OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin

AMED - Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz diyar kir ku divê demildest ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) der barê "mafê hêviyê" yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li avahiya şaxa xwe ya Amedê daxuyanî da. Hevserokên Giştî yên OHD'ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Çakmak bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de û got ew ji bo xebatên hiqûqî amade ne.
 
Yek ji rêveberên navenda OHD'ê Şevîn Kaya jî got ku banga dîrokî ji bo avakirina aştiya demokratîk û veguherîneke dîrokî ya li Tirkiyeyê di serdemeke krîtîk de ye û wiha got, "Gotinên birêz Ocalan ên, 'Bêguman di pratîkê de danîna çekan û feshkirina PKK'ê, naskirina siyaseta demokratîk û pêkanînên hiqûqî ferz dike' vegotina pêwîstiya bidawîbûna pevçûnan û teşegirtina pêşeroja hevpar a gelan a li ser bingeha aştiyê ye û bangeke dîrokî ye.”
 
Şevîn Kaya, da zanîn ku ji bo ketina meriyete ya bangê û xurtkirina diyalog û çareseriya demokratîk pêngava herî lezgîn rakirina pergala tecrîdê ya Îmraliyê ye û wiha berdewam kir: "Eşkere ye ku ji bo aştiyeke mayînde divê polîtîkayên tecrîdê demildest bi dawî bibin û şert û mercên ku birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze bên afirandin. Ji vî alî ve divê pîvanên gerdûnî yên hiqûqê û biryara 'hêviyê' ya DMME’yê ya li ser birêz Ocalan ku zêdeyî 10 sal in bi cih nayê anîn, tavilê bi cih bên.
 
Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, di heman demê de li pêşiya siberoja demokratîk a civaka Tirkiyeyê asteng e. Polîtîkayên tecrîdê çareseriyên aştiyane asteng dikin. Weke pêwîstiyeke pergala civakî ya demokratîk, ji bo pêvajoyên diyalog û muzakereyê werin xebitandin divê azadiya birêz Ocalan were misogerkirin û rê li ber bê vekirin ku di vê pêvajoya girîng a jê re hatiye gotin de weke aktorekî aktîf cih bigire.
 
Weke Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, li ser navê siyaseta demokratîk û aştî avakirinê, em daxwaza rakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê weke pêwîstiyeke hiqûq û mafên mirovan û tavilê bicihanîna sererastkirinên qanûnî yên ji aliyê mafê hêviyê ve tê xwestin, dikin. Em bang li hemû raya giştî û rayedaran dikin ku guh bidin li vê banga demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û rêveçûna pêvajoya aştiyê."
 
'MAFÊ HÊVIYÊ' ÇI YE?
 
'Mafê hêviyê' dema ku girtî yek ji wan cezayê giran ê muebbetê lê tê birîn, bêyî ku mafê berdana bi şert were girtin e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de biryar da ku 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya navbera 17-19 'ê Îlonê de biryara binpêkirina DMME’yê nîqaş kir û hişyarî da Tirkiyeyê ku divê tedbîrên pêwîst bêyî dereng werin girtin, naxwe wê di îlona 2025'an de di civînê de biryareke demkî were amadekirin. Lê belê tevî biryara 'îxlalkirinê' û hişyariyan jî hê ti gav nehatiye avêtin.
 

Sernavên din

08/03/2025
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!