Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje

img

AMED - Endamên Amed ÂLÎM-DER’ê xwestin ku îktîdar û dewlet li dijî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên şênber biavêjin.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de bi raya giştî re parve kirin. Piştgiriya bi bangê re her ku diçe zêdetir dibe. Lê tevî vê jî îktîdarê heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu gav neavêtiye. Komeleya Alimên Olî ya Amedê (ALÎM-DER) diyar kir ku divê îktîdar û dewlet li gorî bangawaziyê gavan biavêjin. 
 
Endamê ALÎM-DER’ê Dr. Şukru Erdogan diyar kir ku pêdiviya Kurd û Tirkan bi aştiyê heye û ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê hewcehî bi aştiyê heye. Erdogan, anî ziman ku îradeya Abdullah Abdullah, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokkomar Tayyîp Erdogan raber kirî girîng e û wiha got: “Ya ku dikeve ser milê civakê jî ew e ku xwedî li vê îradeyê derkeve. Ji ber ku Rojhilata Navîn rojên zehmet derbas dike. Aşkeraye ka şerê 46 sal in didome Kurd û Tirk xistine çi rewşê. Hêvîdarim ev bang bibe bingeha aştiyê. Pêvajo dê hêsan nebe û divê alî cidî nêz bibin. Hewceye em bo xwe dersan ji vê pêvajoya 46 salan bigirin. Ev pêvajo bi mirin, tundî û pevçûnan nadome. Lewma divê li Rojhilata Navîn, cîhan, Tirkiye û Kurdistanê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.” 
 
'HER ROJ BALAFIRÊN ŞER RADIBIN’
 
Endamê komeleyê Mele Abdulgaffur Ateş jî bi bîr xist ku ji salên 90’î heta niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran ji bo aştiyê hewl daye û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê jî agirbest ragihand. Divê dewlet jidil be. Divê çapemenî zimanê aştiyê bi kar bîne. Ên der heqê pêvajoyê de diaxivin divê rêzgir bin. Heke jidil bin dê encamên baş derkevin. Li gorî ruhê pêvajoyê divê çek jî bêdeng bibin. Her roj li ser serê me balafir difirin. Ev rewş, li dijî pêvajoyê ye. Heke dewlet jidil be, jixwe PKK’ê got ku dê piştgiriyê bide pêvajoyê û dixwaze kongreyê bicivîne. Divê li gorî vê tevbigerin. Ji bo bidawîkirina şer ji destê kê çi tê divê bike.” 
 
'DESTÊ AŞTIYÊ LI HEWA NEHÊLIN’ 
 
Endamê komeleyê Celal Efe jî diyar kir ku bandora şer ne tenê li aliyên şer dikin re bisînor dimîne û wiha pê de çû: “Hewceye her kes ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike. Aştiya herî xerab jî ji şer baştir e. Kurd û Tirk di vê pêvajoyê de gelek westiyan. Di ayetê dibêje ‘Kî ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike, wî destî li hewa nehêlin.’ Divê hêsirên jin û ciwanan bisekinin. Divê mirin bi dawî bibin. Bi xapandina mirovan aştî nabe. Ji bo vê divê mirov durist be. Ji bo vê jî divê her kes ji bo pêvajoya aştiyê destê xwe deyne bin kevir.” 
 
Mele Muhammed Emîn Gozonunde jî got; “Heke aştiyek çêbibe divê hundirê wê baş bê tijekirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştî, bi qebûlkirina mafan, edalet û azadiyê dibe. Aştî, dema li ser maseyê rûdinî mafên aliyê din çi bin divê tu bidî. Lê heke tu wiha nekî û bi tişta dizanî bikî, wê demê ev nabe aştî. Her kes dê aştiyeke birûmet bixwaze. Li rexekî aştî li rexekî êriş nabe. Ev aştî nîne.” 
 
'DIVÊ ÊRIŞ BÊN SEKINANDIN’
 
Mele Mahmut Şık jî bal kişand ser texrîbatên şer û wiha got: “Divê em êdî ji vî şerî re, ji şewitîna dilê mirovan re bibêjin bes e. Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de bangek kir. Em jî bêyî şert û merc piştgiriyê didin vê bangê. Divê dewlet jî bi ragihandina agirbestê bersivê bide PKK’ê. Ji bo pêkvejiyana gelan divê tişta ji dest tê bike. Divê ji ewil gel ji vê aştiyê bawer be û bihêvî be. Ji bo vê jî divê her kes li mala xwe, li kolan, gund û taxên xwe behsa aştiyê bikin. Hêvîdarin ev banga dîrokî bi xwe re aştiyê bîne.” 
 
Mele Mehmet Tekîn jî bi lêv kir ku li rexekî qala aştiyê tê kirin û li rexa din êriş li Kurdan tên kirin û wiha got: “Ev yek xizmetê ji aştiyê re nake. Heke aştî bibe, wê demê divê êriş neyên kirin. Hikûmet divê ji bo aştiyê bêhtir gavan biavêje. Divê ji bo girtiyên siyasî efûya giştî ragihîne. Divê şer neke û balafirên şer raneke. Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes piştgiriyê bide aştiyê.” 
 
Mele Şehmus Kaya jî bal kişand ser girîngiya bangê û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin careke din di bin navê aştiyê de bên xapandin û bêhtir rastî zilmê bên. Em di wê baweriyê de ne ku dê vêcarê aştî mayindetir be. Hêvîdarim li şûna bêhan barûdê êdî em bêhna gulan bistînin.” 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

18/03/2025
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
10:14 Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
10:12 Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
09:39 Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:38 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:37 Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin
09:24 Welatiyê Elewî yê li Sûriyeyê dijî: Em parastineke navneteweyî dixwazin
09:09 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
09:00 Newroz wê li zêdeyî 100 navendên Ewropayê bê pîrozkirin
09:00 ROJEVA 16’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Li Rihayê amadekariyên Newrozê
15/03/2025
16:43 Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin
16:25 Tevî nexweşiya giran jî nayên berdan!
16:21 DEM Partiyê bi rojeva ‘bangawaziyê'serdana DÎSK’ê kir
15:21 Xizmên windayan: Divê dewlet lêborînê bixwaze
15:07 Li Qada Galatasarayê lı aqûbeta Erîştî hat pirsîn
14:54 Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje
14:17 Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e
13:49 Li Sûriyê di 24 saetan de 33 kes hatin kuştin
13:00 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin
12:37 Sîrîn tê bombebarankirin
12:34 Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
09:45 Bi Newrozê re kar û barê terziyan jî zêde bû
09:12 Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
09:09 Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
09:07 Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
09:07 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
09:02 ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN
14/03/2025
16:38 SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin