STENBOL - Nivîskar Ender Îmrek anî ziman ku peyamên Abdullah Ocalan ên têkildarî "pêvajoya nû" girîng in û got: "Dê Tirkiyeyeke demokratîk bibe sedema pêvajoyeke bêtir kar, bêtir nan, bêtir hilberîn."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 28'ê Kanûnê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan a ku ji 7 xalan pêk tê, li bara raya giştî tê nîqaşkirin. Di peyamên Abdullah Ocalan de bang li hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê jî hat kirin ku bi înîsiyatîf tevbigerin, avaker tevbigerin û bêyî ku di hesabên teng û demkî de asê bibin, tevkariyên erênî bikin.
Rojnamevan û nivîskar Ender Îmrek polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd ên bandorê li ser karker û kedkaran dikin û peyamên Abdullah Ocalan ên ji bo raya giştî re nirxandin.
‘PEYAMÊN OCALAN GIRÎNG IN'
Îmrek bal kişand ser girîngiya peyamên Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku gengeşeyên "pêvajoyê" yên di rojevê de bi qîmet in. Îmrek bal kişand ku li ser "pêvajoya nû" genegşe tên kirin, lê desthilat hêj bernameyeke eşkere nekiriye û bi bîr xist ku yên pirsgirêka kurd çareser nekin dê biçin. Îmrek bi bîr xist ku divê hin gav bên avêtin; wekî serbestberdana girtiyên nexweş û got ku divê her kes ji bo aştî û çareseriyê bi xurtî tevbigere. Îmrek destnîşan kir ku ji lew re nan û aştî wekî hoşt û neynûk in.
BANDORÊN ŞER
Îmrek ku bang li eniya kedkaran kir diyar kir ku pêvajoyên şer û pevçûnan kedkar û kedkaran dikişîne nava perîşaniyê. Îmrek got: “Desthilat ji bo di mijara şer û tundiyê de karker û kedkaran bi desthilatê ve girêbide, bi awayekî tund xebatên propagandayê dike. Bi rastî jî hewl didin her pereyê ku ji nanê karkeran hatiye dizîn, ji kar, azadiya wan, şert û mercên jiyana wan, budçeya perwerdehî û tenduristiyê bi rengekî pir rengîn pêşkêş bikin. Di rastiyê de, ew wekî normal nîşan didin ku desthilatdariya xwe biparêzin, mekanîzmaya îstîsmarê bi tundî dixebitînin û mirovan bi mûçeyên kêmtir dixebitînin. Ger kedkar û kedkaran xwedî hişmendiya çînî nebin, ne birêxistin bin, di asta zanîn, ezmûn, helwesta rêxistinî û hwd de nebin, ev bi kêrî serdestan tên. Li vir kedkar mehkûmî sefaletê tên kirin."
Îmrek diyar kir ku li welêt kesên herî dîndar, neteweperest û biferaset tevdigerin tên îstîsmarkirin û tên feqîrkirin û diyar kir ku rewşa "xizaniyê" ji aliyê desthilatê ve tê bikaranîn.
BANDORA ŞER A LI SER KARKER Û KEDKARAN
Îrmek da zanîn ku bi rêya berberîkirina û feqîrkirina civakê hewl tê dayîn civak bê konsolîdekirin û bal kişand ser krîza aborî ya ji ber neçareserkirina meseleya kurd û bihabûna kelûpelan û zêdebûna xizaniyê.
Îmrek bi bîr xist ku têkoşîna kurdan bi salan e didome û destnîşan kir ku têkoşîna kurdan "eniya mûxalîf" e ku bi têkoşîna bindestan, feqîr, kedkar û kedkaran re hatiye avakirin. Îmrek got: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, li hemberî şer, nêzîkatiya neteweperest, nijadperest û şovenîst, doza nan a karker û kedkaran jî tîne rojevê. Ji bo jiholêrakirina nîqaşên li dijî sendîkabûn, rêxistinbûn, maf û azadiyê ji holê rakin yên wekî welat, netew, hêzên derve û hwd. pêwîst e. Pêwîst e em eniya kedkaran, bindestan, çîna karkerên kurd, tirk, ereb, laz û çerkezan bi awayekî xurt ava bikin."
‘BÊTIR KAR, BÊTIR NA Û BÊTIR HILBERÎN'
Îmrek diyar kir ku şert û mercên wan hene ku ew têkoşîna aştiyê ji her demê bêhtir mezintir bikin û got: “Bi dawîkirina şer û pevçûnan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, beriya her tiştî wê berberîbûnê ji holê rake. Ev, wê li fabrîqe, li pargîdanî, li taxê, li kuçeyê, li bara malnişînan, li parkan, li baxçeyan, li qehwexaneyanê... Gava aştî çêbibe ev dê jib o pêşketina welatê xwe bi tevkarî hereket bikin. Yanîw ê daxwaz zêdetir bibin. Di meseleya kurd de 40 sal in bit rîlyonan pere hatiye xerckirin, bi deh hezaran mirovên me mirine. Lewma bi dawîbûna van êşên mezin ji bo gelên Tirkiyeyê bivênevê ye.
Ji ber vê yekê jiholêrakirina şer û tundiyê ji bo karker û kedkaran meseleya kar e. Tirkiyeya demokratîk jî dê bibe sedema bêtir kar, bêtir nan, bêtir hilberîn."
MA/ Omer Îbrahîmoglû