Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku banga Abdullah Ocalan formula çareseriyê ye û got: “Em di qonaxa destpêkeke nû de ne. Banga dîrokî, destpêka perspektîfa têkoşîneke nû ye.”

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27’ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Banga dîrokî li seranserî cîhanê deng veda. 
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî peyam û banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
'DEM HATIYE KU BIBE QONAXA ÇARESERIYÊ' 
 
Zeyneb Mûrad, diyar kir ku Abdullah Ocalan formûla civaka demokratîk û ya aştiyane xal bi xal vegotiye û got ku ev bang ne tenê gelê Kurd tevahiya gelan û cîhanê eleqeder dike. Zeynep Mûrad, wiha got: “Peyam û banga birêz Abdullah Ocalan di hundirê xwe de gelek tiştên girîng dihewîne. Di serî de jî ev meseleya çareseriya aştî û civaka demokratîk xala herî girîng ku birêz Abdullah Ocalan destnîşan kiriye. Di bangawaziyê de nirxandinên cuda hebûn lê ya herî girîng ku em di vê peyamê de bibînîn tevî ku 26 sal di hundirê girtîgehê de  di bin esaretê de îspat kir ku şîroveyên wî ji bo vê qonaxê ku em tê de dijîn çawa gelê Kurd, çawa gelê herêmî û Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dê çawa bersiv bide vê peyamê ku em hemû bigihîjin aşitiyeke mayinde û çareseriyek demokratîk. Em behsa pêvajoyeke sedsalî ya tunekirina vî gelî dikin. Lêbelê em gihiştine wê qonaxê ku em tenê dikarin vê pirsgirêkê bi aştiyê çareser bikin. Ev peyam û bangawaziye ne tenê Tirkiyeyê eleqeder dike tevahiya herêmê eleqeder dike ev tevahiya cîhanê eleqeder dike. Li vir rastiyek jî heye di van 10 salan de, di nav de Tirkiye jî heyî bi şer û tundiyê nekarîn pirsgirêka Kurd çareser bikin û negihiştin armancên xwe. Loma niha demê wê hatiye ku ev qonax bibe qonaxa çareseriya aştiyê. Loma peyam di nav xwe de gelek tiştan dihewîne."
 
'BANG ÇARESERKIRINA HEMÛ PIRSGIRÊKA YE'
 
Zeyneb Mûrad, anî ziman ku peyama Abdullah Ocalan a dîrokî ji bo alozî û pirsgirêkên cîhanê nexşereya çareseriyê ye û ev tişt anî ziman: “Her çiqas şîroveyên cuda bên kirin jî ev di rastiya xwe de peyama aştiyê ye, peyama demokratîkkirina civakê ye, peyama siyaseta demokratîk e ku Kurd û hemû pêkhateyên civakê bikaribin bi hevre bijîn. Loma ez dikarim bibêjim peyameke dîrokî ye. Di van şert û mercan de tê xwestin pêngavên şênber bên avêtin. Ev dê pêngaveke gelek girîng be taybet weke dewleteke Tirkiyeye. Ev bangawazî ne tenê ji bo çareserkirina pirsgireka Kurde, ji bo çareseriya tevahiya Tirkiyeyê ye. Em hemû dizanin ku Tirkiye di qeyranên mezin de derbas dibe. Ji derveyî wê qeyranên derve hene, herêmî û cîhanî hene. Ev bang ji bo van hemûyan derfeteke ku çareser bikin. Çimkî di hundirê peyamê de jî ev qonax encama pêvajoyeke gelek dîreje. Pêwîst hat dîtin ku banga aştî û azadiyê bê kirin. Ev peyam ne tenê ji gelê Kurd re ji tevahiya gelên cîhanê re ye. Ev firsendeke û divê bê bikaranîn. Ji ber ku êdî dibe ku ev firsend neyê bidestxistin. Bendewariya me, hêviya me û daxwaza me ji birêz Abdullah Ocalan ev bû. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêngav bikare hin deriyên din jî veke. Ji bo azadî û aşitiyeke mayinde di hundirê Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê de, dê bi xwe re gelek tiştên erênî bîne."
 
'EV PEYAM DESTPÊKA PERSPEKTÎFA TÊKOŞÎNA NÛ YE'
 
Zeyneb Mûrad bilêv kir ku ev bangawazî ji bo têkoşîna gelê Kurd destpêkeke û wiha domand: “Piştî banga birêz Abdullah Ocalan gelek şîroveyên cuda hatin kirin. Birêz Abdullah Ocalan di peyama xwe de jî aşkere gotiye ku ev peyam bangawaziya aştiyê ye. Bangawazî çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi şêwazê demokratîk e, banga siyaseta demokratîk e. Kesayete weke rêzdar Abdullah Ocalan bi cesareteke ewqas mezin bangawaziyeke bi rêbazî dike. Ev cesarete bi xwe dibe bersivek. Fikrê wî û felsefeya wî, tehlîlên wî û vegerandina wî ya ji bo qonaxa dîrokî ji dewletên Sumeriyan heta roja îro pir girîng bû. Xal bi xal li ser sekiniye. Îro tevahiya cîhanê krîzan de derbas dibe, şer li her derê heye û belav dibe. Mafê gelan û mafê azadiyê tê binpêkirin. Loma ev xalên berfireh, têgehiştina vê qonaxê pêwîst tê dîtin ku bê bersiv nemîne. Em weke KNK'ê em piştgiriyê didin vê peyamê û em weke peyameke dîrokî dinirxînin. Ev peyam destpêka qonaxeke nû ye. Ji bo ku ev bigihije armanca xwe kar û xebatê dixwaze. Ev têkoşîn dê berdewam bike. Ev bang û peyam destpêk û perspektîfa têkoşîna nû ye."
 
'DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞENBER BIAVÊJE'
 
Zeyneb Mûrad, diyar kir ku êdî dora dewleta Tirk e û divê Tirkiye gavên şenber biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Rêzdar Ocalan bi berpirsyariyeke dîrokî tevgeriya û niha divê ku dewleta Tirk jî êdî gavên şenber biavêje. Pêwîste ji aliyê hiqûqî, qanûnî gavên şener biavêjin û ev bikeve meriyetê da ku bi xwe re serkeftinê bîne. Ji bo çareserkirina hemû aloziyan ev firsendeke. Loma pêwîstî bi zêde şîrove kirine nîne, peyam eşkere ye. Ev nayê wê wateyê ku dawîbûna têkoşînê ye. Daxwaz heye ku gelê Kurd xwe ji bo siyaseteke demokratîk xwe amade bike. Ev pêngava yêkemîne û wisa diyare ku dê berdewamiya wê bê. Ji bo ku em bigihîjin aştiyeke mayînde, ji bo ku mafê rewa yê gelê Kurd û Kurdistanê bê mîsoger kirin ev deriyeke xebateke berfirehe. Ev pêvajoye tenê PKK'ê eleqeder nake. Ev peyame tevahiya gelê Kurd û tevahiya cîhanê eleqeder dike. Pirsgirêka Kurd ne tenê li Tirkiyeyê heye li gelek deverên cîhanê tê dijîn. Çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêbazê demokratîk pêkane ye. Ev bangawaziye herî zêde ji dewleta Tirkiyeyê ye. Ev bangawaziyeke piralî ye. Divê her aliyekê li gorî ruhê vê hemleya ku hatiye destpêkirin tevbigere.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 

Sernavên din

08/03/2025
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!