MÊRSÎN - Bavê Leyla Şaylemez a 12 sal berê li Parîsê hat qetilkirin Abdulbarî Şaylemez diyar kir ku qatil Omer Guney di girtîgehê de hatiye qetilkirin û got: “Heta ku qetlîam eşkere nebe, Fransa li ber çavên me sûcdar e. Eger ne sûcdar be, nexwe divê kiryar bên dîtin."
Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin. Dewleta Fransayê di nava 12 salan de kes û kesên li pişt kuştinê eşkere nekir. Bi mukirhatinên êrîşkar Omer Guney û belgeyan derket holê ku bûyer ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin. Lê belê 36 roj beriya danişîna dozê ya ku dê di 23'yê Çileya 2017'an de bihata lidarxistin, Omer Guney di girtîgehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da (17'ê Kanûna 2016'an) û bi vî awayî doz betal bû.
Pişt re bi mikurhatinên endamên MÎT'ê yên di çarçoveya dosyayê de û agahiyên li ser hewldanên sûîqestên nû yên li Ewropayê derketin holê, di Nîsana 2017'an de bi pêşengiya malbat û parêzerên wan, der barê rola MÎT'ê de lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Lê belê di lêpirsîna duyemîn de tu pêşketin çênebû. Malbat û jinên kurd ên ku têkoşîna xwe ya ji bo ronîkirina dosyeyê didomînin, wê îsal ji bo dîtina kiryaran li qadan bin.
Bavê Leyla Şaylemez a yek ji 3 jinên hatin qetilkirin Abdulbarî Şaylemez têkildarî têkoşîna keça xwe û têkoşîna wan a hiqûqî ji ajansa me re axivî.
Bav Şaylemez anî ziman ku nerazîbûnên keça wî yên li hemberî pergal û malbatê di temenekî biçûk de dest pê kiriye û got ku têkoşîna wê pêşî li dijî 6 birayên wê dest pê kiriye û dewam kiriye. Bav Şaylemez got: “Dema min di temenê biçûk de li têkoşîna wê dinihêrî ez matmayî dimam. Me kêfxweş kir ku tevî temenê xwe jî bi zanebûn, di çarçoveya demokrasiyê de û bi ruhekî têkoşer gav avêt. Yên ku wê nas dikirin jî ji vê aliyê wê kêfxweş dibûn. Ji ber ku hemû armanca wê ew bû ku mirov bi awayekî adil û demokratîk bijîn. Enerjiya wê xwe li dora wê jî dida der. Mirov bi wê serbilind dibûn."
Bav Şaylemez anî ziman ku keça wî li Almanyayê perwerdeya xwe domandiye û ji ber zextan neçar mane koç bikin û wiha got: “Tevî ku li vir xwendiye jî xwe, malbat û çanda xwe ji bîr nekir. Dema hat qetilkirin 25 salî bû. Xwezayek wê hebû ku dema hewce dikir malbat dikenand û dilşad dikir. Ew kesek bû ku yekser fêm kir. Loma jî di nav malbata xwe û derdora xwe de kesekî hezkirî bû. Ji roja hatiye qetilkirin vir ve moral û coş di malbatê de nemaye. Em kêmasiya wê dijîn. Endamekî malbatê çû, bêguman mirov nikare wekî berê bextewar be. Em dizanin çima me Leyla winda kir. Ew ji ber ku dixwest gelê wê bibe xwedî statu hedef hat girtin û hat qetilkirin."
'RAYEDARÊN FRANSÎ KIRYAR VEŞARTIN'
Bav Şaylemez anî ziman ku tevî 12 sal derbas bûn jî qetlîam nehatiye ronîkirin û wiha got: "Em êvara roja ku hat qetilkirin bi balafirê çûn Parîsê, lê polîsên Fransayê em dan ber lêpirsînê. Li ser vê yekê min du caran bertek nîşanî vê yekê da. Tiliya wan jî di vê qetlîamê de heye."
‘OMER GUNEY HAT KUŞTIN'
Bav Şaylemez bal kişand ser diyaloga di navbera dadger û Omer Guney de û wiha dewam kir: “Dadger got ku di mêjiyê Omer de ûr heye û dibe ku bimire. Li ser vê yekê, min ji wî pirsî: 'Bi rastî ûr di serê wî de heye yan na?' Dadger bersiv da, 'Ez ji vê yekê nizanim.' Dema min jê pirsî, 'Gelo dikarin Omer Guney li girtîgehê bikujin?' Got, 'Ez nikarim tiştekî bibêjim.' Bi dîtina min di girtîgehê de hat kuştin. Heta ku Fransa vê qetlîamê eşkere neke li ber çavên me sûcdar e. Ger sûcdar nebe divê sûcdar bê dîtin. Qet nebe bi qismî, dadgeha Fransî biryar da ku komkujî 'êrîşeke terorîstî' ye. Hat gotin ku têkiliya 2-3 kesên din bi Omer Guney re heye û der barê van têkiliyan de jî doz berdewam dike.
Wê demê 'pêvajoya çareseriyê' hebû. Ji bo çareserî nebe hatin qetilkirin. Bi pêşengiya parêzeran ji bo ronîkirina rola MÎT'ê di Nîsana 2017'an de lêpirsîneke nû hatibû destpêkirin. Lê di van 7 salên dawî de tu pêşketin çênebû. Ji bo ku ev komkujî neyên kirin, bi taybetî divê kurd rêxistinbûna xwe xurt bikin. Hat serê me, lê em naxwazin hin kesên din bijîn. Ji bo ev komkujî bi dawî bibin, pêwîst e gelê kurd hişyar be, bi rêxistin bibe û statuyekê bi dest bixe.”
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen- Abdulkadîr Ayten