NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de di serî de Kurdî, jibo hemû zimanan daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî hate kirin.
Lijneya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” ragihand. Ji sala 2000’ê heta niha jî her sal 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê” tê pîrozkirin. Bi boneya 21’ê Sibatê li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de serî de Kurdî, ji bo hemû zimanan daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînatên qanûnî hate kirin.
AMED
Platforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêyî zimanê dayikê tenduristî nabe” hate hilgirtin. Ji rayedarên Odeya Bijîşkan a Amedê Sabîre Aygun, di daxuyaniyê de got: “Daxwaza xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê, parçeyeke mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweşan û mafên sereke yên mirovan e. Ji bo xizmeteke wekhev û baş divê di qada tenduristiyê de zimanê dayikê were bikaranîn, astengiyên li pêşiya ziman bên kêmirin û di navbera xebatkarên tenduristiyê û nexweşan de têkiliyeke baş û bitendurist hebe. Di qada tenduristiyê mijara esasî ew e ku zirarê nedin nexweşan. Ma heke mirov bi zimanê nexweşî/ê nezane dê çawa pêşî lê bigirî ku zirarê nedeyê? Ji bo pêşîlêgirtina zirardayinê û pêşkeşkirina xizmetên tenduristiyê, divê cihêkarî di navbera nîjad, gel, ziman, zayend, ol û çînan de neyê kirin.”
Sabîre Aygun, got: “Divê xebatkarên tenduristiyê yên bi Kurdî dizanin li herêmên Kurd lê dijîn bên peywirdarkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka ziman a di qada tenduristiyê de, divê di her qatê de perwerdeya zimanê dayikê fermî bibe û zimanê dayikê di her qada jiyanê de bê parastin. Em dixwazin ku her kes bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê bigire.”
DÊRSIM
Şaxa Egîtîm Sen a Dêrsimê jî daxuyanî da. Daxuyaniya bi Kurdî Seroka Yapi Yol Senê Evrîm Ay xwend. Ay, bi zaravayê Kurdî Kirmanckî axivî û got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke ye. Zarokeke ku çanda xwe bi zimanê xwe hîn dibe û cîhana xwe ya fêmkirinê bi zimanê xwe dixemilîne, dema dest bi dibistanê dike zimanê wan tune tê hesibandin û ev tê wateya nenaskirina nasnameya wan. Ziman, ji bo pêşxistina çanda civakekê hêmaya sereke ye. Lewma perwerdeya bi zimanê dayikê, ji bo çanda civakekê di navbera nifşan de bidome gelek girîng e.”
ENQERE
Li Navenda Giştî ya Egîtîm Senê daxuyanî hate dayin. Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak di daxuyaniyê de got ku perwedeya bi zimanê dayikê mafekî însanî yê sereke ye. Irmak, diyar kir ku dewlet û hikûmet mecbûr in ku derfetên perwerdeyeke baş û demokratîk ji bo hemû kesan biafirînin. Irmak, xwest ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê zemîna pêwîst were amadekirin.
EDENE
Şaxên ÎHD û Egîtîm Senê yên Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî dan. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajar jî tev li bûn. Serokê Şaxa Egîtîm Senê Fatîh Toprak anî ziman ku bi milyonan xwendekar ji zimanê xwe yê dayikê bêpar hatine hiştin û ev rewş hêj didome. Toprak, got ku perwerdeya pirzimanî ji bo pêşketina pedagojîk a zarokan xwedî bandoreke erênî ye û ev tişt anî ziman: “Sepanên di qada perwerdeyê de yekzimaniyê ferz dikin, rê li ber pirsgirêkên pedagojîk û psîkolojîk vedikin.”
HATAY
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Coşkun Selçûk, got: “Mafê her kesekî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Em dixwazin ev maf demildest bê cîbicîkirin.”
MÊRSÎN
Atolyeyên Kolektîf ên Sanatoliayê yên Mêrsînê, ÎHD, Egîtîm Sen û Sendîkaya Mamosteyên Taybet jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî dan. Daxuyanî bi zaraveyên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî û bi zimanê Tirkî hatin dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Pîroz be” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye" û "Perwerdeya bi zimanê dayikê nayê astengkirin” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê astengiya herî mezin feraseta netewe dewletê ye û wiha hate gotin: “Netewe dewletê bi feraseta pişaftin, yekperestî û qedexeker daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê red dike. Feraseta netewe dewletê ferz dike ku tevahiya gelên li ser erdnîgariyekê bi yekzimanî biaxivin û perwerde bibin.”
Daxuyanî bi stranên Atolyeyên Kolektîf ên Sanatoliayê bi dawî bû.
RIHA
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê jî li Rihayê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayin. Bi zimanên Kurdî û Erebî dovîzên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bêyî ziman jiyan nabe” û “Her cih Kurdî her dem Kurdî” hatin hilgirtin. Endamê Meclisa Şaredariya Eyyubiyeyê Celal Altun daxuyaniyeke kin da.
Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan, bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û got: “Ev sedsal in Kurdî tê înkarkirin. Ev yek li gorî bawerî, hiqûqa hemdem û wijdanê nayê qebûlkirin. Polîtîkaya ‘Bi Tirkî biaxive pir biaxive’ êdî têk çûye. Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve. Divê Kurdî bibe zimanê fermî.”
Li navçeyên Wêranşar û Sêweregê jî daxuyanî hatin dayin. Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyan di daxuyaniyan de bertek nîşanî qedexeyên li ser zimanê Kurdî dan.
ŞIRNEX
Li Kolana Hunerê ya navçeya Cizirê ya Şirnexê daxuyanî hate dayin. Bi pêşengtiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê û Şaxa Egîtîm Senê daxuyanî hat dayin û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniya li vir de hate gotin ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û xwedî temînateke qanûnî be.
Ji Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Rojger Nûh Ant, got: “Hêj jî di gelek qadan de Kurdî tê qedexekirin. Polîtîkayên zext, tunekirin û pişaftinê li ser me tên meşandin. Tevahiya saziyên li her deverên Kurdistanê mîna aşên pişaftinê dixebitin. Ev êrişên li dijî zimanê Kurdî tên kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Nêzikatiya dewletê ya li dijî Kurdan û nirxên Kurdan girêdayî hev in. Mînaka vê ya herî şênber jî birêz Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan, ji destpêkê heta niha azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze. Ji bo vê jî têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Parastina azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan, di şexsê zimanê Kurdî de tê wateya azadiya hemû zimanan.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û ev tişt anî ziman: “Heta ku Kurdî dibe zimanê perwerdeyê em ê têbikoşin. Divê zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û bijîn.”
Piştî daxuyaniyê stran hatin gotin û govend hate gerandin.