AMED - Siyasetmedaran gotin ku Abdullah Ocalan bi sala ye peyamên aştiyê dide û wiha gotin: “Heke di vê mijarê de jidil bin, bila tavilê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin û azad bibe.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, piştî tecrîda mutleq a 4 sal û nîvan di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê Omar Ocalan re hevdîtin kir. Di 28’ê Kanûnê de jî bi parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina dawî, 7 xalên ku ji pêşniyarên Abdullah Ocalan pêk dihatin, bi raya giştî re hatin parvekirin.
Yek ji rojevên sereke yên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê peyamên Abdullah Ocalan in. Rêveberên duh beşdarî 2’yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajarê Nû ya Amedê bûn, têkildarî hevdîtinan axivîn.
‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN MIJARA SEREKE YE’
Ji rêveberên partiyê ya bajar Firat Yuksektepe, diyar kir ku sedema tengijîna Tirkiyeyê tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: “Peyama ji Îmraliyê em gelek kelecan kir. Divê hevdîtinên bi parêzer û malbatê re bi rêk û pêk bidomin. Birêz Abdullah Ocalan bi peyamên xwe dibe hêviya gelên Kurd û Tirk. Muxatabek tenê heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Ew jî vê dizanin. Dizanin ku tenê Abdullah Ocalan dikare van rojên tarî ronî bike. Lewma di çareseriyê de ‘israr’ dikin. Divê tecrîd tavilê were rakirin û muzakereyên cidî dest pê bikin. Muzakere di bin tecrîdê de nabin. Rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan mijara sereke ye. Heke jidil bin bila mercên fîzîkî yên birêz Abdullah Ocalan amade bikin. Banga min ji bo partiyên siyasî ew e ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
‘PEYAMA OCALAN QET NEGUHERÎ’
Rêveberê DBP’a Amedê Ahmet Naşa jî wiha got: “Hevdîtinê hem pêşiya Tirkiyeyê hem jî ya siyaseta Kurd vekir. Dikare pêşiya Rojhilata Navîn jî veke. Peyamên birêz Ocalan ji destpêkê ve qet neguherîn. Her tim dibêje aştî û xizmeta ji bo gelên Kurd û Tirk. Divê parêzer û malbat jî bikarin biçin hevdîtinan. Ji bo bikare xebatên xwe yên ji bo aştiyê bi rehetî bike, divê ji Îmraliyê derkeve. Divê em xwe baş birêxistin bikin da ku vê tecrîdê bişikînin.”
‘DIVÊ TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN’
Hevserokê DEM Partiyê yê Hezroyê Alîhan Kuşlu jî got ku domandina tecrîdê bandoreke neyînî li hevdîtinan dike û xwest bê rakirin. Berdevkê Komîsyona Taxa Febrîqeyê yê DEM Partiyê Fevzî Danişir jî anî ziman ku ji bo aştiyê tişta ji destê wan tê dê bikin. Rêvebera DEM Partiyê ya Bajarê Nû Şaîle Gulten jî anî ziman ku baweriya wan bi dewletê nayê û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan her tim gav avêt lê hêj di tecrîdê de ye. Heke Ocalan azad bibe dê gelê me jî azad bibe. Dema ew rizgar bû, em jî dê rizgar bibin.”
‘DIVÊ DEV JI HÎNBÛNÊN XWE BERDIN’
Berdevkê Komîsyona Taxên Aîiziye û Gurdoganê Hamît Onur jî ev tişt anî ziman: “Ev hevdîtin hem ji bo Kurdan hem jî ji bo dewletê firsend in. Şerekî qirêjî yê 50 sal in tê domandin heye lê negihiştin encamê. Em dixwazin ev meseleye bi rêyên aştiyane çareser bibe. Divê rêveber jidil bin. Ev firsend, firsenda dawî ye. Heke aştî çênebe dê bi her kesî bide windakirin. Divê dev ji hînbûnên xwe berdin. Ocalan dibêje ‘em bi rêyên aştiyane biratiya sed salan tesîs bikin.’ Divê tu xwedî lê derkevî. Birina çeteyan a li Rojava û koçberkirina gelê wir çareserî nîne. Rastiyek heye û divê êdî nas bikin.”