Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin

  • rojane
  • 09:51 18 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Ji Tora Piştevaniya Jinên Enternasyonal a bi Fîgen Yuksekdag re Ayşe Yumlî diyar kir ku ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê dixebitin û wiha got: “Ev doz, doza hemû kesên têkoşîna azadiyê didin e. Em weke doza xwe dibînin.” 
 
Di Doza Kobanê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de li gelek siyasetmedaran bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayên giran hatin dayin.
 
Tora Piştevaniya Jinên Enternasyonal a bi Fîgen Yuksekdag re ku ji hêla rêxistinên jinan ên Ewropayê ve hatiye avakirin, ji bo Yuksekdag û girtiyên din ji meha îlonê ve kampanyaya “Azadiyê” dan destpêkirin. Endama torê û Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê Ayşe Yumlî, têkildarî kampanyayê axivî. 
 
ARMANCA KAMPANYAYÊ
 
Yumlî, da zanîn ku li gel jinên ji Tirkiye û Kurdistanê koçber bûn her wiha Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê, Platforma Dengê Girtiyan, Rêxistina Jinên Ciwan a Zorayê, rêxistinên jinan ên Almanya, Fransa, Swîsre, Şîlî, Arjantîn û gelek welatên din di torê de cih digirin. Yumlî, wiha domand: “Em dixwazin Yuksekdag û girtiyên jin bikin rojev, xwedî li girtiyên Doza Kobanê derkevin.  DMME’yê biryar daye ku Yuksekdag, Demîrtaş û girtiyên din bên berdan. Ji bo cîbicîkirina van biryaran, em dixwazin bi parlamenterên Ewropayê, rêxistinên jinan, siyasetmedar û kesên cuda re hevdîtinan bikin. Em dixwazin zextê li AKP-MHP’ê bikin ku girtiyan berdin.” 
 
Bi domdarî Yumlî Doza Kobanê weke “Doza tolhildanê” nirxand û wiha pê de çû: “Em biryarên vê dozê qebûl nakin. Divê seknekî topyekûn li dijî êrişên ser gel û jinên kurd tên kirin bê nîşandan. Kampanya, di şexsê Fîgen Yuksekdagê de ji bo xwedîderketina li Doza Kobanê û piştevaniya bi têkoşîna azadiyê ya jinên kurd re ye.” 
 
XEBATÊN DI ÇARÇOVEYA KAMPANYAYÊ DE HATINE MEŞANDIN 
 
Yumlî, got ku li dijî çar parçeyên Kurdistanê êrişên giran tên kirin û ev tişt anî ziman: “Dixwazin bêhêvitiyê ava bikin. Ev kampanya dikare li dijî van êrişan jî were nirxandin. Em rêxistinên jinan hatin gel hev, me bi parêzerên Yuksekdag re hevdîtin kir. Randevûyên me bi parlamenterên Ewropayê re hene. Çendek roj berê em bi înîsiyatîfa piştevaniyê ya mafên girtiyan li Almanyayê diparêze re civiyan. Me broşur derxistin, bi naverokên parêzeran şandin re dosya amade kir. Di mîhrîcana Partiya Komunist a Fransayê de me ev vroşur belav kir. Esasê kampanyayê ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê ye lewma piranî li ser siyasetmedaran dimeşe. Em ê pêşangehên ku wêneyên Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê hene vekin.” 
 
'EM WEKE DOZA XWE DIBÎNIN’
 
Yumlî, axaftina xwe wiha qedand: “Di serî de girtiyên jin ên Doza Kobanê, divê rêxistinên jinan xwedî li hemû girtiyan derkevin. Li holê sûcek tune ye. Tenê delîl û şahidên sexte hene. Doza tolhildanê ye. Ev doz, doza hemû kesên têkoşîna azadiyê dimeşînin e. Lewma divê her kes xwedî lê derkeve.” 
 

Sernavên din

23/09/2024
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
00:44 Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
11:50 Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
11:48 Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e
11:14 Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e
11:11 Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin
11:03 Sarica: Hişyariya biryara navberê ya Komîteyê ya ji Tirkiyeyê re nîşaneya qonaxeke nû ye
10:33 Biryara Dadgeha Bilind esas nehat girtin: Berdana Çetîn Arkaş 6 mehan hat dirêjkirin
10:29 Heta henaseya xwe ya dawî bû dengê gelê xwe
10:15 Komxebata Jineolojiyê: Armanca me zanistek azad e û azadkirina jinan e
09:46 Der barê Akiş de îdianameyeke din jî hat amadekirin
09:45 Xizmên windayan guh nedan OHAL'a fiîlî jî: Têkoşîna ji bo edaletê didome
09:39 Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt
09:05 Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin
09:04 Hozan Kazo behsa dîmenê xwe yê bi Apê Mûsa re kir: Ew ji bo me îlham bû
09:00 39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN
20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
14:20 Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
14:14 Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
14:08 Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
14:04 Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
13:26 Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
12:43 Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
12:22 Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
11:46 Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da
11:27 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
11:06 Apê Mûsa li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Me pênûsa te li erdê nehişt
10:59 Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
10:29 DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man
10:23 Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare
10:03 ‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’
10:02 Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin
10:00 ‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'
09:46 Li Dîlokê mirina biguman a jinekê
09:44 ATK: Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin
09:39 Metîna hate topbarankirin