Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin

  • rojane
  • 13:49 22 Çile 2025
  • |
img
STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê ya 3 mehan eşkere kir. Şaxa ÎHD’ê got ku li girtîgehên behsa xeberê hezar û 572 binpêkirin û li Girtîgeha Îmraliyê jî 144 binpêkirin hatine tespîtkirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li girtîgehên Herêma Marmarayê hatine kirin, bi daxuyaniyeke li komeleyê eşkere kir. Rapor, ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn ve hate xwendin. 
 
Li gorî raporê, 5 jê girtiyên jin, 43 jê yên zilam, 9 jê girtiyên edlî û 39 jê girtiyên siyasî ji 16 girtîgehan bi giştî 48 serlêdanên binpêkirinan hatine kirin. Di raporê de hate gotin ku di encama serlêdanan û lêkolînên li ser dezgehên çapemeniyê hatine berhevkirin de bi giştî hezar û 572 binpêkirin hatine tespîtkirin. Hat diyarkirin ku binpêkirinên weke îşkence, derbkirin, muameleya xerab, nêzikatiyên biçûkxistinê, mafên tenduristiyê, mafên xwarin û vexwarina bitendurist û xwegihandina ava paqij, cîbicîkirina pêdiviyên sereke û hwd. hatine kirin. Di raporê de hat gotin 3 caran mafê jiyanê hatiye binpêkirin; 457 binpêkirinên weke îşkence, derbkirin, miameleya xerab û biçûkxistinê hatine kirin; 142 caran mafê tenduristiyê hatiye binpêkirin û 245 caran jî binpêkirina mafê ragihandinê hatiye kirin. Bi domdarî hate gotin ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday di 2’yê Cotmeha 2024’an de li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ya Stenbolê û girtî Îbrahîm Hakki Savaşerî jî di 5’ê Cotmeha 2024’an de li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê jiyana xwe ji dest daye. 
 
DANEYÊN WEZARETÊ
 
Di berdewamiya raporê de hate gotin ku 2 jê li Herêma Marmarayê bi giştî 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û ev agahî hatin parvekirin: “Qedexeyên keyfî, îşkence û pirsgirêkên di mijara tenduristî û tedawiyê de tên jiyîn, li ser mafê jiyanê gefekê mezin e. Wezîrê Dadê di 5’ê Kanûna 2024’an de li Meclisê bersiveke nivîskî da pêşnûmepirsekê. Di bersiva xwe de diyar kir ku di 11 mehên ewil ên sala 2024’an de li girtîgehan 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Vê daxuyaniyê bandoreke mezin kir. Lê raya giştî ji 10 paran hay ji parekê van mirinan hebû. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêkên di nava çar dîwaran de veşarî dimînin û pir kêm ji wan tên parvekirin. Vê jî kir ku hemû kesên di vê qadê de xebatan dimeşînin, gumanan ji rêbazên xwe yên lêkolînê bikin.” 
 
'LI ÎMRALIYÊ 144 BINPÊKIRIN HATIN TESPTÎKIRIN’
 
Di raporê de hate diyarkirin ku têkildarî qedexeya hevdîtinê ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li wir tê ragirtin, 144 binpêkirin hatine tespîtkirin. Her wiha hate gotin ku li girtîgehên bi tîpa S û Y’yê û yên bi Ewlekariya Bilind jî tecrîd roj bi roj bêhtir tê girankirin. Di raporê de hat gotin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê nirxadina xwe ya “başhaliyê” li gorî tevlinebûna qursa olê, neçûna qawîşên kesên serbixwe, redkirina hevdîtina bi melayî re, gerandina govendê, berzkirina dirûşman, pîrozkirina Newrozê û hwd. dinirxîne. 
 
Her wiha di raporê de bal kişandin ser “Mafê hêviyê” û “tehliyekirina girtiyên nexweş” ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fethî Yildiz behsa wan dikir û hat xwestin ku di vê mijarê de tavilê gavên şênber bên avêtin. 
 
'DIVÊ PIRSGIRÊK TAVILÊ BÊN ÇARESERKIRIN’ 
 
Di beşa encamê ya raporê de jî hate gotin ku divê binpêkirinên li jor hatine rêzkirin tavilê bên çareserkirin, tecrîda girankirî were rakirin, sepanên keyfî bên bidawîkirin û tevdîr bên girtin. 
 

Sernavên din

16:44 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
14:50 Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
14:30 Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
14:15 ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
14:10 40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
13:57 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
13:49 Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
13:27 Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
13:27 Ji ewil desteser kirin 37 roj piştre jî biryara komkirinê dan
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan
10:03 Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin
09:37 Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
09:23 Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
09:22 Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
09:17 Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
09:03 Iraqê guherîna di ‘Qanûna statûya şexsî’ de erê kir
09:02 Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin