Jin wê ji bo mafên xwe û jiyana xwe li qadan bên cem hev

  • jin
  • 09:05 27 Sibat 2025
  • |
img

STENBOL - Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalîncakoglûyê bang li jinan kir ku li qadan bicivin û got: “Eger em li dijî vê helwesta faşîst şer nekin, em ê hem jiyana xwe û hem jî mafên xwe yên bi dest xistine jî ji dest bidin. Ji ber vê yekê em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin.”

Jin di hawirdoreke ku polîtîkayên" malbatperest" ên desthilatê, sererastkirinên qanûnî yên destjêberdanê zehmet dikin û êrişên li ser nefeqeyê zêde bûne û qanûna 6284 tê gengeşekirin de amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dikin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di sala 2024’an de herî kêm 394 jin hatine qetilkirin û herî kêm 259 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên JINNEWS’ê di sala 2024’an de herî kêm 358 kes hatine qetilkirin û 221 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Feminîst û rêxistinên jinan têkoşîna xwe di nava salekê de bi eşkerekirina tundiya mêr-dewletê li qadan berdewam kirin. 8'ê Adarê ku bi çalakiyên girseyî pêk hat, wê îsal li gelek bajaran bi çalakiyên curbicur bê pîrozkirin. Yek ji navendên girîng ên jinan Stenbol e. Jin wê îsal di Hevdîtina Jinan a ku wê bi roj li Qada Îskele ya Kadikoyê bê lidarxistin bên cem hev û danê êvarê jî li Kolana Îstîklalê beşdarî Meşa Şeva Feminîst a kevneşopî bibin.
 
Nûnera KCDP'ê Şîrîn Yalîncakoglûyê der barê têkoşîna jinan de axivî.
 
PÊŞÎ LI BER TUNDIYÊ HAT VEKIRIN
 
Şîrîn Yalıncakoglû diyar kir ku sala 2024'an sala herî zêde ya tundiya mêr tê dîtin û got ku hewldana girtina jinan a li malê rê li ber tundiyê vedike. Şîrîn Yalıncakoglûyê got: “Ger hûn zilamtiyê bi rûmet bikin û jinan bikin obje, ger hûn wan wekî kedkara malê û heyînên ku divê mêr guh nedin wan nîşan bidin, hûn ê di civakê de meyla tundiyê derxin holê. Ji ber ku jinan xwest dest jê berdin me bûyerên ku zarok hatin kuştin, jin hatin kuştin dîtin. Mirina 259 jinan, nayê wê wateyê ku her 259 jinan xwe kuştiye. Em tu carî vê qebûl nakin. Gelek dosyeyên ku dihat gotin xwe kuştine hatin nixumandin hene, lê piştre me eşkere kir ku ew cînayet in. Malbat niha delîlên xwe kom dikin û ne li meqamên hiqûqî, dadgeh, dozgerî an jî polîsan, li ser medyaya civakî banga edaletê dikin. Wan bi polîtîkayên ku her aliyê jiyanê diyar dike rê li ber jiyana jinan girt."
 
QANÛNA 6284'Ê
 
Şîrîn Yalîncakoglûyê diyar kir ku li dijî qetlîamên li ser jinan ku bi vekişîna Peymana Stenbolê re zêde bûne çalakî li dar xistine û got: “Ji bo bicihanîna qanûna bi hejmara 6284’an û ji bo hemû jinan mafên xwe vebêjin me dest bi seferberiyê kir. Divê em li her qadê têbikoşin. Em gelek bûyer û atolyeyan organîze dikin. Em bi hemû saziyan re hevdîtinan dikin. Em ê bi gelek pêkhateyên rêxistina jinan re tevlî gelek çalakiyan bibin. Û em ê vê ji jinan re bibêjin: 'Hûn li ku derê dixwazin xwe bi cih bikin, li kîjan qadê dixwazin têbikoşin, bêyî ku serî li ber zextan bidin; em we vedixwînin ku li kolanan, li salonan, li her cihê ku em pê re rû bi rû bimînin, li dijî helwesta desthilatdariyê ya li derveyî hiqûqê, ji bo mafê bingehîn ê jiyanê, mafê destûrî, azadî û rêgeziya jinê û ji bo ku LGBT bibin xwedî wekhevî hemû mafên xwe, ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo mafên xwe têbikoşin. Ger em li dijî vê helwesta faşîst şer nekin, em ê hem jiyana xwe ji dest bidin û hem jî mafên me yên bi dest ketine dê ji destê me bên standin. Ji ber vê yekê em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin."
 
MA / Yeşîm Tukel

Sernavên din

08/03/2025
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin
17:11 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin
17:11 Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû
16:20 Tax bi tax amadekariyên 8’ê Adarê
15:43 Di doza Mehmet Uytun de dîsa keşf nehat kirin!