ÊLIH - Li Êlihê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran kesan şahî hat lidarxistin. Di axaftinên hatine kirin de doza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Li Êlihê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran, li Parka Jinan a 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Di saetên siharê yên zû de, jin bi alên TJA’yê, tilîlî û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hatin qadê. Li qadê pankarta “Li hemberê qirqirina jinê em ê serî rakin em ê azadiyê ava bikin” û dovîzên “Berxwedan dewam e, ji azadiyê re silav”, “Ji xwediyê hêza teorîk û pratîkê re silav”, “Rojava berhemê fikir û îradeya azad e” û “Jin Jiyan Azadî” hatin hildan.
Li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û got ku jin pêşengiyê ji pêvajoya aştiyê re dikin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu wiha got: “Divê desthilatdarî bi samîmî nêzî banga ji bo civaka demokratîk û azadîxwaz hatî kirin, bibe. Jin wê ji bo avakirina vê aştiyê, têbikoşin.”
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag jî got: “Desthilatdarî divê gaveke samîmî bavêje û birêz Ocalan berde. Silav ji bo jinên ku berxwedana 8’ê Adarê li cîhanê mezin kirine.”
Aktivîsta TJA’yê Saliha Ayata diyar kir ku jinên kurd ên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, tarîtî veguherandine ronahiyê.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî ev tişt got: “Têkoşîna azadiya jinê têkoşîneke qedîm e. Avakirina çêkereke wekhev, azad û demokratîk bi pêşengiya jinan dibe. Sîstema desthilatdariya mêr bi êrîşkirina ked û nasnameya jinê, hewl dide xwe ava bike. Şoreş bi pêşengiya jinan li Rojava pêk hat.”
Di mîtîngê de peyama Rêber Apo ya ji bo 8’ê Adarê jî hate xwendin. Aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay Kkrdiya peyamê, aktivîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz jî Tirkiya wê xwend.
Peyam bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” hate pêşwazîkirin û bi deqeyan çepik jê re hatin lêxistin.
Mîtîng bi stranên hunermend Xecê bi dawî bû.