berê çek berda. Dema li wê pêvajoyê dinihêrin, dibînin ka ev pêvajo çiqas dişibin hev. Abdullah Ocalan berpirsyartiyeke mezin girt û xwest PKK xwe fesih bike û kongreyê li dar bixe. Qendîlê jî got ku ji bo kongreyê bicivînin divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve di kongreyê de amade be. Bangekî wiha bi tena serê xwe de îradeya çareseriyê nîşan dide. Ya ku dikeve ser milê me parastvanên mafên mirovan jî ew e ku ji bo çareseriyeke aştiyane û avakirina civaka demokratîk hewl bidin.”
BERDANA GIRTIYÊN SIYASÎ
Eren Keskîn, got ku weke gava ewil a avakirina civaka demokratîk divê xala 90’emîn a destûra bingehîn ku dibêje hewceye li gorî peymanên navneteweyî were tevgerîn bê cîbicikirin. Eren Keskîn, wiha domand: “Ev jî tê wateya azadiya xweîfadekirin û birêxistinkirinê. Şertê vê yê ewil jî berdana girtiyên siyasî ye. Anku heke armanceke weke avakirina civaka demokratîk hebe, divê dewlet li gorî vê gava hatiye avêtin gavan biavêje û hemû astengiyên li pêşiya axaftina me rake. Jixwe civaka demokratîk, civaka ku azadiya wê ya xweîfadekirinê heye ye. Lê azadiya me ya xwedîfadekirinê tune ye. Çawa ku em gotinekê dikin tên girtin. Weke endamtên rêxistinên çekdar tên ragihandin.
Gava din a girîng a deokratîkbûnê jî ew e ku divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) bê rakirin. Di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de her tişt heye lewma hewceyî bi TMK’ê nîne. Li hêla din divê wekheviya înfazê hebe. Ji ber ku di navbera girtiyên edlî û siyasî de ferqekî mezin heye. Girtiyên edlî pir kêm girtî dimînin lê girtiyên siyasî dirêj dimînin. Heke dema tehliyeya wan bê jî ji hêla Lijneya Çavdêriyê ve tên taloqkirin. Divê beriya her tiştekî girtiyên nexweş bên berdan. Niha nêzî 2 hezar girtiyên nexweş hene.”
PEYMANA STENBOLÊ
Eren Keskîn, got ku yek ji lingên herî girîng ê demokratîkbûnê jî jiholêrakirina tundiya li dijî jinan e û wiha pê de çû: “Li cihekî tundiya li dijî jinan ewqas zêde de em rast nabînin ku Peymana Stenbolê were betalkirin. Divê nefreta li dijî LGBT+'yan jî bê bidawîkirin. Aboriya Tirkiyeyê jî gelek xerab e ji ber ku budçeya wê ji bo şer tê xerckirin. Heke çareseriya aştiyane were pêşxistin dê budçe ji bo cihên cuda bê bikaranîn. Lewma li gorî min divê herî zêde sendîka xwedî li vê bangê derkevin.”
'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN, MAFÊ HÊVIYÊ BÊ CÎBICÎKIRIN’
Eren Keskîn, daxuyand ku tu îzaheta hiqûqî ya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê nîne û wiha pê de çû: “Hevdîtinên bi parêzer û malbatan re tên astengkirin. Ma çi dikin ku her tim cezayê disiplînê lê tên birîn. Ev ceza tenê ji bo hevdîtinan bi parêzer û malbatên xwe re nekin tên dayin. Beriya her tiştekî divê tecrîd ji holê bê rakirin. Jixwe mafê hêviyê divê teqez li ser were axaftin û bê cîbicîkirin. Heke pêvajoya aştiyê nebûya jî diviyabû mafê hêviyê bihata axaftin.”
'DIVÊ TEMÎNATA HIQÛQÎ HEBE’
Eren Keskîn, got ku divê ji bo endamên Şandeya Îmraliyê û hemû kesên di xebatên pêvajoyê de cih digirin sererastkirinên qanûnî bên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Di pêvajoya aştiyê ya berê de tu temînat nebûn lewma 12-13 sal piştre ji ber xebatên di pêvajoya aştiyê de tên darizandin. Baş e lê heke dewlet salek piştre dîsa lêve bibe wê demê dê hiqûq bikare van biparêze? Ji bo pêvajoyên aştiyê divê mekanîzmayên xweser hebin û temînatên hiqûqî hebin. Lê beriya her tiştekî divê hemû rêxistinên mafên mirovan, yên civakî û hiqûqî, partiyên siyasî û sendîka bi dengekî bilind îradeya aştiyê biqîrin.”
MA / Esra Solîn Dal