Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin

img

STENBOL - Ayla Akat Ata ya diyar kir ku Abdullah Ocalan bi banga xwe şensek daye civaka Tirkiyeyê û wiha got: “Pêvajo dike ku hemû pêkhate bi awayekî kolektîf tevbigerin.”  

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27’ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ku bang li eywana daxuyaniyê lê guhdar kir, têkildarî mijarê axivî. 
 
Ayla Akat Ata, diyar kir ku ji nîqaşên di nava du rojên dawî de aşkera bû ka çareseriya pirsgirêka Kurd çiqasî pêwîst e û ev tişt anî ziman: “Encamên neçaerseriyê hatin dîtin. Lewma jî tu xêra taloqkirina çareseriyê ji bo civaka Tirkiyeyê nîne. Di vê çarçoveyê de têkoşîna bi sala ye didome îro bi peyama ji Îmraliyê hatî re bû yek. Bêguman em gelek bi kelecan û hestiyar in. Lê li hêla din em bi tecrûbe û zanîna bi salan jî hebûna xwe didomînin. Birêz Ocalan şensekî dide civaka Tirkiyeyê.” 
 
‘DIVÊ HER KES KEDÊ BIDE’
 
Bi domdarî Ayla Akat Ata, got: “Bi vê pêvajoyê re peywireke mezin dikeve ser milê her kesî. Em ê bi hev re nîqaş bikin, birêxistin bikin û bigihijînin encamê. Ji bo vê divê her kes baş bixebite. Bêguman mekana herî girîng Meclis e. Lê rola rêxistina civaka sivîl jî gelek girîng e. Her wiha divê jin û ciwan jî ji bo civakîbûna pêvajoyê baş bixebitin. Ev 30 sal in nîqaşên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd didomin. Ji sala 1993’yan ji tecrûbeya Turgut Ozal heta niha. Anku ji bo çareseriyê gelek tecrûbe hene. Li cîhanê gelek mînakên erênî yên pevçûn û pêvajoyên çareseriyê hene. Divê mirov li wan jî binêre. Divê ji xeletiyan ders bên girtin û tiştên hewce divê neyên taloqkirin.” 
 
‘DERMANÊ ÇARESERIYÊ ZELAL E’
 
Di berdewamê de Ayla Akat Ata bi lêv kir ku dermanê çareseriya pirsgirêka Kurd zelal e û wiha pê de çû: “Di pêvajoya çareseriyê ya 2015’an de sedem çi bin, îro jî heman sedem hene. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Pêvajo ferz dike ku tevahiya pêkhateyan bi awayekî kolektîf tevbigerin. Çareseriya pirsgirêka Kurd vê ferz dike. Dema pêvajoya Osloyê ya 2009’an de di Deriyê Sînor ê Xabûrê de krîz çêbû. Ji ber ku beşekê dewletê piştgirî dida pêvajoyê û ya din jî li dijî bû. Dewlet, bi awayekî kolektîf nexebitî.” 
 
ISRARA JINAN A JI BO JIYANÊ
 
Ayla Akat Ata got ku gelê Kurd, siyaseta Kurd, girtî û hemû avadaniyên Kurdan ji her demê bêhtir bûne yek û axaftina xwe wiha qedand: “Divê bi qedrê vê bê zanîn. Ev bang, ji bo tevahiya civaka Tirkiyeyê ye. Lê belê jinên Kurd dê ji bo xwe parekî mezin jê derxînin. Em ê bibin dînamîka herî girîng a vê pêvajoyê. Em ê pir mezin xwedî lê derkevin. Ji ber ku di esasê xwe de yên xwdî îdiaya jiyanê em jin in. Ev îdia ji mirinê re dibêje bes e, ji tunehesibandin, înkar û tunekirinê re dibêje bisekine. Bi sala ye jin ji bo vê bedel didin û ev israra di jiyanê de dê bi banga birêz Ocalan re bibe yek.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 
 

Sernavên din

08/03/2025
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!