AMED - Ciwanên Êlihê yên ku li dijî tayînkirina qeyûm li qadan nerazîbûn nîşan didin gotin: “Heta ku em şaredariyan bi paş ve bigirin, em ê li ber xwe bidin.”
Wezareta Karên Navxweyî di 4’ê mijdarê de qeyûm tayînî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê kir. Li Êlihê ji roja qeyûm hatiye tayînkirin ve ciwan li ser pêya ne û çalakiyên nerazîbûna dij qeyûm li dar dixin. Bi roj ciwan çalakiyên protestoyê li Duçerxa Basinê, Cadeya Gulistanê û Cadeya Komondoyê, Cadeya Amedê, Cadeya Sîgortayê bênavber li dar dixin. Bi şev jî li tevahiya taxên Êlihê çalakî tên lidarxistin.
Ciwanên Êlihê yên ku çalakiyên protestoyê li dar dixin diyar kirin ku ew ê li dijî qeyûman heta dawiyê li ber xwe bidin.
‘EM LI DIJÎ QEYÛMAN BIBIN YEK’
Aysel Aslan diyar kir ku ew li dijî tayînkirina qeyûman bi hêrs û nerazî ne û wiha got: “Gel hevşaredarên xwe bijart lê karmendekî tayînî şûna îradeya gel dikin. Bi vî awayî nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Em li dijî vê helwesta desthilatdariyê ne û em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Em ê li dijî qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin. Em qeyûman qebûl nakin. Em kesek jî li kolanan bimînin, em ê dîsa li ber xwe bidin. Heke ku hurmet nîşanî îradeya em dibêjirin neyê nîşandan, em ê jî viya qebûl nekin. Divê her kes li dijî qeyûman bibe yek û têbikoşe. Werin em tev bi hev re li ber xwe bidin. Rêya aştiyê di çareseriyê re derbas dibe. Divê hemû gelê kurd li dijî vê dengê xwe derxe.”
‘ÊDÎ KURD VIYA QEBÛL NAKIN’
Nedîm Balkaş jî anî ziman ku ew qeyûman qebûl nakin û got: “Em heta dawiyêl i pey îradeya xwe, li pey hevşaredarên xwe ne. Em li vir in û li qadan e. Heta ku em şaredariyên bi paş ve bigirin, em ê li qadan bin. Êdî kurd nikarin viya qebûl bikin. Êdî wê gelê Êlihê nesekine. Wê xwedî li îradeya xwe derkeve. Bi rojane gelê Êlihê ji bo şaredariya xwe li ber xwe dide û wê şaredariya xwe bi paş ve bigire.”
‘ŞAREDARIYÊ PÊŞKÊIŞÎ DIZAN DIKIN’
Mahsûm Yaman jî da zanîn ku desthilatdarî bi tayînkirina qeyûman diziyê li şaredariyan dike û got: “Em ê nehêlin ku şaredariya me pêşkêşî dizek û alîgiran bê kirin. Em ê heta dawiyê ji bo şaredariyên xwe li ber xwe bidin. Heta ku em bi paş ve bigirin. Heke em îro li ber xwe nedin, wê berdewamiya tayînkirina qeyûman bê. Lewma em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
‘BILA WALÎ Û GULISTAN SONUK BIKEVIN HILBIJARTINÊ’
Metîn Çetîn jî wiha got: “Gelo îro walî dikare bibe Gulistan Sonuk? Ew jî dikare mîna Gulistan bikeve nav gel û bigere? Naxêr, çimkî Gulistan Sonuk ji nav gel e. Ev zilmê li gelê kurd dikin. Ev ne qeyûm e, ev darbe ye. Divê gelê Êlihê li ber xwe bide. Me şaredariya xwe ji sedî 64 wergirt. Bila walî bikeve hilbijartinê ka em ê bibînin wê çiqas deng werbigire. Ji ber vê yekê heta em encamê bigirin, em ê têbikoşin.”
MA / Heval Onkol