Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan

  • rojane
  • 13:47 17 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî di danişîna ewil a doza xwe de hate berdan. 

Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî di 25’ê Îlonê de li Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Ronî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar û gelek mamosteyên zimanê Kurdî danişîn şopandin. 
 
PARASTINA RONΠ
 
Ronî, parastina xwe bi Kurdî kir. Ronî, da zanîn ku kurteya îdianameyê gihiştiye ber destê wî û xebatên wî yên ji bo Kurdî weke hinceta girtinê hatine nîşandin. Ronî, qala kêliyên binçavkirinê kir û wiha got: “Dema em birin nexweşxaneyê, em destkelemçekirî bûn. Dema me got ev yek neheqî ye, hêj bêhtir şidandin.” 
 
Bi domdarî Ronî diyar kir ku komeleya wan komeleyeke fermî ye û ji ber xebatên wê tê sûcdarkirin. Ronî, wiha domand: “Nabe ku gotinên têkildarî pirsgirêka Kurd weke sûc bên nîşandan.” Ronî, gotinên rêveberên îktîdar û muxalefetê yên têkildarî pirsgirêka Kurd bi bîr xist. 
 
Ronî, da zanîn ku beşdarbûna wî ya merasîmên cenazeyan weke sûc hatine nîşandan û got ku tevlibûna merasîman, rîtueleke çandî ye. 
 
‘PÎROZKIRINA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ SÛC NÎNE’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Ronî bertek nîşan da ku xebatên têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê weke sûc hatine nîşandan û wiha got: “Her wiha pîrozkirina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî weke sûc hatiye nîşandan. Çawa ku Cejna Zimanê Tirkî tê pîrozkirin, divê Cejna Zimanê Kurdî jî were pîrozkirin. Bi bîr anîna Cegerxwîn weke sûc hatiye nîşandan. Cegerxwîn, nivîskar û zanyareke bi nav û deng e ku hemû dinya nas dike. Orhan Velî çawa were bibîranîn, divê Cegerxwîn û nivîskarên Kurd jî bikarin bên bibîranîn. Di tawanbariyan de îdiaya tundiyê tune ye, êriş û muqawemet tune ye. Di daxuyaniyê de tu sûc tune ne. Em di 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de ne. Ev peyman, bûye malê hemû mirovahiyê. Hêvîdarim ev maf li welatê me jî bikevin meriyetê.” 
 
Parêzera Ronî, Cemîle Turhalli jî anî ziman ku muwekîlê wê bi dehan caran li van dadgehan wergêrî kiriye û wiha got: “Ji ber îfadeyên Umît Akbiyik, delegetiya KCD’ê û û tevlibûna çalakî û xwepêşandanan îro li vir e. Îdiayên tên kirin, nabin hinceta ‘endamtiya rêxistinê.” Cemîle Turhalli, biryarên beraetê yên têkildarî HDK’ê pêşkeşî dadgehê kir û xwest miwekîlê wê were berdan. Parêzer Eyûp Aydenîz jî got ku ew bi xwe jî ji rêveberên MED-DER’ê ye û ev yek sûc nîne. 
 
Endama Komîsyona Mafên Ziman û Çandî ya Baroya Mêrdînê Dîlan Koç jî bertek nîşanî gotinên “qaşo Kurdî” û “qaşo zimanê dayikê”  da. 
 
Dozger, xwest li îtîrafkar Umît Akbiyik were guhdarîkirin û di vê pêvajoyê de Ronî girtî bê darizandin. 
 
Ronî, jî wiha got: “Ez tev li mutalaaya dozger nabim. Rewşa min a tenduristiyê nebaş dibe. Dixwazim bêm tehliyekirin. Ji ber îfadeya Umît Akbiyik dixwaze taloq bike. Ez amade me ku her tim beşdarî danişînan bibim.” 
 
Şandeya dadgehê bi şertê qedexeya derveyî welat ji bo Ronî biryara tehliyeyê da. Danişîna dozê taloqî 10’ê nîsana 2025’an hate kirin. 

Sernavên din

20/12/2024
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin