Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn

ÎZMÎR - Di ser mirina dengbêj Eyşe Şanê re ku tevî sirgûn, zext û gefan jî tevkariyeke mezin li muzîka kurdî kir, 28 sal derbas bûn.

Di ser mirina dengbêj Eyşe Şanê re ku yek ji navên girîng ên muzîka kurdî ye 28 sal derbas bûn. Eyşe Şan a ku di nav gel de wekî "Keybanûya bê tac û text" tê naskirin, di sala 1938'an de li Amedê, tê dinyayê. Eyşe Şan di temenekî biçûk de, di bin bandora bavê xwe de bi muzîkê re eleqedar dibe. Lê belê di hawurdora ku lê dijiya, stranbêjiya wê wekê "guneh" û "şerm" têdîtin. Li ser vê yekê Eyşe Şan li Dîlokê bi cih dibe. Li vir di qonaxên destpêkê de bi karê terzîtiyê debara xwe dike û dest ji muzîkê bernade. Eyşe Şanê keça xwe Şehnaz a ku di sala 1958'an de ji zewaca wê hat dinê, li vir winda kir.
 
STENBOL, BEXDA, ÎZMÎR...
 
Eyşe Şan di sala 1963'yan de ji Dîlokê çû Stenbolê û li wir qeydeke ku ji stranên kurdî-tirkî pêk tê çêkir. Navê Eyşe Şanê bi strana “Ez Xezal im” dest pê kir. Eyşe Şan ji ber stranên xwe yên kurdî rastî zextên giran hat û di encamê de di sala 1972’an de li Almanyayê dest bi sirgûnê kir.
 
Serpêhatiya Eyşe Şanê ya muzîkê li vir jîdomand. Eyşe Şan a ku li Almanyayê xwe gihand girseyeke qelebalix, di vê heyamê de derket radyoya BBC'yê. Eyşe Şan di sala 1979'an de çû Bexdayê. Eyşe Şanê dengê xwe li vir bi navê “Eyşana Elî” da bihîstin. Li Radyoya Bexdayê bi gelek navên girîng ên muzîka kurdî yên wekî Mihemed Arif û Hesen Cizrawî, Tehsîn Taha, Meryem Xan, Îsa Bervarî, Kawîs Axa, Gulbahar, Nesrîn Sêrvan û Cemîlê Horo nas kir. Eyşe Şan di sala 1990’î de bi stranên xwe yên “Werin Pêşmerge” û “Newroz Diyarbekir” piştgirî da têkoşîna azadiya kurd.
 
DÊYA XWE NEDÎT
 
Eyşe Şanê xwest vegere Amedê û dayika xwe ya ku wê wekî yek ji piştgirên xwe yên herî mezin dibîne bibîne. Lê belê ji ber astengiya xizmên wê, daxwaza Eyşe Şanê pêk nehat. Eyşe Şan di vê pêvajoyê de dayika xwe winda kir. Eyşe Şan piştre vê rewşa ku pir bandor li ser kir, bi van gotinan vegot: "Mirina dayika min derbeya herî mezin a duyemîn a jiyana min e. Dilê min hîn birîndar e, hê jî xemgîn im. Derdê dayika min, dis er hemû derdan re ye. Ji roja ku min xwe nas kiriye ez li xurbetê me, min têr ew nedît, ez qet têr nebûm. Bi wê hesretê çû. Em her du jî li ser axê bûn, em li se rheman axê bûn, em di bin heman ezmanî de bûn, lê em nedigihaştin hev." 
 
Piştî Bexdayê Eyşe Şan koçî Îzmîrê kir û hesreta xwe ya ji bo dayika xwe bi strana "Dayikê" anî ziman.  Eyşe Şan ku jiyana wê bi sirgûn, zilm û gefan derbas bû, di 18'ê Kanûna 1996'an de li Îzmîrê li mala ku tenê lê dima ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
STRANÊN WÊ
 
Eyşe li dû xwe ev berhem hiştin: “Zerî Heyran”, “Xezal Xezal”, “Were Keçê Nav Zebeşan”, “Sallana Sallana”, “Saliho Kurmam”, “Mamo”, “Lawikê Mêtînî”, “Kirasê Te Meles e”, “Heywax Dayê”, “Hawar Bawo”, “Esmerê Were/Neyleyim”, “Delal”, “Berîvana Malxerab”, “Bawê Seyro”, “Ay Dil”, “Ax Lê Gulê”, “Koçerê (Min Te Dîbû)”, “Were Yadê”, “Cemîle”, “Memir Mamo”, “Hawer Delal”, “Qederê”, “Ax Lê Nazê”, “Wele Te Nastînim”, “Ximximê Torîvan”, “Yara Min”, “Xerîbim Dayê”, “Meyro”, “Bêmal”, “Govend Ranabê”, “Yadê Rebenê”, “Lê Lê Ximşê”, “Xezalê”, “Hesenîko”, “Mamir”, “Ez Xezal im...”
 
'RÊYA ME RONÎ DIKE'
 
Yek ji rêveberên Mala Hunerê ya Jîn a ku li Îzmîrê xebatên çand û hunerê dimeşîne Belkîsa Silêmanoglu Bitkînê diyar kir ku Eyşe Şan ji bo her jineke kurd sembol û mînak e. Belkîsa Silêmanoglû Bitkînê got: "Me Eyşe Şan bi têkoşîna wê ya li dijî pergala serdest a mêr nas kir. Ji bo vegotina têkoşîna wê ya pîroz tu gotin û hevok têrê nake. Têkoşîna wê ya li dijî zîhniyeta mêrî ji bo gelek jinan bû hêvî."
 
Belkîsa Suleymanoglû Bitkînê diyar kir ku Eyşe Şan tu carî dest ji muzîkê û têkoşîna li hemberî zehmetiyan bernedaye û got: "Eyşe Şan îro jî rê nîşanî me dide û me ronî dike. Têkoşîna wê ya îro ji bo bi hezaran jinan bûye mînak."
 

Sernavên din

20/12/2024
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin