‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'

  • rojane
  • 09:18 13 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Filîz Bûdak ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûrê da, got: "Gelê me 30 sal in têdikoşe û li ber xwe dide. Di têkoşînê de bi israr e. Çi dibe bila bibe wê berxwedana xwe bidomîne." 

Di 10'ê Îlonê de Tirkiyeyê êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir ku di nav sînorên parêzgeha Mûsilê de ye. Di êrişê de ku bi Balafira Bêmirov a Çekdarî hat kirin, yek jê giran 3 jin birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye ku êriş ema ku şandeya Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo tespîtkirina nasnameyan serdana kampê dikirin hat kirin. 
 
Tirkiye, ji 18'ê Tîrmeha 2019'an vir ve 13 êrişên hewayî li dijî kampê pêk anîne. Di van êrişan de 10 kes mirin û herî kêm 12 kes jî birîndar bûn.
 
Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Filîz Bûdakê bertek nîşanî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê dan û got ku ew ê li hemberî tu êrişan serî netewînin.
 
‘DIXWAZIN GELÊ KURD TUNE BIKIN'
 
Bûdakê bal kişand ser êrişên topyekûn ên Tirkiyeyê yên li dijî xaka Herêma Kurdistana Federe û got: “Êrişên li ser Qadên Parastina Medyayê, Şengal, Rojava û Wargeha Mexmûrê jî girêdayî vê yekê ne. Hem êrişên li Silêmaniyê cuda tên kirin û hem jî êrişên li dijî Mexmûrê ji yek navendê tên kirin. Ev êriş di çarçoveya konsepta tunekirina gelê kurd de tên kirin. Ji sala 2017’an û vir ve ji aliyê Tirkiyeyê ve êrişên hewayî yên li ser Mexmûrê tên kirin. Bi van êrişan dixwazin welatiyên li kampê dijîn bitirsînin û teslîm bigirin. Ji bilî êrişên çekdarî, êrişên wekî ambargo, bi tlan dorpêçkirina kampê, destdanîna ser pez û milkên xelkê dikin. Dixwazin gel bi birçîbûnê re rû bi rû bihêlin. Tevî van êrişên ku Tirkiye li gel PDK’ê pêk tîne jî gel teslîm nebû û ji têkoşîna xwe paşve gav neavêt."
 
‘LI MEXMÛRÊ CIVAKEKE EXLAQÎ Û POLÎTÎK HAT AFIRANDIN'
 
Bûdakê anî ziman ku yek ji sedemên êrişa li dijî kampê jî ew e ku gelê kurd bi paradîgmaya xwe xwe bi rê ve dibe û got: “Ji bo vê jî bi êrişên hewayî dixwazin kampê ji hev belav bikin. Ji ber ku Mexmûr bi pergaleke ku têra xwe dike û bi paradîgmaya neteweya demokratîk tê birêvebirin.  Kurdên bêpergal bi paradîgmaya neteweya demokratîk modeleke ku ji gelên cîhanê re bibe rizgarî ava kirin. Mexmûr pêşengiya vê pergalê ye. Ji sala 2005’an ve gelên li Mexmûrê dijîn bi rêya komun û meclisan xwe bi rê ve dibin. Bi modela xwe ya aborî pergaleke xweser ava kir. Tirkiye jî dixwaze vê ji holê rake."
 
Bûdak got: “Ev kamp piştî ku zêdetirî 2 hezar û 500 gundên Bakurê Kurdistanê hatin şewitandin, hat avakirin. Ev der cihê welatiyên ku bi zorê ji gundan hatine derxistin bi xwe ye. Tirkiye xiyanet li gelê kurd ferz kir. Lê ji ber ku gelê me vê qebûl nekir, penaber bû û hat vir û Mexmûrê ava kir. Tirkiye jî ji bo ku gel teslîm bibe, 'an hûn ê xiyanetê li gelê xwe bikin an ez ê we bikujim” li wan ferz dike. Gelê Mexmûrê 30 sal in li dijî van li ber xwe dide. Ne nasnameya xwe înkar dike û ne jî xiyanetê li gelê xwe dike. Her roj têkoşîna xwe mezin dike. Pergala xwe ava kir. Zimanê xwe pêş dixe. Civakeke exlaqî û polîtîk afirand."
 
‘NY Û IRAQ BÊDENG IN'
 
Bûdakê bal kişand ku kamp di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) û di nav sînorên Iraqê de ye û got: “Bertekên Iraq û Neteweyên Yekbûyî yên li hemberî van êrişên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin, tune ye. Carinan dema ku êriş tên kirin, tên li cihê ku êrîş lê hatine kirin keşfê dikin. Carinan bi derkirina dengekî qels bertek nîşan didin. Tişta sereke ya ku divê Iraq û Neteweyên Yekbûyî bikin ew e ku qada hewayî ya Iraqê ji Tirkiyeyê re bê girtin. Ewlehiya gel a li vir aîdî Neteweyên Yekbûyî ye. Diviyabû Neteweyên Yekbûyî li dijî êrişên Tirkiyeyê midaxale bikira. NY li hember êrişên li ser kampê heta niha bêdeng maye." 
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'  
 
Bûdak diyar kir ku helwesta gel a li hemberî êrişan diyar e û got: “Gelê me 30 sal in têdikoşe û li ber xwe dide. Di têkoşîna xwe de bi israr e. Çi dibe bila bibe wê berxwedana xwe bidomîne. Ev êrişên ku bi armanca belavkirina kampê pêk tên wê negihêjin armanca xwe. Jin, zarok û her kes bertekên xwe nîşan didin. Piştî êrişa dawî li kampê meşeke girseyî pêk hat. Gelê me got ku ewê tu carî teslîmiyet û xiyanetê qebûl nekin. Wekî kamp em li hemberî tu êrişan serî natewînin."
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

20/09/2024
09:38 Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
09:37 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
09:19 'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
16:40 Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
14:44 Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
14:35 Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
14:23 Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
14:00 Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
13:40 Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
13:34 Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
13:27 Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
13:26 Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
12:01 Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 Meşa Ciwanan a ‘Ji Ocalan re azadî’ di roja 4’emîn de ye
11:34 Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
11:11 Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
11:05 Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
11:02 Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
10:00 Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
09:58 Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
09:55 Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
09:54 Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
09:53 Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe
09:52 Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin
09:30 Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin
09:04 Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin
09:04 Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'
09:03 Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN
08:42 Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde
18/09/2024
23:59 Encamên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn: Di warê wêneyê de MA bû yekemin
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê