Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 13:42 24 Sibat 2025
  • |

Êlih - Rojnameger Cengîz Altun di salvegera 33’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Êlihê hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku di salên 90’î de rojnamegerên Kurd li naverasta kolanan dihatin qetilkirin û heman zîhniyet îro bi SÎHA’yan qetil dike. 

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 33’yemîn salvegera qetilkirina rojnameger Cengîz Altun, li ser gora wî ya li Goristana Çamlica ya Êlihê bernameya bîranînê li dar xistin. Endamên DFG, MKG, malbata Cengîz Altun, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê yên Êlihê tev li bernameya bîranînê bûn. 
 
Beşdaran, wêneyên Cengîz Altun û qurnefîl danîn ser gorê. Bîranîn, bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Çapemeniya Azad dest pê kir. 
 
'ROJNAMEGERÊN KURD ÎRO BI SÎHA’YAN TÊN QETILKIRIN’ 
 
Di bîranînê de ji ewil endamê DFG’ê Bîlal Guldem axivî û diyar kir ku yek ji cangoriyên ewil ê Çapemeniya Azad, Cengîz Altun e. Guldem, di şexsê Cengîz Altun de hemû cangoriyên Çapemeniya Azad bibîr anî. Guldem, da zanîn ku di salên 90’î de rojnamegerên Kurd li naverasta kolanan dihatin qetilkirin û îro jî li Rojava û başûrê Kurdistanê bi bombebarana SÎHA’yan tên qetilkirin. Guldem, got ku ew ê her tim li ser şopa cangoriyên Çapemeniya Azad bin, ala têkoşînê her tim li ba kin û pênûsa wan li erdê nehêlin. 
 
'BI HEZARAN ROJNAMEGERÊN KURD LI SER ŞOPA WAN IN’ 
 
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî di bîranînê de wiha got: “Cengîz Altun şehîdê ewil ê Çapemeniya Azad e. Bi kuştina Cengîz re xwestin dengê heqîqeta Kurdan jî bikujin. Lê heqîqeta gelê Kurd ewqas bi hêz bû, bi pey Cengîz Altunan re bi hezaran rojnamegerên Kurd li dinyayê rabûn. Di salên 90’î de bi destê Hîzbullahê û JÎTEM’ê rojnameger dihatin kuştin lê îro jî rojnameger tên girtin û li Rojava û Başûr jî hevalên me yên rojnameger bi SÎHA’yan tên kuştin. Zîhniyeta salên 90’î hê jî li ser kar e û îro jî rojnamegeran dikujin. Lê belê hêz û qeweta Cengîz Altunan îro zindîtir e û em îro bi hezaran rojnamegerên Kurd dengê gelê Kurd li hemû cîhanê radigihînin. Pênûsa cangoriyên me li erdê nema û wê ev heqîqet û têkoşîn qet neşikê. Em ji vir bang dikin û dibêjin; wê heqîqet neyê kuştin û Çapemeniya Azad neyê bêdengkirin.”
 
'ZALIMAN NEXWESTIN DENGÊ KURDAN BÊ BIHÎSTIN’ 
 
Hevserokê DEM Partiya Êlihê Mûstafa Tekîk jî hemû kedkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî. Tekîk, anî ziman ku sed sal in li ser gelê Kurd û Kurdistanê komkujî tên kirin û wiha domand: “Li dijî van komkujiyan jî sed sal in têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a heqîqetê didome. Hemû zalim û desthilatdar naxwazin dengê gelê Kurd were bihîstin. Cengîz Altun û hemû hevalên xwe bi rojnamegeriyê dixwestin deng û daxwaza gelê Kurd li cîhanê belav bikin. Lê zaliman û desthilatdaran nexwest ku Kurd bibin xwedî maf û statu û xwestin Kurdan qir bikin. Zaliman civakek serî tewandî ji xwe re çêdikirin. Lê Cengîz Altun û hevalên xwe nehiştin gelê Kurd bêziman û bêagahî bimînin. Em ê her tim cangoriyên heqîqeta Kurdistanê bibîr bînin. Em ê her dem têkoşîna cangoriyên xwe bilind bikin.” 
 
'DÊ ZILM BI SER NEKEVE’ 
 
Paşê jî dayika Cengîz Altun, Turkan Altun axivî. Turkan Altun, di serî de ji tevahiya Çapemeniya Azad û gelê Kurd sersaxî xwest. Turkan Altun, anî ziman ku dewlet zilm û zorek dijwar li ser gelê Kurd kiriye û got ku wê ev zilma dewletê negihîje armanca xwe. 
 
‘EM SOZA WE BICIH TÎNIN’
 
Birayê Cengîz Altun, Azad Altun jî di bîranînê de li ser navê malbatê bixêrhatina hemû mêvanan kir. Azad Altun, destnîşan kir ku wan 33 sal berê rojek wek îro ew li ser vê gorê bûn û wan sozek dabû Altun û wiha got: “Îro vaye em wê soza xwe bicih tînin. Me gotibû wê pênûsa te li erdê nemîne û neşikê. Belkî ew roj em kesek hatin qetilkirin û xwestin wî ruhê ragihandina azad qut bikin lê îro em bi hezaran rojnamgerên Kurd hene û li ser pêya ne û li hemû dinyayê belav bûn e. Îro bi saya rojnamegerên Kurd ku li ser şopa Cengîz Altûn, Hafiz, Orhan û Apê Mûsayan rojnamegeriyê dikin, dengê Kurdan li hemû cîhanê belav dibe. Ew hişmendiya salên 90’î îro jî li ser kar e. Her roja ku diçe hişmendiya azadbûnê belavtir û bilindtir dibe. Em bi saya cangoriyên xwe gihîştin van rojan. Em carek din hemû cangoriyên xwe bi hurmetî bibîr tînin û em dibêjin wê pênûsa we li erdê nemîne û wê kenê we neçilmis e.” 
 
Bernameya bîranînê piştî axaftinan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

26/02/2025
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan