Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome

  • rojane
  • 11:32 21 Sibat 2025
  • |

AMED - Hevşaredarên jin ên DEM Partiyê ragihandin ku di çarçoveya “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de xwe gihandine 15 hezar jinan. Hat diyarkirin ku dê kampanya bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome.

Hevşaredarên jin ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de kirin eşkere kirin. Bi daxuyaniyê re dê starta xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî hate dayin. Daxuyanî li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat dayin û tevî hevşaredarên jin, gelek jin jî tev li bûn. 
 
Beriya daxuyaniyê têkildarî xebatên hatine kirin sînevîzyonek hate pêşandan. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ve ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û ya bi tirkî jî ji hêla Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ve hate xwendin. 
 
‘SEPANÊN QEYÛMAN KIRIN KU JIN ÎZOLE BIBIN’
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Rêgeza herî bingehîn a demokrasiya xwecihî ew e ku îradeya gel di mekanîzmayên rêveberiyê de bênavber û bi awayekî azad derkeve holê. Lê mixabin pêkanînên qeyûman ên ku bi salan e tên meşandin, rêya rêveberiyên xwecihî ku ji pêdiviyên gel re bibe bersiv girtine û pêkanîna polîtîkayên şaredariyan ên civakî, aborî û wekheviya zayendî asteng kirine. 
 
Qeyûm polîtîkayên civakî yên ku li gorî daxwazên gel ji aliyê şaredariyan ve dihatin meşandin an betal kirin an jî bêbandor hiştin.  Xebatên wekî Navendên Piştevaniya Jinan, Stargehên Jinan û Xeta Tundiyê ya Telefonê ku di têkoşîna li dijî cihêkarî û tundiyê de xwedî girîngiyeke mezin in, ji aliyê qeyûman ve hatin betalkirin û jinên ku li van qadan dixebitîn jî, ji kar hatin avêtin. Ev rewş bûye sedem ku jinên ku rastî tundiyê tên û jinên ku pêdiviya wan bi alîkaroya rêveberiyên xwecihî heye, bên îzolekirin. Van polîtîkayan jin xistine bin metirsiyê û ji ber vê yekê, jin ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar mane.
 
QEYÛMAN SAZIYÊN JINAN GIRTIN
 
Bi desteserkirinên qeyûman, ne tenê xizmetên heyî ji holê hatin rakirin, di heman demê de rê li ber afirandina xizmetên nû jî hat girtin. Hema hema hemû derfetên ku şaredarî bikaribin projeyên ku wekheviya zayendî û mafên jinan xurt dikin pêş bixin ji holê hatin rakirin, navendên hevgirtinê yên jinan hatin pasîfîzekirin, yekîneyên wekheviya zayendî yên li şaredariyan hatin girtin û hewldanên li dijî tundiyê ji holê hatin rakirin. Lê tevî van hemû astengiyan jî piştî ku rêveberiyên xwecihî car din bi îradeya gel re civiyan, me bi lez û bez dest bi xebatên xwe kir. 
 
DI ÇARÇOVEYA KAMPANYAYÊ DE XWE GIHANDIN 15 HEZAR JINAN 
 
Di 13’ê Mijdara 2024’an de, me weke Polîtîkayên Jinan ên Şaredariyên Partiya DEM’ê kampanyaya ‘Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ da destpêkirin.  Armanca me ya vê kampanyayê ew bû ku em bi xebatên xwe yên di warê wekheviya zayendî de, hevgirtina jinan ji nû ve xurt bikin û li dijî tundiya li ser jinan têbikoşin.  Di vê çarçoveyê de me xwe gihand zêdetirî 15 hezar jinan. Me tax bi tax, gund bi gund çalakiyên berfireh ên hişyarkirinê li dar xistin.  Me bi vekirina navendên pişgiriya jinan, stargeh û xetên tundiyê yên telefonê mekanîzmayên têkoşînê xurt kirin.  Me li hemû bajar û navçeyan li ser mafên jinan, wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiyê xebatên perwerdeyê li dar xistin. Weke şaredariyên DEM Partiyê me bi kampanyayên medyaya civakî, bîlboard û medyaya herêmî xebatên li ser hişmendiya civakî pêk anîn.
 
Xebatên ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bilindkirina hişmendiya civakî, bi kampanyaya ‘Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ hatin meşandin Vê kampanyayê hevgirtina jinan xurttir û berfireh kir.
 
Di vê rapora ku em ê bi we û raya giştî re parve bikin de, xebatên ku me di sê mehên destpêka kampanyayê de kirin hatine nirxand,  û gavên ku me ji bo dema pêş plan kirine hatin e nîqaşkirin. 
 
XEBATÊN ŞAREDARIYAN ÊN 3 MEHAN
 
Di vê çarçoveyê de, xebatên şaredariyan yên ku di 3 mehan de, di warê polîtîkayên jinan de hatim e meşandin wiha ne:
 
* Li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyê, li ser 'Mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, zagona bi hejmara 6284’an, wekheviya zayendî, hişmendiya qada ragihandina bê-tundî, têkoşîna li dijî rêziknameya tundiya dijîtal' xebat hatin kirin.
 
* Li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyê 'Atolyeyên Xweparastinê' hatin lidarxistin.
 
* Li dijî tundiya li ser jinan panela têkoşîna hiqûqî û siyasî hat lidarxistin.
 
* Ji bo hişyarkirina rêbazên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li tax, sûk, navendên danûstendinê û gundan lêkolînên qadê hatin kirin û broşur hatin belavkirin.
 
* Li ser afîş, bîlboard û platformên medyaya civakî ji bo hişyariyê vîdeo hatin çêkirin.
 
* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyan, 'Belgeya Helwesta Li dijî Tundiyê' îmze kirin.
 
QADÊN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN JI NÛ VE HATIN VEKIRIN
 
Navendên jinan, navendên hevgirtinê, navendên jiyanê yên jinan, navendên bêhnvedanê yên jinan û stargehên jinan hatin vekirin. 
 
Armanca van saziyan;  xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, beşdarkirina jinan ya  jiyana civakî û siyasî, xurtkirina têkiliyên di navbera van jinan û rêveberiyên herêmî de, pêşxistina polîtîka û projeyên ji bo tesbîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan e.
 
QADÊN NÛ YÊN TÊKOŞÎNÊ HATIN AVAKIRIN
 
Me wek qada polîtîkayên jinan a şaredariyên DEM Partiyê ne tenê saziyên ku wek bîra xebatên jinan dihatin zanîn ji nû ve vekirin, her wiha di vê serdemê de me qadên nû yên têkoşînê jî ava kirin.
 
Di vê çarçoveyê de;
 
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ji nû ve vekir. 
 
* Navenda Piştgiriya Jinan a Peyasê û Pirtûkxaneya Xebatên Jinan a Peyasê hatin vekirin.
 
* Pirtûkxane û Navenda Lêkolînê ya Xebatên Jinan a Wanê û Pirtûkxaneya Jinan a Avjenê hatin vekirin.
 
* Navenda Piştevaniya Jinan a Çil Kezî, Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Sînemxan, Navenda Piştevaniya Jinan a Wêranşarê, Navenda Piştevaniya Jinan a Tetwanê, Navenda Piştevaniya Jinan a Agiriyê, Navenda Piştevaniya Jinan a Dayika Mekiye hatin vekirin.
 
* Li navçeyên Wanê di çarçoveya kampanyayê de Navenda Jiyanê ya Jinan a Amargiyê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîranê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Hebûnê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Seravê û 11 Malên Bêhnvedanê yên Jinan hatin vekirin.
 
* Xeta Piştgiriya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat vekirin.
 
GOTIN XELAS NEBÛYE…
 
Polîtîkayên Jinan yên girêdayî Şaredariyên DEM Partiyê tevî tayînkirina qeyûman jî, bi paradîgmaya rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û azadîxwziya jinê xebatên xwe bi têkoşîneke mezin û bi biryar didomînin û hêza xwe ji têkoşîna jinan û îradeya kolektîf a bi vê têkoşînê hatiye afirandin digirin. Di 3 mehên destpêkê yên kampanyaya ‘Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ de li erdnîgariyeke berfireh a ji Wanê heta Amedê, ji Agirî heta Bedlîsê xebat hatin kirin û me xwe gihand zêdetirî 15 hezar jinan. 
 
Ji bo ku em bidestkeftiyên xwe yên ku di warê wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hatine bidestxistin ji nû ve bidest bixin, xurtir bikin û yekitiya jinan ji nû ve ava bikin, me gavên girîng avêtin. Xebatên hişyariyê, panelên têkoşîna hiqûqî û siyasî, atolyeyên xweparastinê û lêkolînên qadê yên di dema sê mehan de li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyan hatin kirin, destnîşan dikin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi awayekî berfireh û piralî tê meşandin. Bi belavkirina broşur, kampanyayên medyaya civakî û xebatên daxuyakirinê re hişyarî hat bilindkirin û girîngiya mekanîzmayên hevgirtina jinan hat kirpandin.
 
Ev gavên ku di sê mehên ewil yên kampanyayê de hatin avêtin, ji bo xebatên ku di siberojê de dê bên kirin jî bingeheke girîng ava dike.  Têkoşîn bi armanca zêdekirina hişmendiya civakî, misogerkirina hêza jinan a aborî, civakî û siyasî û pêkanîna wekheviya zayendî ya di rêveberiyên herêmî de, bi biryardarî didome. Di pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û têkoşîna wekheviya zayendî de, berpirsyariyeke mezin a şaredariyan heye. Em ê bi şîara ‘Gotina me neqediyaye’ têkoşîna xwe bidomînin.
 
EM Ê BI HEV RE TUNDIYÊ RAWESTÎNIN!
 
Têkoşîna jinan a ku bi pêkanînên qeyûman hatibû qutkirin, niha li her kolan, her tax û her saziyê dîsa geş dibe. Ev tora hevgirtinê ya ku bi hev ve hatiye girêdan dê dengê jinan di rêveberiyên xwecihî de bilindtir bike, berxwedana kolektîf mezintir bike û ji bo avakirina jiyaneke bê tundî bingeheke xurt ava bike. 
 
STARTA ÇALAKIYAN HATE DAYIN
 
Bi hêza ku em ji têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan, hevgirtin û biryardariya jinan digirin, em ê bi hev re jiyana demokratîk, ekolojîk û azad ava bikin. Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna birêxistinbûyî ya jinan temînata herî xurt a veguherîn û rizgariya civakî ye. Bi hêza ku em ji vê kampanyayê digirin, em starta çalakiyên ‘8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê’ didin. 
 
MEŞA ME BER BI AZADIYÊ VE YE
 
Em ê wek rêveberiyên xwecihî polîtîkayên xwe yên jinan, bi awayekî berfirehtir bidomînin. Em ê bi xwedîderketina li mîrateya têkoşîna jinan a bi hezaran salî, li dijî newekhevî, zayendperestî û qirkirina jinan ya ku ji aliyê desthilatdariya mêrperest ve hatiye afirandin, di 8’ê Adarê de dîsa li qada bin. Em ê bi raperîn û meşa xwe ya azadiyê têkoşîna xwe berfireh bikin, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin. Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye. Meşa me ber bi azadiyê ve ye. Bijî 8’ê Adarê!”
 
 

Sernavên din

26/02/2025
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan