‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’

  • jin
  • 16:48 28 Sibat 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan, di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakî li dar xistin û gotin: “Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin.” 
 
Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin li gelek bajaran hatin gel hev û çalakî li dar xistin. 
 
Jinên ku li bajarokê Deşta Darê yê navçeya Hezex a Şirnexê hatin gel hev, di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de şitil danîn. Çalakî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Şaredariya Deşta Darê ve hat lidarxistin û gelek jin tev li bûn. Çalakî li avahiya şaredariyê dest pê kir û jin bi cil û bergên Kurdî tev li bûn. Di çalakiyê de jinan goveng gerand û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî 8’ê Adarê" berz kirin. Jinan, li dijî talan û texrîbata ekolojîk di têketina bajarokê de şitil danîn. Piştre jî jin li baxçeyê şaredariyê kom bûn. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan di çalakiyê de bal kişand ser komkujiyên li dijî jinan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku dê li dijî vê têbikoşin. 
 
Di çalakiyê de jinan banga tevlibûna çalakiya ku dê di 7’ê Adarê de li Silopiyayê bê lidarxistin kirin. 
 
Çalakî, bi gerandina govendê û tililiyan bi dawî bû. 
 
BEDLÎS
 
TJA’yê li navçeya Tetwan a Bêdlîsê jî li ber golê bi daxuyaniyekê starta 8’ê Adarê da. Rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredara Tetwanê, Meclisa Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin û Dayikên Aştiyê beşdarî bernameyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Em li dijî komkujiya jinan serî radikin, em ber bi azadiyê ve dimeşin" hate hilgirtin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Tetwanê Nûrdan Îlbasan metna daxuyaniyê xwend. Nûrdan Îlbasan, got: “Berxwedana ku jinên kedkar ên tekstîlê li dijî îstîsmara kedê dan destpêkirin, ji bo keda wekhev daxwaza mûçeyên wekhev kirin, îro sedema serhildana hemû jinên cîhanê ye. Ev kevneşopiya berxwedanê ya ku bi keda bi hezaran jinan ji Clara heta Rosayê hatiye afirandin,  rêya jinên kurd jî ronî dike. Me ev kevneşopiya berxwedanê ya ku ji çanda bi hezaran salan a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye parzûnkirin û koka wê heta neolîtîkê ye, kiriye yek."
 
Daxuyanî, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û çepikan bi dawî bû.
 
RIHA 
 
Li navçeya Sêwereg a Rihayê jî bi boneya 8’ê Adarê bi pêşengtiya TJA’yê meş hat lidarxistin. Gelek jin tev li meşê bûn. Meş, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê dest pê kir û heta Qada Kanlikuyuyê domiya. Jin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li bûn û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di meşê de pankarta “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye meşa me ber bi azadiye ve ye” û dovîzên “Ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê ve em aştiyê birêxistin dikin” û “Li dijî tundiya mêr dewletê em di serhildanê de ne” hatin hilgirtin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû li vir axivî û dîrokçeya 8’ê Adarê vegot. Sema Aîşeoglû got ku bedelên hatine dayin rêya jinan ronî dikin. 
 
Li ser navê TJA’yê jî Selma Ayabe daxuyanî xwend û got ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê didomin. Selma Ayabe, got ku weke jinên Kurd dê di çarçoveya hevjiyana azad de malbatê demokratîk bikin û jiyaneke nû ava bikin. Selma Ayabe, got: “Ji bo vê jî em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku piştevanî û berxwedanê mezin bikin. Heta ku li vê xakê aştiyeke birûmet tê avakirin û rêxistiniya me vediguhere azadiyê em ê li qadan bin.” 
 

Sernavên din

08/03/2025
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!