Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome

  • rojane
  • 16:26 12 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 44’emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û hat gotin ku rejîma yekperest a 12’ê Îlonê hêj didome. 

Bi boneya 44’emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayin. Daxuyanî, bi pêşengtiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Hewldana 78’an hatin dayin û hat gotin ku sepanên 12’ê Îlonê hêj berdewam in. 
 
STENBOL
 
Tevgera 78’an li Hevrazê Kazanci ya Meydana Taksîmê ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “12’ê Îlonê bi rejîma yekperest re didome” hate hilgirtin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Stenbolê, nûnerên saziyan û gelek welatî tev li bûn. 
 
Daxuyanî, ji Tevgera 78’an ji hêla Yunus Bîrcan ve hate xwendin. 
 
Bîrcan, got ku bi ser Derbeya 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn lê sepanên wê hêj di meriyetê de ne. Bîrcan, wiha domand: “Helwesteke siyasî ya ku Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê jî di pratîkê de nas nake li holê heye. Bi ‘Ruhê dewletê’ û pratîka derbekar didome. Bi partiyên siyasî, benda hilbijartinê, YOK, RTÛK û qanûnên sendîkayan didome. 44 sal in ev welêt bi qanûnên derbeyê û rêziknameyên wê tê birêvebirin. Bi taybet jî di nava 15 salên dawî de rewşa vî welatî giran bû û ji hêla zîhniyeteke ku qeydên wan bi xwe danîn nas nake, yekperest, bi ruhekî takekesî tevdigere û ji bilî xwe û derdora xwe nas nake, pragmatîk ve tê birêvebirin.” 
 
‘12’Ê ÎLON HATE MAYINDEKIRIN’
 
Bi domdarî Bîrcan bi bîr xist ku ji 1983’yan heta salên 2000’î “hikûmetên sivîl” îktîdar bi rejîma derbekaran re parve kiriye û wiha pê de çû: “Li dijî pêla tundiya fermî ya li dijî hemû derdorên civakî, bi taybet jî muxalefeta civakî ya li rojava xetereke berxwedan û piştevaniyê ava nekir lewma modêleke civakî yê îtaetkar û tepisî derket holê. Rêxistiniyên nû yên ji hev parçebûyî yên derdorên muxalîf hewl didin pêş bixin jî rastî tundiya bêperwa û tuneker hat. Îktîdarên sivîl, li dijî leşkeran îtîraz nekirin ku li ser MGK’ê bûn şirîkên hikûmetê û vê jî kir ku rejîma 12’ê Îlonê mayinde bibe.” 
 
‘HESAB JI 12’Ê ÎLONÊ NEHAT PIRSÎN Û VÊ JÎ BI XWE RE 15’Ê TÎRMEHÊ ANÎ’ 
 
Bîrcan, diyar kir ku Tirkiyeyê nekarî îradeya hevrûbûna bi derbekarên 12’ê Îlonê raber bike lewma 12’ê Îlonê hêj zindî ye. Bîrcan, wiha pê de çû: “Ji ber ku Tirkiyeyê hesab ji derbeya 12’ê Îlonê nepirsî, hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê pêk hat. Vê jî bi xwe re avakirina rejîma yekperest a weke ‘lutfa xwedê’ pênase dikir hêsantir kir. Rejîma yekperest a tirk li ser bingeha rejîma 12’ê Îlonê ya siyasî-leşkerî û derhiqûqî pêş ket. Muxalefeta siyasî ya fermî ev 44 sal in bi taybet jî di nava 15 salên dawî de li gorî qeydên siyaseta derbeya yekperest muxalefeteke ‘berpirsyart’ dike.”
 
‘AŞTÎ XWE FERZ DIKE’
 
Bîrcan, bal kişand ser polîtîkayên şer û şerê bi dehan salaye didome û wiha got: “Di rewşa heyî de şer û pevçûnan rê li ber dabeşbûna civakê, xizanî, tirs û fikarê vekir. Ev yek veguheriye rêbaza siyaseta îktîdarê. Tevî ‘rejîma yekperest’ a bi rejîma 12’ê Îlonê re bûye yek jî divê hevrûbûnek çêbibe. Di dawiya dawî de aştî xwe ferz dike.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Dê roj were dewran biguhere, derbekar dê hesabê bidin vî gelî” bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî li navçeya Geverê daxuyanî da. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz di daxuyaniyê de bi bîr xist ku Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê di serdemeke ku pirsgirêka kurd weke rojeveke polîtîk ketiye rojevê hatiye kirin. Çapraz, anî ziman ku îktîdara AKP’ê ku pesnê xwe bi dijberiya xwe ya derbeya 12’ê Îlonê re dide, ji derbeyê hesab nepirsî û bi heman qanûn welêt birêve bir. 
 
ÊLIH
 
Hewldana 78’an li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê ya Êlihê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “12’ê Îlon bi rejîma yekperest didome” hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mesût Tekîk di daxuyaniyê de anî ziman ku heman sepanên 12’ê Îlonê îro jî di meriyetê de ne. Endamê Hewldana 78’an Osman Okan jî anî ziman ku welêt ev 44 sal in bi qanûnên 12’ê Îlonê tê birêvebirin. 
 
ENQERE
 
Endamên Tevgera 78’an ên Enqereyê jî li Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan. Endama Tevgera 78’an a Enqereyê Bagdagul Avci, got ku Tirkiye 44 sal in bi qanûn û rêziknameyên derbeyê ve tê birêvebirin. Avci, bilêv kir ku ji damezirandina komarê heta niha helwesta îktîdaran a li dijî têkoşîna hemwelatiya wekhev a kurdan neguheriye. Avci, got ku encama lihevkirina îktîdarên siyasî ya bi 12’ê Îlonê re bi xwe re avakirina rejîmeke yekperest a Erdogan anî. 
 

Sernavên din

20/09/2024
09:38 Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
09:37 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
09:19 'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
16:40 Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
14:44 Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
14:35 Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
14:23 Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
14:00 Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
13:40 Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
13:34 Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
13:27 Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
13:26 Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
12:01 Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 Meşa Ciwanan a ‘Ji Ocalan re azadî’ di roja 4’emîn de ye
11:34 Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
11:11 Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
11:05 Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
11:02 Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
10:00 Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
09:58 Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
09:55 Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
09:54 Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
09:53 Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe
09:52 Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin
09:30 Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin
09:04 Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin
09:04 Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'
09:03 Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN
08:42 Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde
18/09/2024
23:59 Encamên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn: Di warê wêneyê de MA bû yekemin
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê