NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber bomberan û topbarana dewleta tirk, Bendava Tişrînê li ber hilweşînê ye û got: “Ji her karesata li herêmê çêdibe dewleta tirk a dagirker berpirsyar e.”
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bênavber didomin. Dewleta tirk bi balafirên şer, SÎHA û çekên giran êrişî Bendava Tişrînê û herêmê dike. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyarî da.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; HSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bi gelek êrişan Bendava Tişrînê û derdora wê bombebaran kir.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên komên paramîlîter bi piştgiriya balafirên şer û balafirên bêmirov ên artêşa tirk û topbarana dijwar têne kirin, her wiha li herêmê li gelek deveran şer û pevçûn berdewam dikin. HSD’ê da zanîn ku li herêma Kobanê, balafirên bêmirov ên artêşa tirk li gundê Girik otombîleke sivîlan bombebaran kir, her wiha gundê Aslankê yê başûrê bajarê Kobanê jî hate topbarankirin.
HSD’ê tekez kir ku metirsiya hilweşîna Bendava Tişrînê her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji her karesateke ku di encama êrişan û tobaranê de li bendavê û li herêmên din ên Sûriyeyê bibe, berpirsyar e.”