Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin

AMED - Endamên Saziya Zimanê Kurdî piştgiriya xwe ya ji bo banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin û bang li her kesî kirin ku ji bo ziman, çand û hunera xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê.

Endamên Saziya Zimanê Kurdî ragihandin ku ji bo statuya Kurdî ew piştgiriyê didin banga "Aştî û Civaka Demokratîk" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 
 
Endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil diyar kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan serdemeke nû daye destpêkirin û li cîhanê deng vedaye. Akil got: “Zêdetirî 100 sal in gelên cuda li Rojhilata Navîn û cîhanê ji ber ziman û çanda xwe bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê tên paşguhkirin. Ev siyaseta bi dehan salan bûye sedema êş û azarên mezin ji bo gel û ev cudahî ji bo şer û pevçûnan wekî hincetekê tên bikaranîn."
 
Akil da zanîn ku ji ber vê yekê banga "Aştî û Civaka Demokratîk" girîng e û wiha got: "Divê ev bang bi gavên hiqûqî û siyasî demildest were bersivandin û Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de karibe bixebite. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve divê êriş, şer û operasyon bên rawestandin. Pirsgirêkên gel jî divê di çarçoveya civaka polîtîk a exlaqî de bên çareserkirin. Ji bo ev pêvajo bi pêş bikeve divê dewlet rê li ber zimanê Kurdî veke û zimanê Kurdî wekî zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin."
 
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ'
 
Endama Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman a Arî ya Êlihê Meral Kaptanê jî wiha got: “Bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ev pêvajo nagihêje armanca xwe. Em jî wekî gelê Kurd dixwazin li ser axa xwe bi nasname û zimanê xwe bi azadî bijîn. Divê dewlet li gorî vê bersivê bide pêvajoyê. Em wekî saziyên ziman dixwazin ku Kurdî ji perwerdeya pêşdibistanê heta zanîngehan bibe xwedî ziman û statuyeke fermî."
 
Endama Komeleya Pêşxistina Ziman û Çanda Kurdî (KURDÎGEH) Evîndar Akbulutê piştgiriya xwe ya ji bo bangawaziyê anî ziman. Evîndar Akbulutê diyar kir ku ev pêvajo ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û got: “Divê gelê Kurd ji bo ziman û çanda xwe piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Dema zimanek winda bibe, gel jî winda dibe. Ji ber vê yekê em dixwazin zimanê me ji saziyan derkeve bibe zimanê fermî û perwerdehiyê." 
 
Evîndar Akbulutê bal kişand ser girîngiya avêtina gavên erênî yên dewletê li ser zimanê Kurdî û got: "Eger wisa be dê baweriya bi vê pêvajoyê hîn zêdetir bibe."
 
Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) Yasîn Oral jî diyar kir ku bi salan e li benda aştiyeke bi rûmet in. Oral anî ziman ku ji ber vê sedemê ev bang dîrokî ye û destnîşan kir ku divê hemû gelên bindest û yên aştiyê dixwazin piştgiriyê bidin vê bangê. 
 
Endamê MED-DER'ê Mehmet Asena jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin bangawaziyê û got: “Ev bang xwedîderketina li ziman, çand û hunera Kurdî jî bi xwe re tîne. Em ê berpirsyariya xwe bigirin ser milê xwe û piştgiriyê bidin serketina bangawaziyê." 
 
Asena da zanîn ku divê desthilat jî gavên qanûnî biavêje û parlamentoyê seferber bike û got ku ger desthilat gavekê biavêje dê rê li ber xwendina ziman, perwerdeya ziman û statûya Kurdî bê vekirin.
 
MA/ Mujdat Can  
 

Sernavên din

20/03/2025
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin