NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, dîhaber û rojnameyên Azadiya Welat û Rojevê di salên 2016 û 2017’an de bi KHK’an hatin girtin. Têkildarî biryarên girtinê, ji Komîsyona OHAL’ê re serlêdan hatin kirin lê belê aqûbeta van serlêdanan li gel ku bi se re 8 sal derbas bûne jî nayê zanîn.
Komîsyona Rewşa Awarte (OHAL) di 23’yê Çileya sala 2017’an de bi Biryarnameya di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hate avakirin û di 22’yê Çileya sala 2023’yan de hate girtin. Aqûbeta serlêdanên ji bo Komîsyona OHAL’ê hatine kirin jî nayê zanîn. Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û Rojnameya Azadiya Welat bi KHK'a Hejmar 675 a bi dîroka 29’ê Cotmeha 2016’an; dîhaber û Rojnameya Rojeva Medyayê jî bi KHK’a Hejmar 693 a bi dîroka 25’ê Tebaxa 2017’an hatin girtin. Serlêdanên têkildarî girtina ajans û rojnameyên behsa xeberê ji bo Komîsyona OHAL’ê hatine kirin, tenê çendek ji wan serlêdanan in ku aqûbeta wan nayê zanîn. Parêzer Resûl Tamûr pirsa aqûbeta serlêdanên ji Komîsyona OHAL’ê re hatine kirin pirsî lê heta niha jî bersiveke têr û tije nehatiye dayin.
'ENCAMA WÊ JI ENQEREYÊ BIPIRSIN!’
Parêzer Tamûr, serî li Walîtiya Amedê da û xwest encama serlêdana ji bo komîsyonê kiribû hîn bibe. Walîtiyê, bersiva “serî li wezareta têkildar bidin” da Tamûr. Li ser vê yekê parêzer Tamûr di 22’yê Mijdara 2024’an de daxwaznameyek amade kir, di daxwaznameyê de diyar kir ku dixwaze encama serlêdanên ji bo Komîsyona OHAL’ê kirine hîn bibe û daxwazname da Wezareta Karên Hundir. Tamûr ê ku belgeyên “hatiye wergirtin” ên Komîsyona OHAL’ê dabûn jî li daxwaznameyê zêde kir, wiha got: “Li ser navê rojname û ajansan min bi sîfetê wekîlbûnê serî li Komîsyona OHAL’ê da. Lê belê biryarên encamê ji min re nehatine teblîxkirin. Ez dixwazim biryarên encamê ji min re bên teblîxkirin.”
'MA HÎNBÛNA ENCAMA KOMÎSYONÊ EWQAS ZOR E?’
Wezareta Karên Hundir, di 13’ê Kanûna 2024’an de ev bersiv da daxwaznameyê: “Dikarî ji Wezareta ku Midûriyeta Giştî ya Çapemenî-Weşan û Enformasyonê girêdayî wê daxwaz bikî.” Li ser vê bersivê, parêzer Tamûr di heman rojê de daxwazname ji Serokatiya Ragihandinê re şand. Serokatiya Ragihandinê jî di 16’ê Kanûna 2024’an de bersiv da û diyar kir ku serlêdana berê hatiye kirin arasteyî wan hatiye kirin lewma wan serlêdana nû esas negirtiye. Tamûr, di 18’ê Kanûna 2024’an de careke din serî li Serokatiya Ragihandinê da û careke din encama serlêdanên ji bo Komîsyona OHAL’ê kiribû, pirsî. Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: “Tu agahî bi min re nehatine parvekirin ku serlêdana min arastayî we hatiye kirin. Lewma, bêyî ku têkildarî serlêdana min a ewil de agahiyek were parvekirin, serlêdana min a bi hejmar 2404365317 di çarçoveya 5/2f’ê de weke serlêdanake bi armanceke xerab hatiye nirxandin. Tu bingeheke vê nirxandinê ya hiqûqî nîne. Ez dixwazim ku ez bêm agahdarkirin bê serlêdana min a bi hejmar 2404108303 hatiye lêkolînkirin an na. Heke encamek jê derketibe jî dixwazim ji min re bê teblîxkirin.”
Serokatiya Ragihandinê, di 23’yê Kanûna 2024’an de ev bersiv da Tamûr: “Hat tespîtkirin ku serlêdan li saziya têkildar e.” Serokatiya Ragihandinê, di heman roje de ev bersiva duyemîn da: “Ji bo ku em bersivê bidin serlêdana we ya li ser CÎMER’ê, hewceye hûn wekaletnameya ku we weke wekîlê wan saziyên weşanê nîşan dide ji me re bişînin.”
'ENCAMA WÊ JI AMED Ê BIPIRSIN!’
Parêzer Resûl Tamûr jî wiha bersiv da Serokatiya Ragihandinê: “Di pêveka serlêdana min pêşkeş kirî de navê min weke kesê serlêder di Belgeyên Hatiye Wergirtin de cih digire. Ez weke parêzerê xwedî wekalet, encama serlêdana xwe dipirsim. Anku weke karê min kirî, weke muxatabê qanûnî yê wî karî dipirsim. Ez, Belgeyên Hatiye Wergirtin careke din ji we re pêşkeş dikim. Weke di Belgeyên Hatiye Wergirtin de jî tê fêmkirin, ji ber ku ez muxatabê qanûnî yê serlêdanê me, heke biryarên KHK’ê hebin ez dixwazin ji min re bê teblîxkirin.”
Serokatiya Ragihandinê ku biqasî hefteyekê xwe bêdeng kir, di 30’ê Kanûna 2024’an de bersiv da Tamûr û îcar jî Tamûr arasteyî Nûnertiya Herêma Amedê ya Serokatiya Ragihandinê kir.
ÇI BI BIRYARÊN DER HEQÊ SAZIYÊN ÇAPEMENIYA KURD BÛ?
Tamûr, da zanîn ku li gel ku Komîsyona OHAL’ê di 22’yê Çileya 2023’yan de hatine girtin jî, divê were eşkerekirin bê ka serlêdanên ji bo vê komîsyonê hatine kirin biencam bûne yan na. Tamûr, got ku heke encamek jê derketibe û nehatibin teblîxkirin ev yek li dijî hiqûqê ye. Tamûr, diyar kir ku bi mekanîzmaya serlêdanên ji bo Komîsyona OHAL’ê re hatiye armanckirin ku kiriyarên derhiqûqî dereng biçin pêşberî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Tamûr, axaftina xwe wiha qedand: “Bi ser serlêdanên saziyên çapemeniyê yên Kurd re 8 sal derbas bûne lê hêj heta niha jî em nizanin ka vê komîsyonê biryarek daye yan na. Ev yek nîşan dide ku pergala wan pir baş dixebite. Bi meha ye em dixwazin hîn bibin bê ka biryarek hatiye dayin an na lê ji bo bersiva vê em muxataban nabînin. Çawa ku biryar hate dayin divê tavilê were teblîxkirin. Neteblîxkirina biryarê, gumana çêdike ku biryareke wisa tune be. Li gel van saziyên behsa xeberê, di heman demê de ji bo serlêdanên Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) jî heman nediyarî heye. Dema min aqûbeta biryara lêkolîn dikir, bi awayekî tesadûfî hîn bûm ku serlêdana komîsyonê ya şexsî jî nehatiye teblîxkirin.”
MA / Abdurrahman Gok