PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku tevli banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibin, dê tiştên pêwîst pêk bînin û agirbest îlan kir. 

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, PKK'ê da zanîn ku tevli banga Abdullah Ocalan dibin û dê tiştên pêwîst bi cih bînin. 
 
AGIRBEST HAT ÎLANKIRIN
 
Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniyê de Abdullah Ocalan silav kir û  diyar kir ku ji bo bang pêk were û bikeve meriyetê ji îro pê ve agirbestê îlan dikin û wiha hat gotin: "Heta li hemberî me êrîş pêk neyê dê tu hêzeke me leşkerî çalakiyên bi çek pêk neyne. Berdana çek ji bo pêk were ancax bi pêşengiya pratîk a Rêber Apo mimkun e."
 
PKK'ê da zanîn ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyeke nû destpê kiriye û wiha got: "Ev yek dê bandoreke mezin li pêşketina rêveberiya demokratîk û jiyana azad a li seranserê cîhanê bike. Girêdayî vê yekê berpirsiyarî dikeve berê me hemûyan; divê her kes li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve û wan bi cih bîne.Bêguman kirina bangeke bi vî rengî gelekî girîng bû; a niha pêkanîna naveroka wê ya bi awayekî serkeftî jî gelekî girîng e. Em weke PKK’ê bi awayekî rasterast tevlî naveroka Banga berbehs dibin û diyar dikin ku em ê li gorî pêwîstiyên Bangê tev bigerin û wan bi cih bînin. Lê belê ji bo serkeftinê jî divê şert û mercên siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî jî werin dabînkirin."
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nîvsedsala dawî de PKK'ê lehengiyên mezin pêk aniye û wiha hat gotin:  "Her tişt bi têkoşîneke mezin a lehengî, fedekarî, berdêl û kedên mezin hatin bidestxistin. Em hemû şehîdên leheng ên vê têkoşîna azadiyê bi rêz, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. A niha em bi heman ruh û baweriyê destkeftiyên dîrokî yên berbehs derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê dibin. Hişmendiya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye û tecrûbeya mezin a PKK’ê afirandî, başî, rastî, bedewî û hêza rêvebirina têkoşîna azadiyê ya bi rêya siyaseta demokratîk dide gelê me."
 
'DIVÊ RÊBER APO KONGREYÊ BI RÊVE BIBE'
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku amade ne li gorî daxwaza Abdullah Ocalan kongreya partiyê li dar bixin û ev tişt hatin gotin: "Lê belê ji bo pêkhatina vê divê şert û mercên guncav werin dabînkirin û ji bo serkeftina kongreyê jî divê Rêber Apo bi xwe ji kongreyê re pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe. Heta niha li gel hemû xeta û kêmasiyan me rêveberiya şerî kir; lê belê bes Rêber Apo dikare rêveberiya Serdema Aşitî û Civaka Demokratîk bike."
 
ŞERT Û MERCÊN AZADIYA FÎZÎKÎ, JIYAN Û XEBITÎNA AZAD 
 
PKK'ê bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha got: "Rastiyên şênber pir eşkere nîşan didin ku ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serketî pêk were, ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn a li ser esasê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo pêşxistina tevgera demokrasiya kurevî, divê şertên Rêber Abdullah Ocalan ên ku karibe bi awayeke fizîkî azad bijî û bixebite bên mîsogerkirin, hevalên wî jî di nav de karibe bê astengî bi kesên ku dixwaze re têkiliyê çêbike. Em hêvî dikin ku pêwîstiyên vê yekê ji aliyê saziyên pêwendîdar ên dewletê ve bên bicihanîn."
 
DESTPÊKEK NÛ YE
 
PKK'ê da zanîn ku ev bang ne dawî ye, destpêkek nû ye û wiha hat gotin: "Weke ku di daxuyaniyê de pir balkêş tê gotin û bi awayekî eşkere radixe berçavan ku tiştên ku divê di 35 salên dawî de û bi taybetî di van 20 salên dawî de bihatana kirin, lê bi qasî tê xwestin di dema xwe de nehatin kirin, niha divê teqez bên kirin. Di vî warî de pêwîst e Banga Rêbertiyê, sedemên wê, taybetmendî û erkên pêvajoya nû ya ku daye destpêkirin rast û têr bê fêmkirin û divê pêwîstiyên wê serketî pêk bînin. Divê bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin nêzî naveroka bangê bibin û gelekî girînge ku li her qadê bi awayekî serketî were bicihanîn."
 
PKK'ê got ku ji bo serkeftina bangê divê hemû kes berpirsyariya xwe bibîne û wiha got:  "Em ji bîr nekin ku barê herî mezin Rêber Apo her tim hilgirtiye ser milê xwe, rêya me ronî dike û pêşengiya me dike. Niha bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' gaveke nû davêje û ji bo hemû bindestan bi taybetî jin û ciwanan pêvajoyeke nû ya têkoşînê dide destpêkirin. Ji ber vê yekê em taybetmendiyên vê pêvajoya nû rast fêm bikin û li ser esasê ku her tim li hemberî her cure sextekarî û êrîşan amade bin, erkên wê bi serketî bi cih bînin. Em rêxistinbûna xwe ya demokratîk û têkoşîna xwe ya azadiyê li her qadê bi cesaret û fedakariyeke mezin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li çar aliyê cîhanê geş bikin. Divê em hemû ji bo serketina Banga Rêbertiyê xwe berpirsyar bibînin.
 
KELECANA 8'Ê ADARÊ Û NEWROZÊ
 
Va ye, em ketin meha Adareke nû û kelecana 8'ê Adarê û Newrozê dijîn. Em Şoreşa Azadiya Jinê li ser bingeha Jineolojiyê pêş dixin û li ser xeta Şaristaniya Demokratîk jiyana civaka exlaqî û polîtîk bi rêxistin dikin. Em hewl didin heqîqeta Apoyî bi awayekî rast û têr fêm bikin û şoreşa heqîqetê ku şoreşa zihniyet û şêwazê jiyanê ye pêş bixin. Banga Rêber Apo ya dawî di eslê xwe de banga xurtir xwedî li 8'ê Adarê û Newrozê derkevin û bi kelecaneke mezin pîroz bikine. Ji her kesî zêdetir divê jin û ciwan vê Bangê rast fêm bikin, bi xurtî xwedî lê derkevin û pêdiviyên wê bi cih bînin.Li ser van esasan em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar û Newrozê li hemû jin û ciwanan, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê xwedî li banga Rêbertiyê derkevin û li her qadê têkoşîna azadiyê geş bikin!"
 
 
 

Sernavên din

08/03/2025
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!