'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'

  • jin
  • 09:42 16 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumerê, diyar kir ku armanca wan ew e ku bi kampanyaya "Gotina me neqediyaye: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" bajarekî li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin.

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyaniya ku di 13'ê Mijdarê de li Amedê 
bi dirûşmeya "Gotina me neqediyaye. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" dest bi kampanyaya salekê kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo bîranîna jinên di 14'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane, di çarçoveya kampanyayê de yekemîn çalakiya xwe bi çandina şitilan pêk anî.
 
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumer, têkildarî kampanyayê û xebatên ku dê di vê çarçoveyê de bimeşînin axivî.
 
ÇALAKÎ WÊ SALEKÊ BIDOMIN
 
Sumerê anî ziman ku ew wekî şaredarî naxwazin 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê di nava du hefteyan de asê bikin û got ku xebatên hişyarkirina tundiyê wê piştre jî bidomin. Sumerê diyar kir ku divê bûyerên tundiyê yên li welêt zêde dibin veguherin kampanyayeke salekê, ne kampanyayeke du hefteyî û got ku li hemberî tundiya aborî, derûnî, dijîtal û fizîkî hin berpirsyarî derketine holê. Sumerê destnîşan kir ku mudûr û yekeyên herî girîng ên di nava şaredariyê de midûriyet û yekîneyên têkoşîna li dijî tundiyê ne û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku van midûriyet û yekîneyan çalak bikin.
 
Sumerê anî ziman ku ev demeke dirêj e mekanîzmayên serlêdana li dijî tundiyê di nava şaredariyê de kêm bûne û wiha got: “Di vê kampanyaya salekê de li gel hemû şaredariyên navçeyan em dixwazin mekanîzmayên ku jinên rastî tundiyê tên ji nû ve çalak bikin û jhejmara stargeh û navendên şêwirmendiyê zêde bikin. Bi heman awayî, em ê li ser xurtkirina mekanîzmayên ku jin dema xwe ne ewle hîs dikin an jî di bin tundiyê de bin, rêzeke lêkolînên demdirêj pêk bînin, wekî xetên 'Alo tundiyê." Bi heman awayî, em dixwazin ku ev kampanya bibe munasebet ku li gel dezgeh û rêveberiyên me yên din, di warê ji nû ve avakirina bajarekî de ku ji wekheviya zayendî re hestiyar be."
 
Sumerê got: "Helbet em dixwazin tundiyê bi temamî rawestînin, lê rastiyeke civakî jî heye." Sumerê destnîşan kir ku ew ê mekanîzmayên di destê xwe de ji bo kêmkirina vê tundiyê bi kar bînin û got: "Yek ji armanca me ya herî mezin jî hişyarkirina ji bo tundiya li ser jinê ye."
 
‘GOTINA ME NEQEDIYAYE'
 
Sumerê da zanîn ku ew ê kampanyayê bigihînin beşên herî berfireh civakê û wiha got: “Yek ji xizmetên herî bingehîn ên şaredariyê xizmeta civakî, çandî û jinan e. Yên van mkeanîzmayan veke û pêhesandinê çêbike em in. Em wekî midûriyetên şaredariyan em tenê di nava çar dîwaran de polîtkayekê nemeşînin. Em ê liq adê xebata vê yekê jî bikin. Li qadan hevdîtina bi jinan re, hevdîtinên li tax û gunan, li qehwexaneyan..."
 
Sumer got: Gotina me jinan neqediyaye, em jin di nava hewldana rawestandina vê tundiyê de ne. Em vê jî wekî berpirsiyariyeke şaredariyê dibînin."
 
BANGAWAZÎ
 
Sumerê bilêv kir ku banga wan tenê ne ji bo jinan ji bo hemû ciwan, mêr û extiyarên li bajêr e û got: "Em dixwazin her kes tevlî xebatên me bibe. Û em li benda alîkariya her kesî ne." 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 
 

Sernavên din

11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN