NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo kesên di salên 90’î de bi zorê hatine windakirin, çalakî hatin lidarxistin. Navê jinên ku li Amedê di 8’ê Adarê de hatine windakirin, hatin xwendin.
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidar xistin.
AMED
Li Amedê di hefteya 839’an a çalakiyê de, parêzvanên gelan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo jinên hatine windakirin û di komkujiyan de hatine qetilkirin, edalet hate xwestin.
Alîkara Serokatiya Şaxa ÎHD’ê Suzan Mehmetoglu Aksoy li vir axivî û got, mafên jinan divê ne tenê rojekê, her roj bên parastin.
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa Amedê ya ÎHD’ê parêzer Berfîn Elçî navên jinên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî di hefteya 675’an a çalakiya xizmên windayan de, li Cadeya Gulistan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî hate dayîn û faîlên Mehmet Mungan hatin pirsîn ku 18’ê Adara 1998’an li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate windakirin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan, hefteya 165’an a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Gever a Colemêrgê hatin ba hev. Di çalakiyê wêneyên windayan hatin hildan û aqûbeta Naîf Demîr hate pirsîn ku 6’ê Adara 1995’an li Çelê hate windakirin.