‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’

img

AMED - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Hewceye ji bo ‘Mafê hêviyê’ di qanûnan de guhertin bên kirin.” 

Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çavê gel li gotina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ye ku di civîna koma partiya xwe de li Meclisê digot; “Heke vê îradeyê nîşan dide, bila di mijara mafê hêviyê de di qanûnan de heta dawiyê derî lê bên vekirin.” 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di vê çarçoveyê de duh li Amedê li Navenda Giştî tevî endamên xwe daxuyanî da û ev bang kir: “Ji bo ‘Mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan divê di qanûnan de guhertin bên kirin.” 
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak têkildarî banga Abdullah Ocalan û “Mafê hêviyê” de axivî. 
 
‘WEKE GAVA EWIL DIVÊ MERCÊN XEBATÊ BÊN AFIRANDIN’ 
 
Çakmak, mînakên çareseriyê yên li cîhanê bi bîr xist û got ku aliyê hiqûqî di van pêvajoyan de gelek girîng in. Çakmak, gava ewil û sereke ya aliyê hiqûqî jî wiha vegot: “Birêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava pergala tecrîdê de ye û divê ev tecrîd bê bidawîkirin. Ji bo Abdullah Ocalan bikare vê pêvajoyê birêve bibe, divê mercên xebatê bên afirandin. Divê îktîdar bingeha wê ya hiqûqî ava bike. Ger ev nebe, dê her gavek pir xetere be. Lewma divê ji bo guhertina şert û mercên birêz Abdullah Ocalan tê de ye guhertinên hiqûqî bên kirin. Piştî vê gavê, ji bo her gava muzakereyên di navbera birêz Abdullah Ocalan û dewletê de guhertinên qanûnî bên kirin.” 
 
‘DIVÊ RASTE RAST BI RÊXISTINA XWE RE PÊWENDIYAN DEYNE’ 
 
Bi domdarî Çakmak, wiha got: “Qanûna di pêvajoya 2013-2015’an de hatibû derxistin heye. Bi şertê ku ew qanûn mayinde be, ji bo her gavê divê di qanûnan de guhertin bên kirin. Ji ewil divê mercên înfazê yên Girtîgeha Girava Îmraliyê bên guhertin da ku birêz Abdullah Ocalan bikare pêvajoyê birêve bibe. Her wiha divê bikare bi pisporên neteweyî û navneteweyî re hevdîtinan bike. Divê parêzerên wî bikarin bêyî astengî pê re hevdîtinan bikin. Divê bikare raste rast bi rêxistina xwe re pêwendiyan deyne. Ji ber ku ew bi xwe bi dewletê re hevdîtinan dike.” 
 
‘DIVÊ DI QANÛNAN DE GUHERTIN BÊN KIRIN’ 
 
Di berdewamê de Çakmak biryara DMME’yê ya “Mafê Hêviyê” bi bîr xist ku Komîteya Wezîran ji bo cîbicîkirina wê salek dem daye Tirkiyeyê bi bîr xist û got: “Divê Tirkiye di nava salekê de di qanûnên înfazê de têkildarî cezayê hefsê yê muebbeta girankirî guhertinan bike. Lê ji bo birêz Abdullah Ocalan dê mafê hêviyê bi tena serê xwe têr neke. Ji bo merc ava bibin divê di qanûnan de guhertin bên kirin. Guhertina di ‘mafê hêviyê’ de ne tenê wî, dê hemû kesên bi cezayê muebbeta girankirî hatine cezakirin bibandor bike.” 
 
 ‘XWEDÎ GIRÎNGIYEKE JIYANÎ YE’
 
Çakmak, wiha bi dawî kir: “Daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan ne daxwazeke wî ya şexsî ye. Ji bo serkeftina pêvajoyê ev girîng e. Bi rastî jî pêvajoyeke biêş e. Pêvajoyek dest pê kir lê ya girîng pêvajoya piştre ye. Lewma ji bo ev pêvajo bidome divê şert û merc bên afirandin. Divê provakasyonên îxtîmalî jî em pêş çavan bigirin û ev yek xwedî girîngiyeke jiyanî ye.” 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

08/03/2025
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!