Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo, diyar kir ku piştî fermana 74'an  li Şengalê guhertinên dîrokî çêbûn û wiha got:" Niha her hûcreyeke civakê bi paradîgmaya neteweya demokratîk tê avdan, her birîneke civakê bi vê fikrê tê dermankirin." 
 
Di 3’yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke hovane bir ser Şengalê û civaka êzidî di qirkirinê re derbas kir. Hikûmeta Iraq û hêzên PDK'ê li gel vê êrişa DAIŞ'ê ji herêmê hatin vekişandin û yek gule jî neteqandin û êzidî terikî mirinê kirin.  Vekişandina van hêzan weke xiyanet hat dîtin û pênasekirin. Li gel vê geşedanê komeke ku ji hêzên HPG'ê û YJA-STAR'ê pêk tên çûn hawara êzidiyan. Di van êrişan de çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin û zarokên êzidî revand û bi hezaran xort, kal û pîrên êzidî jî kuşt û wan bi awayekî komî veşart. Ev hovitiya  DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan weke Fermana 74’an tê pênase kirin.Di van êrişan de 2 hezar û 855 kesan jiyana xwe ji dest da û heta niha jî ji 7 hezar kesan agahî nayê girtin. Tevî ku di ser fermana 74’an de 10  sal derbas bûne jî bi hezaran jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞ’ê nehatine xelaskirin û aqûbeta gelek êzidiyan jî nayê zanîn. Lê tevî hemû astengiyan jî li Şengalê Rêveberiya Xweser hatiye avakirin û êzidî xwe bi rê ve dibin. 
 
Piştî fermana 2014'an de civaka êzidî xwe bi nûve afirand û di bin siwana Rêveberiya Xweser de meclîsên xwe û hêzên xwe yên leşkerî avakirin. Êzidiyên ku di dora Rêveberiya Xweser de bûn xelek bi paradigmaya netewa demokratîk di nava komûn û meclîsan de cihê xwe girtin.Paradigmaya ku gav bi gav tê bicihkirin her carê rastî êriş û polîtikayên şerê taybet ê PDK'ê û hikûmeta Iraqê tê. Li dijî vê paradigmaya ku hatiye avakirin di 9'ê cotmeha 2020'an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de 'peymana 9'ê cotmehê' hate îmzekirin. Li gel îmzekirina vê peymanê êzidî daketin qadan û bertekên xwe nişan dan. Êzidiyên ku vê peymanê weke mudexeleya avakirina pergala ku li wir hatiye bicihkirin dibinin ji roja îro heta niha qebûl nakin. Şengal a ku tenê bi êrişên hikûmeta Iraq û PDK'ê re sînordar namîne her carê jî rastî êrişên dewleta tirk ê hewayî tên. 
 
Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengal (MXDŞ) Cîhan Celo der barê armanca fermana 74'an û planên ku niha li ser Şengalê tên xwestin ku bên cihkirin û pergala ku li herêmê hatiye avakirin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
GUHERTINÊN DÎROKÎ ÇÊBÛN 
 
Cîhan Telo diyar kir ku êzidiyên ku bi mirinê re hatin hiştin bi alikariya hêzên HPG'ê û YJA-STAR'ê ji fermanê xelas bûn û got ku fermana 74'an ji bo êzidiyan serdemeke nû bû û wiha axivî:" Li Şengalê li gel fermanê di nava civaka êzidî de guhertinên gelek mezin çêbûn. Di sala 2014'an de ji ber hin kesan ev civake hedef hate nişandin. Hin hêzên dagirker xwestin ku vê civakê ji holê rakin û tune bikin. Erê raste civaka êzidiyan xwe parast lê bi derfetên xwe parast. Bi vê fermanê civaka êzidî hêzên xwe yên leşkerî avakirin, hêzên xwe yên siyasî avakirin. Bi her awayî civaka êzidî xwe parast. Bi fermanê li Şengalê pergaleke nû hate avakirin. Ev civaka ji aliyê hikûmeta Iraqê û PDK'ê ve radestî DAIŞ'ê hate kirin. Armanca vê fermanê qirkirina civaka êzidî bû û dixwestin ku yekser civaka êzidî ji holê rakin. Lêbelê bi hatina hêzên HPG'ê û YJA-STAR'ê ev planên ku li ser civaka êzidî dihatin amadekirin vala hatin derxistin.Dema ku şervanên azadiyê berê xwe dan çiyayê Şengalê ev civak ji qirkirinê xelas bû. Şervanên azadiyê ne tenê parastina Şengalê weke erk dîtin,di heman demê birêxistinkirina civaka êzidî jî weke erk dîtin. Civaka êzidî li ser paradigmaya netewa demokratîk hate birêxistinkirin. Di dîroka êzdatiyê de cara yekeme ku hêzeke leşkerî tê avakirin. Cara yekemîn hêzeke jin a weke YJŞ'e tê avakirin û jin parastina vê civakê dikin. Her weke din di bin sîwana Rêveberiya Xweser de sazî û rêxistin hatin avakirin. Li Şengalê piştî 2014'an de guhertinên mezin çêbûn û civaka êzidî xwe ji nûve afirand. Li Şengalê sê  xalên girîng û dîrokî çêbûn.Yek ji wan paqijkirina ji çeteyan, didu ji hêla erdnigariyê ve û ya sêyemîn ji di hêlê hişmendiyê de guhertinên dîrokî çêbûn. Niha rêxistinên ku li Şengalê hatine avakirin dibe sedem ku Şengal xwe ji nûve biafirîne."
 
MECLISA YEKEMÎN LI SERDEŞTÊ HATE AVAKIRIN
 
Celo, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku piştî fermanê civaka êzidî xwe birêxistin kir û li dijî êrişan ji hesin bûye îrade û ew pêvajo wiha vegot:" Civakeke ku bi hezaran salin di bin zor û zordestiyê de derbas bûye ev guhertin ne hêsan in. Li tevî evqas astengiyan, gef û êrişan jî xwedî li hebûna xwe derketiye û xwe ji nûve ve ji nebûnê afirandiye. Heta roja me ya îro ji li ser vê civakê êriş û zext hene û plan û armancên desthilatdaran hene. Lêbelê hêzên YJA-STAR, YJŞ'ê nehiştin ku ev plan pêk bên. Kesên ku wê demê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li berxwe da û bûye pakrewan hatin hedef nişandin.  Rêveberiya Xweser jî weke hedef hate nişandin. Di sala 2015'an de meclîsa Rêveberiya Xweser hate avakirin. Dema ku li Şengalê herkes koçber bû hêzên ku ev der rizgarkirin li Serdeştê hiştin. Sedemê hiştina wan a li Şengalê jî ew bû ku gel vegere. Ji ber wê jî meclîsa yekemîn li Serdeştê hate avakirin. Ev meclîsa ku hatiye avakirin jî li ser fikrê serokatî û pergala netewa demokratîk hate avakirin.Pergala netewa demokratîk jÎ di navbera jin û zilam de wekhevî esas girtin, di aliyê xizmetguzariyê de hev esas girtin, ciwan rêxistinkirin hebû. Niha Rêveberiya Xweser di bin siwana xwe de 13 meclîs avakirine. Her wiha rêxistina TAJÊ heye û di bin siwana TAJÊ de meclîsên jin ê ku hatine avakirin hene. Her wiha komiteyên aboriyê, tendûristiyê, ekolojiyê hene. Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe dikare di Şengalê de xîzmet bike. Her lijne yan jî sazî hatine avakirin. Kêmasiyên wê hene lê em ê bi hevre  bi civaka xwe re çareser bike." 
 
JIN PÊŞENGTIYA PARADÎGMAYÊ DIKIN
 
Cîhan Celo, anî ziman ku li Şengalê di bicihkirina pergala netewa demokratîk de jin rolekî esasî dilîzin û wiha domand:"  Şengal bi her awayî dorbêç kiriye. Zehmetiyên wê pir in lêbelê li tevî van zehmetiyan jî civak xwe birêxistin dikin. Bi hezaran hêzên ku li vir amadebûn pişta xwe dan vê civakê. Ê ku niha pêşengiya azadiya civaka êzidî dikin TAJÊ ye. Jin ne tenê weke dîmenek di nava Rêveberiya Xweser de cih digirin, jin pêşengtiyê dikin. Ji ber ku di sala 2014'an de, di şexsê jinan de xwestin ku vê civakê tune bikin. Lêbelê jinên êzidî bi pêşengtiyê vê civakê bersivan van êrişan dan. Esasê serkeftinê fikrê birêz Ocalane. Yê ku vî fikrî li vir herî zêde esas digire jî jin e. Niha di Şengalê jin pêşengtiya vê paradigmayê dike. Her hûcreyeke civakê bi vê fikrê tê avdan, her birîneke civakê bi vê fikrê tê dermankirin."
 
'ÊZIDIYAN RÊVEBERIYA XWESER JI XWE RE ESAS GIRTIYE'
 
Celo, di berdewamê de bal kişand li ser vegerên êzidiya ya ber bi Şengalê ve û got ku civaka êzidî tenê baweriya xwe dide Rêveberiya Xweser û ev tişt got:"  Îro dubare êrişek li ser Şengalê çêbibe ê ku xwedî li Şengalê derbikeve û biparêze hêzên YJŞ'ê û YBŞ'ê ne. Yê ku nirx û mafê vê civakê biparêze Rêveberiya Xwesere. Ev heqîqete di vegerên ber bi Şengalê de careke din derdikeve holê. Niha ew êzidiyên ku di wargehên ku li Başur de dimînin  hêdî hêdî berê xwe didin Şengalê û vedigerin Şengalê. Ji ber ku Şengalê ji xwe re weke cihê herî ewle dibînin. Hêzên weke PDK'ê û Haşdî-Şabî li vir hene lê di parastina vê civakê de rol û mîsyonek nalîzin. Ev hêz di sala 2014'an de jî li vir bûn lê ev civak bêparastin hiştin. Ji ber wê jî ev civak herî zêde baweriyê dide Rêveberiya Xweser. Ji ber ku yê ku ev ax ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û parast Rêveberiya Xweser bû. Û yê ku heta roja me ya îro jî planên li ser Şengalê pûç û vala derdixine jî Rêveberiya Xweser bû. Ji ber wê jî niha civaka êzidî Rêveberiya Xweser ji xwe re esas girtiye. Rûxmî plan û zextên li ser Rêveberiya Xweser civak wê ji xwe re esas dibîne û weke hêza parastina ya yekem dibîne. Ji ber wê kî tengasiyekî de be û kî rastî astengiyê bê hewara xwe digihîne rêveberiya xweser. Ji ber wê heke ku îro veger hebin ber bi Şengalê ve ev ji baweriya ku didin Rêveberiya Xweser tê. Em jî weke pêşengên vê civakê çi kar û xebat ji vê civakê re pêwîst be amade ne. Xwedî derketina vê civakê erka me ya sereke ye." 
 
'DIXWAZIN KU FERMANÊ DI KAMPAN DE TEMAM BIKIN'
 
Celo, destnîşanî kampên PDK'ê kir û diyar kir ku PDK vegera ber bi Şengalê asteng dike û ev tişt anî ziman:"  Ji aliyê Wezareta Koçberiyê ya Iraqê ve biryar hat dayin ku wargehên Başûrê Kurdistanê bên girtin. Êzidiyên ku di wargehan de dimînin jî dibinin ku êdî yekane çareserî vegera ber bi Şengalê ye. Bi rojane konên wan dihatin şewitandin,jin dihatin revandin û zarok dihatin tecawîzkirin. Ji ber wê standina vê biryarê ji bo êzidiyên koçber jî baştir bû. Niha di kampan de ji wan re astengî derdikevin. Ji bo ku gel venegere Şengalê ji wan re astengî derdixin. Dixwazin ku wan di bin desthilatdariya xwe de bihêlin. Ji ber ku PDK niha li Şengalê lawaze û nikare êzidiyan têxe bin kontrola xwe. Ji xwe niha êzidiyên ku li Şengalê dimînin nikarin biçin Başûr û êzidiyên li Başûr jî nahêlin ku bên Şengalê. Dixwazin ku civakê bi vî şewazî ji hev veqetînin. Di wan kampan de bi rojane jin dihatin tecawîzkirin. Ew fermana ku 2014'an de nekarîn temam bikin dixwazin ku di kampan de temam bikin. Niha di kampên Başûrê Kurdistanê de hejmarek vegeriya ye û hejmara ku mayî jî rastî astengiyên PDK'ê tê. Dibêjin ku kesên ku nêzî hişmendiya Rêveberiya Xweser be em qebûl nakin vegerin Şengalê. Siyaseta 2014'an berdewam dike."
 
'DIVÊ KU GEL XWEDÎ LI RÊVEBERIYA XWESER DERBIKEVE'
 
Cîhan Celo, bal kişand li ser peymana 9'ê cotmehê û got ku armanc temamkirina fermanê bû û wiha got:"  Di sala 2020'an de li ser vê civakê peymana 9'ê cotmehê hate îmzekirin. Naveroka vê planê tasfiyekirina kes û hêzên ku li hemberî fermana 2014'an de li berxwe dayî bû. Armanc vê hêza ku li vir hatiye avakirin û gel ji hev qutkirin bû. Xwestîn ku Asayîşa Êzidxanê ji holê rakin û lawaz bikin. Li ser vê civakê 74 ferman hatine kirin û her tim jî xwe parastiye û dê biparêze jî. Ji aliyê PDK'ê ve helwesta me diyare. Ti carî hişmendiya wan em qebûl nakin. Êriş li ser Şengalê tê kirin lêbelê li hemberî vê ti helwesteke hikûmeta Iraqê jî nine. Aliyeke Başûrê Kurdistanê hatine dagirkirin lêbelê hikûmeta Iraqê dîsa bê helweste. Gelek hevdîtinên me bi hikûmeta Iraqê re çêbûne û diyar dikin ku tiştek ji destê wan nayê. Ji ber ku PDK piştgiriyê dide. Ti pêdiviya me bi van hikûmetan re nine. Çimkî me xwe bi xwe parast û me xwe bi xwe pergala xwe ava kir.Ew jî xwedî vê zanebûnê ne loma pêdivî bi vê peymanê dîtin. Em dikarin xwe bi perwerde bikin û birêxistin bikin. Ti hêviya me û bendewariya me bi hikûmetekî nine. Ji ber ku heta niha 13 dewleta fermana li ser êzidiyan weke qirkirin rqebûlkirin lêbelê yek tiştek jî ji vê civakê re nekirin. Hemû jî ji ber berjewendiyên xwe dikin.  Siyaseta me, rêya me ji derveyî berxwedanê tişteke din nine. Ji ber wê divê ku civaka me xwedî li Rêveberiya Xweser derbikevin."

Sernavên din

02/08/2024
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin