Amed li benda banga dîrokî ye: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 09:52 27 Sibat 2025
  • |

AMED - Gelê Amedê li çaverêya peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Welatiyan gotin ku divê peyam bidîmen be û diyar kirin ku hewceye Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be. 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro dê bi li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û piştre jî banga Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike. Têkildarî banga Abdullah Ocalan dê li Amed û Wanê ekranên ledê yên mezin bên danîn. Xelkê bajêr ku bi kelecaneke mezin li benda peyama Abdullah Ocalan e, diyar kirin ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
Meral Kaçmaz Suzer anî ziman ku li rexekî hevdîtin û hewldanên çareseriyê, li rexa din qeyûm, êriş, girtin û binçavkirin hene û wiha domand: “Ev yek nakokî ye. Heke daxwaza wan a aştiyê hebe, bila mafên Kurdan û zimanê wan bidin. Divê peyama Abdullah Ocalan li hemû cîhanê bi dîmen be. Heta divê peyam bi awayekî zindî were dayin. Wê demê gel dê ji pêvajoyê bawer bike. Heta ku bidîmen nebe, ma em ê çawa bizanin ka Abdullah Ocalan çi gotiye.” 
 
Mecît Turgay jî diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberê neteweyekê ye û tenê ew dikare gel ji bo aştiyê qaneh bike. Turgay, wiha got: “Divê peyama birêz Ocalan bidîmen be. Piştre jî divê azad bibe û em dixwazin bê Amedê. Heke dewlet cidî û jidil be, bila van daxwazan pêk bîne. Yên dixwazin bi Kurdan re bijîn bila rêberê Kurdan berdin.” 
 
'LI SER KAXIZÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
 
Salih Kizil jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi sala ye hewl dide bi Tirkiyeyê re zemîna aştiyê çêbike û wiha pê de çû: “Divê peyama Rêber Apo bidîmen be. Heta divê azad bibe û wisa bide. Li ser kaxizê nayê qebûlkirin. Divê bi awayekî azad derkeve nav gel û fikrên xwe parve bike.” 
 
Mûstafa Metîn jî anî ziman ku ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin. Metîn, wiha got: “Divê peyama Abdullah Ocalan bidîmen be. Dewlet dibêje ‘di mewzûatê de nîne.’ Ev yek nîşaneya nejidilbûna wan e. Heke daxuyaniyek hebe divê ev bidîmen be. Tiştekî veşarî tune ye, divê nebe. Belkî tiştên ku wî negotiyî ji me re bên gotin. Lewma divê tiştên wî gotin her kes bibîne.” 
 
Îlamî Mutlu jî got ku îktîdar ji ber dengan winda neke naxwaze peyama Abdullah Ocalan bidîmen be û got: “Em dixwazin peyam bidîmen be.” 
 
Zulkuf Kiliç jî daxuyand ku divê pêvajo zelal be û wiha domand: “Pêvajoya heta niha zelal nîne. Ma dê çi zirara peyama Rêbertiyê ji bo îktîdarê hebe. Heke ji bo çareseriyê jidil bin, divê peyama bidîmen bidin.” 
 
'DIVÊ HER TIŞT JI RAYA GIŞTÎ RE VEKIRÎ BE’ 
 
Gulşen Bortluçene jî got ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin, hewceye peyama Abdullah Ocalan bidîmen be û wiha axivî: “Divê her tişt ji raya giştî re vekirî be. Divê bi veşarî nekin. Divê peyam bidîmen be.” 
 
Ayşe Guleç jî bilêv kir ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û got: “Divê cihêkarî neyê kirin û her kes bi rehetî bijî. Bila peyam vekirî be. Ez Kurd nînim Tirk im lê dîsa jî aştiyê dixwazim.” 
 
Mehdî Suzer jî daxuyand ku li Kurdistanê zilm heye û axaftina xwe wiha qedand: “Divê peyama Abdullah Ocalan a ji bo biratiya gelan bi awayekî zindî were dayin.” 
 

Sernavên din

08/03/2025
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!