Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin

  • rojane
  • 10:10 23 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Katîbe Bîlgîn ku keça wê rojnameger Cîhan Bîlgîn hatibû qetilkirin, wiha got: “Îşala rêhevalên Cîhanê dê pênûsa wê û Nazim li erdê nehêlin.” Bavê wê, Mehmet Nesîm Bîlgîn jî anî ziman ku keça wê kamera û pasaporta xwe girtiye û berê xwe daye Rojava û emniyetê jî bi vê sedemê ew tacîz kirine. 

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Bertekên li dijî qetilkirina rojnamegeran didomin. Baroyên bakurê Kurdistanê û ya Stenbolê, rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, partiyên siyasî û hwd. dixwazin derheqê bûyerê de lêpirsîn were destpêkirin. Dayik û bavê Cîhan Bîlgînê jî ji xebatkarên Çapemeniya Azad xwestin ku pênûsa keça wan li erdê nehêlin. 
 
'DÊ RÊHEVALÊN WÊ PÊNÛSA WÊ LI ERDÊ NEHÊLIN’ 
 
Dayik Katîbe Bîlgîn, anî ziman ku Cîhanê pir ji hevalên xwe û têkoşîna diparast hez dikir û wiha got: “Kezeba me şewitî, bila ya tu kesên din neşewite. Ez dixwazim aştî bê dinyayê. Ez silavên xwe ji Rojava re, ji hevalên wê re, ji rêhevalên wê re dişînim. Ez çavên wan maç dikim.” 
 
 
Bi domdarî Katîbe Bîlgîn diyar kir ku dema keça wê diçû Rojava ji wê re gotiye; “Ez dixwazim biçim hinek tiştan bikim. Ez naxwazim neheqiyê bibînim.” Katîbe Bîlgîn, wiha domand: “Divê rojnameger bikarin bi rehetî bigerin. Divê hedef neyên girtin.” 
 
Katîbe Bîlgîn, silav ji hevalên xebatê yên Cîhanê re jî şand û wiha got: “Îşala dê rêhevalên Cîhanê nehêlin pênûsa wê û ya Nazim li erdê bimîne.” 
 
‘KAMERAYA XWE GIRT Û BERÊ XWE DA ROJNAMEGERIYÊ’ 
 
Bav Mehmet Nesîm Bîlgîn jî diyar kir ku Cîhanê piştî perwerdeya zanîngehê berê xwe daye rojnamegeriyê û ev tişt anî ziman: “Kameraya xwe girt, pasaporta xwe derxist û bi rê ket. Ji ewil çû Başûr (Herêma Federe ya Kurdistanê), ji wir jî berê xwe da Rojava. Rojnamegerî dikir. Ji bo heqîqetê, ji bo heqaniyetê têdikoşiya.” 
 
'ARMANCA WÊ HEQÎQET BÛ’
 
Bav Bîlgîn, got; “Di destê Cîhanê de tenê kameraya wê hebû” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser karê xwe bû. Armanca wê doza heqîqetê bû. Di got ku dê ji bo doza xwe têbikoşe. Her tim dixwest bi ser keve. Her tim hewl dida karê xwe baş bike. Hewl dida li ser heqaniyetê bike. Çi çawa bûye wisa vedigot. Bi awayekî cuda nîşan nedida. Em jî dê bibin şopdarên doza wê. Em ê di tevahiya jiyana xwe de wê ji bîr nekin. Daxwaza me ev e. Serê gelê me sax be. Ji hevalên wê yên rojnameger re serkeftinê dixwazim. Bila êdî kesek vê êşê nejî.” 
 
'EMNIYET LI CÎHANÊ DIGERIYA’
 
Bîlgîn, da zanîn ku emniyetê beriya gelek caran bangî wî kiriye û kesên wî nas nedikir pirsa Cîhanê ji wî kiriye û ev agahî parve kir: “Ji min re gotin ku çûye Rojava. Wêneyê derxistin û nîşan dan. Wêne bi wan re hebûn, lêkolîn dikirin. Dixwestin ez bi wê re biaxivim û banga hatinê lê bikim. Xwestin ez li ser telefonê pê re biaxivim û agahiyan jê bixwazim. Min jî jê re got ku heke li min bigere ez ê ji wan re bibêjim û ji wir hatim. Çendek caran telefon vekirin û pirsîn bê ka min agahî girtine yan na. Min jî got na. Xwestin bi zarokên min ên li Ewropayê re peywendiyan danîn. Gotin ew ê telefonê bidin. Dema nekarin tiştekî bi dest bixin jî dev ji geriyanê berdan.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

28/12/2024
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
09:51 Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
09:37 Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
09:31 Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
09:27 Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
09:08 Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
09:08 Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
09:07 Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
09:06 Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
16:06 Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
15:27 Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
15:01 Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:53 Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
14:38 Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
13:47 IFJ: Rojnamegeran berdin
13:47 DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
13:09 Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
12:44 Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:54 Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
11:31 Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?