Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin

  • rojane
  • 09:08 18 Kanûn 2024
  • |

ŞIRNEX - Keça Taybet Înan a ku 7 rojan cenazeyê wê li kolanê hat hiştin Azîme Tunç diyar kir ku kefenê dayika xwe dirût û bedena xwe ya bêcan şûşt û got, "Min 12 caran dayika xwe maç kir. Min li şûna her zarokeke wê ramûsanek da."

Bi ser qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû îlankirin re 9 sal derbas bûn. Qedexe 38 rojan û dorpêça li ser navçeyê jî 308 rojan berdewam kir. Li gorî rapora Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di navbera Tîrmeha 2015 û Cotmeha 2016’an de 68 kesên temenê wan di navbera 11 û 75’an de jiyana xwe ji dest dane. Zêdetirî 500 xanî jî hatin hilweşandin. 
 
Yek ji kesên hatin qetilkirin jî Taybet Înan a 57 salî bû. Dayika Taybet a ku di roja 5'an a qedexeyan de dema ji mala cîrana xwe vedigeriya, ji aliyê tîmên taybet ve bi 10 guleyên hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hat hiştin. Dema ku tiyê wê Yûsûf Înan hewl da biçe alîkariyê, li hewşa mala xwe gule li wî jî tê reşandin û 20 saetan birîndar dimîne. Ji ber zêde çûna xwînê, jiyana xwe ji dest dide. Hevserê Dayika Taybet, Halît Înan jî dema dixwest cenaze bigire birîndar bû. Cenazeyê Dayika Taybet ku 7 rojan li kolanan hate hiştin, bû sembola hovîtiya li herêmê. Piştî 7 rojan destûr hat dayîn ku malbata cenaze werbigirin, tenê destûr ji kurek û birayeke wê re hate dayin ku beşdarî merasîma cenazeyê bibin.
 
Keça dayika Taybet Înan, Azîme Tunç di roja dawî de dema ku televîzyonê temaşe dike pê dihese ku diya wê hatiye qetilkirin. Azîme Tunç, ku yek ji zaroka dayika Taybete ku cenazeyê diya xwe dibîne û dişo ye. Azîme Tunç bi minesebata 9’emîn salvegera qetilkirina diya xwe, ji ajansa me re axivî. 
 
DI TELEVÎZYONÊ DE AGAHIYA MIRINA DAYIKA XWE GIRT 
 
Azîme Tunç, diyar kir ku wê mirina diya xwe bi ser televîzyonê bihîst û got ku wê nedizanî ku dê carekî mirina diya xwe wisa bizanibe. Azîme Tunç, wiha qala wan rojan kir: “Dema ku qedexeya derketina derve li Silopiyayê hatiye ragihandin ez li Şirnexê bûm. Piştî ku qedexeya derketina derve hate rakirin em hatin Silopiyayê. Me rewşa li vê derê bi rêya televîzyonê dişopand. Me digot,'tiştekî li sivîlan nakin' me ew hizir nedikir ku wê sivîl bên kuştin. Seat 2'yê şevê bû xew neket çavê min. Min li telefona xwe mêze kir û piştre jî ez li xwişka xwe geriyam. Min got heke ku bersiv bidin teqez tiştek bûye lê heke ku nerakin razane û tiştek tune ye. Ez li wan geriyam hişyar bûn û bersiv dan û min ji wan re got,'tiştek bûye?' Ji min re gotin,'tiştek tune ye.' Min got, ‘heke ku nebe hûn çima heta vê seatê hişyarin?' gotin,'dayê bi lingê xwe birîndar bûye lê baş e.' Piştre bû serê sibehê. Herkesekî dizanî ku diya min miriye lê kesekî ji min re nedigot. Piştre bi veşartî min li înternetê mêze kir û min dît ku diya min hatiye qetilkirin. Min nedikarî xwe bigihînim malbata xwe jî. Şarjê telefona wan nebû, ceyran nebû. Li Şirnexê şer bû, li vir şer bû, her derê şer bû. Min tu carî nedifikirî ku wê sivîlan jî bikujin. Cenazeyê diya min heft rojan kolanê de ma lê min nedizanî. Gotin birîndar bûye, lê negotin cenazeyê wê di kolanê de maye.” 
 
KEFENÊ DIYA XWE DÛRÎ Û SERÊ WÊ ŞÛŞT
 
Azîme Tunç, anî ziman ku wê bi destê xwe diya xwe şûşt û kefen kir û bi lêv kir ku herî dawî wê diya xwe dît û wiha domand: “Piştî ku mirî min di televîzyonê de zanî ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê maye. Birîna diya min ne giran bû heke ku hêzên dewletê hiştiban û biriban nexweşxanê niha di nav me de bû. Ji ber ku zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Piştî ku cenazeyê diya min anîn Şirnexê, ez çûm min pêşwazî kir û min bi van destan kefen kir. Bi cenaze re tenê birayê min hat. Nehiştibûn ku kesek pê re bê. Hatina malbatê ya bi cenazeyî re jî qedexe kirin. Ez bi xwe jî li vir di bin dorbêçê de bûm. Lê min got ez ê biçim diya xwe pêşwazî bikim. Jinek hatibû ku cenazeyê diya min bişo. Wê jî nekarî bi tena serê xwe bişo. Min got, 'ez jî dê bêm bişom.' Parlamanentera vê derê xwe aciz kir û got, ‘bila keça wê neçe nebîne dê dîn bibe dê çawa serê diya xwe bişo?’ Min got,’na, keda diya min li ser me gelek e ez ê bişom.' Min ji diya xwe re got,'min nezanî ku tu dê bê xatirê xwe ji min bixwazî.' Min diya xwe maç kir. Min 12 caran maç kir. Ji bo her zarokekê wê maçek. Min 4 rojan nehişt ku devê min şil bibe. Min digot,'bêhna diya min ji devê min tê.' Min kefenê diya xwe bi destê xwe dûrî. Ev 9 sal ser re derbas bûn ez kengî ji vê kolana ku diya min hatiye qetilkirin derbas bibim ew roj tên bîra min. Birîna diya min hê di vê kolanê de zindî ye. Ji bo ku ez vê kolanê nebînim ez nayêm mala bavê xwe. Bi qasî ku ji destê min tê ez nayêm. Weke ku duh çêbûye dibim. Tu carî ji bîra me naçe û wê her tim birîna diya min li ber çavê me be. Min ew birînên wê dîtin."
 
'EM KUJERAN NAS DIKIN'
 
Azîme Tunç, da zanîn ku kujerên diya wê heta niha jî hesab nedane û axaftina xwe wiha qedand: “Tişta ku herî zêde çûye zora min ew kesên ku diya min kuştin bi wan destên xwe yên qirêj cenazeyê diya min rakirin anîn. Cenazeyê wê jî revandin û definkirin. Em dizanin ku kê diya min kuştiye em kujeran nas dikin. Lêbelê hesab nedan û niha jî di nav me de dijin. Piştî qetilkirina diya min jî gotin,'terorîst e.' Min çi nekiriye û ez di mala xwe de hatime kuştin. Çek di milê min de nîne û min tiştek jî nekiriye û ez dayikeke 60 salî me. Ez çawa dibim terorîst? Kujerên diya min jî hê ji derve ne û ev 9 sal ser re derbas bûn hê van kesan hesab nedaye û nehatine darizandin. Helbet mirovê ku mirov dike terorîst nepêkan e ku ji bo wî/wê mirovê edeletê pêk bîne. 12 zarokên diya min hebûn. Çawa dibe mirov dayikeke wiha qetil dike?”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

20/12/2024
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin