33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke

  • rojane
  • 10:36 28 Sibat 2025
  • |
img

AMED - Kasim Karataş ku 33 salan di girtîgehê de mabû, banga Abdullah Ocalan li Qada Şêx Seîd guhdarî kir. Karataş, got: “Birêz Ocalan gava ewil avêt, ev ne dawî lê destpêkek e. Ev peyam ji her kesî re ye. Îktîdar êdî mecbûr e tişta dikeve ser milê xwe bike.” 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li Stenbolê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Metna bangawaziyê ji hêla Ahmet Turk û Pervîn Buldanê ve hatin xwendin. Yek ji kesên ku banga dîrokî li Qada Şêx Seîd a Sûr a Amedê guhdarî kirî jî Kasim Karataş bû ku 33 salan di girtîgehê de maye û ji Dîlokê hatibû Amedê. Karataş, di sala 1991’ê de li Îzmîrê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birîn. Karataş, piştî 33 salan di 2’yê Sibata 2024’an de hate berdan. 
 
PIŞTÎ SEDSALAN DAXUYANIYA DÎROKÎ
 
Karataş, têkildarî banga dîrokî li Qada Şêx Seîd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Karataş, anî ziman ku sedsal piştre li cihê Şêx Seîd û hevalên wî lê hatibûn darvekirin şahidiya kêliyeke dîrokî dikin û got: “Ev, hestekî pir cuda ye. Şêx Seîd û hevalên wî ne ku şer dixwestin lewma hatin darvekirin. Pêşengên têkoşîna jiyana azad a Kurdan bûn lewma li vê qadê hatin darvekirin. Rastiyek heye ku têkiliyeke hestiyarî ya gelê me bi PKK’ê re heye. Vê yekê xwe ji kêliyên hestiyar ên li qadê jî xwe da der. Her şerekî aştiya xwe jî heye. Her pevçûnekê dawiyeke xwe heye. Ya girîng ew e ku bêyî nirxên xwe winda bikî, bêyî ku pişta xwe bidî nirxên gelê me vê bikî. Birêz Ocalan, yek ji pêşengên girîng ên dîrokê ye. Em divê piştrast bin ku Ocalan tu caran gaveke ku rê li ber tunebûna nirxan veke naavêje. Di pratîka xwe ya dîroka têkoşînê ya 50 salan de ev yek nîşan da. Ocalan beriya niha jî gavên gelek girîng avêt.” 
 
‘PIRSGIRÊK BI HESTAN ÇARESER NABIN’
 
Bi domdarî Karataş anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2002’yan de jî gotibû ku PKK’ê fesih dike û wiha pê de çû: “Şensek da dewletê û wê demê PKK fesih kir. Lê belê dewletê gavên diviyabû biavêje neavêt lewma di sala 2004’an de pevçûn dîsa dest pê kir û PKK dîsa derket holê. Ji bo ku pevçûnên bi vî rengî dîsa çênebin, ev yek girêdayî siyasetê û piştgiriya gel e. Gelê me gelek hestiyar bû lê belê divê mantiq li pêşiya hestan be. Ev pirsgirêk bi hestan çareser nabin.”
 
‘BI AŞTIYÊ DIKARE RÊ LI BER RIJANDINA XWÎNÊ WERE GIRTIN’ 
 
Karataş, destnîşan kir ku xelkê Filistînê ji ber rêbertiya kêm nekarî destkeftiyên xwe biparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha tenê parçeyeke biçûk a xaka Filistînê ma ye. Ji ber ku bi feraseta çareseriyê nêzî pirsgirêkê nebûn lewma wiha bû. Gelê Kurd di sedsala 21’emîn de xwedî destkeftiyan e û divê ev bên parastin. Îro hem dewlet hem jî Kurd dixwazin nirxên xwe biparêzin. Hinek klîkan di sala 2013’an de pêşiya hevdîtinan girtin. Weke ku ‘Kurdan pêvajo xerab kir”ibe nîşan dan. Lê Kurdan pêvajo têk nebirin. Birêz Ocalan pêşengekî girîng e. Ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo Rojhilata Navîn aktorekî girîng e. Îro li seranserî cîhanê fikrên wî tên nîqaşkirin. Heke birêz Ocalan biaxive dê li Rojhilata Navîn xwîn nerije. Divê pêşî li rijandina vê xwînê were girtin. Rêya vê jî aştî ye.” 
 
‘EV PEYAM JI BO HER KESÎ YE’
 
Karataş, got ku peyama Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan e û axaftina xwe wiha qedand: “Ev peyam her wiha ji bo gelê Tirk û gelên Rojhilata Navîn e. Divê rejîmên Îran, Iraq û Sûriyeyê jî vê peyamê baş bibînin. Kurd li her çar dewletan jî hêzeke bihêz in. Birêz Ocalan gava ewil avêt. Ev ne dawiyek lê destpêkek e. Ev peyam ji bo her kesî ye. Êdî îktîdar mecbûre e ku tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne. Mecbûr e ku mafên Kurdan misoger bike. Dibe ku îktîdareke nû were û van gavan vala derxîne. Ji bo ku ev yek nebe, divê îktîdar tavilê temînateke qanûnî bide. Pêvajoyên wiha ewqas bi hêsanî dernakevin holê. Ev firsende sedsalê carekê dernakevin pêşiya mirov. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, hatin sirgunkirin û gund hatin şewitandin. Ji bo ku ev dîsa çênebin, dewlet mecbûr e gavan biavêje. Temînata destûra bingehîn mecbûriyeteke. Dayina vê peyamê ya li Qada Şêx Seîd, tê wateya pêkhatina xeyalên Şêx Seîd û hevalên wî. Divê gelê me piştrast be ku ev encama têkoşîn, ked û nirxên wan e. Ya girîng ew e ku mirov vê biencam bixe. Ji vir û şûnde peywireke mezin dikeve ser milê her kesî. Ji bo ku êşên nû neyên jiyîn divê herî zêde jî dayikên Tirk piştgiriyê bidin vê gavê.” 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

08/03/2025
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!