Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike

img

AMED - Zarok TV ku yekemîn û tekane kanala zarokan a bi Kurdî ye, dê 10’emîn sala avakirina xwe bi şahiyekê pîroz bike. 

Zarok TV ku yekemîn û tekane kanala zarokan a bi Kurdî ye, dê 10’emîn sala avakirina xwe bi şahiyekê pîroz bike. Zarok TV ku 10 sal berê di roja Newrozê de dest bi weşanê kir, bi mîsyona ku ji bo zarokên Kurd bi zimanê wan ê dayikê naverokên xweş û fêrkirinê biafirîne, bi rê ket. 
 
Koma Zarok TV’yê têkildarî salvegera 10’emîn daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye: 
 
“Zarok TV 10 salên têr û tijî derbas kir. Niha em kanala zarokan a Kurdan ya pêşî û yekane ne û salvegera xwe ya 10’em bi heyecaneka mezin pîroz dikin! Di van 10 salan da, em dilxweş in ku û herweha bawer dikin ku di serî de li welatê me li seranserê cîhanê bi milyonan zarokên Kurd ji me hez kir. Em Zarok TV, me di van deh salan da hewl da ku zarokên Kurdan di zimanê xwe yê dayikê da xwe bigihînin berhem û naverokên baş, şên û perwerdeker û valahiyeka mezin dagirin. Îro Zarok TV êdî ji kanaleka televîzyonê wêdetir e û em dixwazin ku di qada xwe da pêşengiya jîndarkirina mîrata çand û zimanekî bikin.
 
EM Ê DI SERDEMA NÛ DE LI SER PLATFORMÊN DIJÎTAL BÊHTIR CIH BIGIRIN 
 
Zarok TV di çarçoveya pîrozkirina sala 10’emîn de bernameyek amade kir ku bi nîşandana fîlmên xweş, lîstikên şanoyê û konseran tijî ye. Wan 10 salan, ji bo ku zarok di zimanê dayikê da xwe bigihînin navarokên serkeftî, di serdemên nû de jî em dê bi naverokên xwe yên perwerdeker û pêşdabir weşana xwe bidomînin. Dîsa di serdema nû da, em armanc dikin ku pêşketinên teknolojîk ji nêztir bişopînin, di platformên dijîtal da bêhtir cih bigirin û bêhtir bigihîjin bînerên xwe.
 
ÊDÎ NE TENÊ KANALEK A ZAROKAN E 
 
Em dizanin ku, Zarok TV ji bo Kurdan êdî ne bi tenê kanaleka zarokan e; ew dibistanek e ku zarokên Kurdan bi çanda xwe ra danûstandinê bikin, bi xwe ewle bi zimanê xwe yê dayikê ra pêwendiyê deynin û hem kêfê bikin hem fêr bibin. Di bingeha eleqeya mezin ya temaşevan û dêbavan ya deh sale da; naverokên ku em bi hezkirin hildiberînin, produksiyonên ku xeyalsaziya zarokên Kurd dewlemend dikin û pêwendiya me ya xurt ya bi mîrata me ya çandî ra heye. Em hemû temaşevan û dêbavên xwe, vedixwînin ku bibin parçeyekê vê roja taybet û beşdarî pîrozbayiyên me bibin.”
 
PÎROZBAHÎ DÊ DI 10’Ê ADARÊ DE DEST PÊ BIKIN 
 
Zarok TV dê bi boneya sala 10’emîn li Amedê çendek rêzeçalakiyan li dar bixe. Ji bo zarok û malbatan beranmeyên taybet ên pêşandanên xêzefîlman, lîstikên şanoyê û konser tê de hene hatine amadekirin. Pîrozbahî dê di 10’ê Adarê de dest pê bikin û di 15’ê Adarê de bi konsera Koroya Zarokan a Zarok Ma û Şubadap Zarokê bi dawî bibin. 
 
Bernameya çalakiyan a li Amedê wiha ye: 
 
Bernameya Çalakiyan
 
10’Ê ADARÊ 
 
Xêzefîlm: Şînok
 
Saet: 14:00
 
Cih: ÇandAmed
 
11’Ê ADARÊ 
 
Şano: Sê Ezezok
 
Saet: 14:00
 
Cih: ÇandAmed
 
12’Ê ADARÊ 
 
Xêzefîlm: Gergerok
 
Saet: 14:00
 
Cih: ÇandAmed
 
13’Ê ADARÊ
 
Xêzefîlm: Masîreşka Biçûk
 
Saet: 14:00
 
Cih: ÇandAmed
 
14’Ê ADARÊ
 
Xêzefîlm: Masha û Hirço
 
Saet: 14:00
 
Cih: ÇandAmed
 
15’Ê ADARÊ
 
Konser: Koroya Zarokan a Zarok Ma’yê û Şubadapê 
 
Saet: 14:00
 
Cih: ÇandAmed

Sernavên din

12/03/2025
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan
10:44 Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin
10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn
09:44 Li Haciya Kurdan coşa Newrozê
09:40 Foza Yûsif: Dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
09:34 Ûçar ê DEM Partiyî: Zemîna çareseriyê biryar 'mafê hêviyê' ye
09:07 Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin
09:02 ‘Ji bo pêkanîna bangawaziyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî'
09:01 Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN
09/03/2025
17:12 DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Bakirhan: Ocalan ji bo nêzikatiya ‘înkarger a dewletê dibêje ‘veguherin’
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir