AMED – Kedkarê gelek partiyên kurd û rêveberê DEM Partiyê yê Amedê Şehmûs Yavûz hat oxirkirin.
Şehmûs Yavûz (84) heta niha di xebatên partiyên wek; HEP, DEP, HDP û DEM Partiyê de cih digirt duh jiyana xwe ji dest da. Yavûz ê ku nexweşê dil bû û hefteya bihurî ji nexweşxaneyê derket, piştî ku ji avahiya partiyê derket, li qehwexaneya ku çay vedixwar, ket xwarê. Yavuz li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
Di merasîma cenazeyê de endamên DEM Partiyê û DBP’ê, Tevgera Jinen Azad (TJA), hevşarnedarên bajarên mezin û navçeyan, Komeleya Alîkarî, Piştgirî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û her wiha gelek welatî amade bûn.
Cenazeyê Yavûz piştî wecîbeyên olî li Goristana Yenîkoyê hat bicihanîn, li Goristana Deriyê Mêrdînê bi dûayan hat definkirin.
Malbata Yavuz dê li Mala Şînê ya Lîceiyan serdanên sersaxiyê qebûl bike.