AMED - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan diyar kir ku ew hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin û got: “Heke çareseriyê bixwazin, navnîşan Îmrali ye, muxatab Serok Apo ye.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 7’emîn Kongreya Asayî ku dê di 12’ê Çileyê de li Enqereyê li dar bixe, li Amedê bi gel re civiya.
Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di civînê de got ku wan di sala 2024’an de têkoşîn û berxwedaneke mezin raber kirine. Bêrîvan Bahçecî, got: “Dê ev têkoşîna li dijî dagirkeriyê, li dijî zîhniyeta îradeya jinê nas nake her ku diçe mezintir bibe. Em ê li dijî vê rêxistiniya jinan her tim bihêztir bikin. Rojava, bûye rûmeta gelê Kurd. Têkoşîna jinan dîrok nivîsand. Em wê hêviyê û têkoşîna gelê Kurd silav dikin. Weke rêberê me jî gotiye, heta jin nebin aştî jî nabe. Jin, jiyan, azadî.”
‘NAVNÎŞAN ÎMRALI, MUXATAB SEROK APO YE’
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan jî wiha got: “Ciwan, di tevahiya salê de bi dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe” li qadan bûn. Heke çareseriyê bixwazin, navnîşan Îmrali û muxatab Serok Apo ye. Li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê heye. Rêber Apo di sala 2011’ê de ev şer weke ‘krîza kapîtalîst a nû’ pênase kir. Got; ‘Ev şer dê mîna yê berê nebe. Carnan dê kêm bibe, carnan dê zêde bibe.’ Em dibînin ku şerê sêyemîn ê cîhanê germ dibe. Gelên Rojhilata Navîn ji bo xwe li firsendê digerin. Di her krîzê de ji bo gelan firsend derdikevin holê. Gelê Kurd ne xwedî mejiyê berê ye. Paradîgmaya wan heye. Li Rojhilata Navîn hêzekî mezin e. Tu hêz nikarin Kurdan tune bihesibînin. Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin. Tirkiye dixwaze di vî şerî de Kurdan tune bike. Lê Kurd destkeftiyên xwe diparêzin. Dema DAIŞ’ê di 2014’ê de êrişî Kobanê kirî, ciwanên Bakur çûn wê derê û Şoreşa Rojava pêk anîn. Dema em îro Rojava diparêzin, em hêza ciwanan diparêzin.”
'CIWAN DÊ ROLA XWE BILÎZIN’
Kaganarslan, bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan ên piştî hevdîtina dawî û ev tişt anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd di vê pêvajoyê de dibêje ‘Ez amade me rola xwe bilîzim.’ Weke ciwan armanca me ew e ku em di vê pêvajoyê de destê rêberê xwe xurtir bikin. Rêbertiya me tevî dijminatiyên qirêjî jî vê peyamê dide û rêya aştiyê nîşan dide. Aştî, ji bo me nayê wateya teslîmbûnê. Ji bo me tê wateya azadiya Kurdan, rêveberiya xweser. Dîrok ji hêla gelên bindest ve tê nivîsandin. Divê em xwe bêhtir birêxistin bikin. Serokatiyê berpirsyartiyek danî pêşiya me, tu kes me nikare ji wê berpirsyartiyê bireve. Ciwan dê di vê pêvajoyê de bibin nobedarên destkeftiyan. Em ne stêrkên li asîmanên ser serê çiyayan ne jî çîçekên li girtîgehan ji bîr nakin. Heke aştiyek bibe, ev bi stêrkên serê çiyayan û bi çîçekên li girtîgehan dibe. Bi vê zanebûnê ciwan dê hem bibin nobedarên pêvajoyê hem jî nobedarên parastina destkeftiyan. Rola me ev e.”
Hevdîtina bi gel re bi konserê bi dawî bû.